Berdevkê Foruma Tunisê ya Mafên Aborî û Civakî Remedan Bin Omer diyar kir ku îro cenazeyên 5 penaberan hatine derxistin, 5 kes hatine rizgarkirin û 25 kes jî winda ne.
Keştî ji peravên parêzgeha Sefaqis beriya 2 rojan ber bi peravên Îtalyayê ve bi rê ketibû û tê de 38 penaber hebûn.
Di 13′yê Adarê de nobedarên peravên Îtalyayê da zanîn ku zêdetirî 30 penaberên derqanûnî, piştî keştiya wan noq bû, winda bûne.