Partiyên Tifaqa Ked û Azadiyê, li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê li hev civiyan û helwesta xwe ya der barê hilbijartinê de diyar kir. Ji bilî partiyên di Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin nûnerên partiyên kurd ên di Komxebata Tifaqa Kurdistanî cih digirin jî tev li civînê bûn. Tifaqê biryar da ku di hilbijartina Serokkomariyê de namzet nîşan nede. Tifaqê, destnîşan kir ku li dijî pergala yek zilamî wê berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi cih bînin û hesabê bipirsin.