Newroza Îsal bi dirûşma Her der Newroz Her dem azadî tê lidarxistin. îro kolanên Amedê bi pankartên “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve”, “Em birînên xwe bi hevre bipêç in” û “ Her der Newroz her dem azadî” hatin xemilandin. Pankart ji aliyê Partiya Çep a Kesk (Sol Yeşiler Partisi) ve li kolanên bajarê Amedê û navçeyên wê hatin daleqandin.
Hêjayî gotinê ye ku fînala Newrozê dê li bajarê Amedê be û ji bo destûrgirtinê serî li walîtiya Amedê hatiye xistin. Newroza Amedê dê saet 10 li parka Newrozê dest pê bike.