13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Reşkirina Êzîdiyatiyê bi riya zanist û zankoyan

Dr. Xelîl Xaltî

Min weke êzîdînasekî dîroknas (mejûnas) û her wiha weke zanistekî ramanger guhdarî li axaftina birêz Prof. Dr. Metin Bozan kir.(1)

Divê di destpêkê de ez bibêjim ku ez hemû guftugo û lêkolinên di barê danasîna dîrok û naveroka ayîna kurdên êzîdî de gelekî bi nirx û girîng dibînim. Bo vê yekê divê ola êzîdîyan jî weke ayînên din bê xwendin, moxilkirin û vekolandin; hemanên (=elementên) wê yên taybet û yên bi olên din re hevbeş bên destnîşankirin; “rastî” û şaşiyên wê bên zanîn. Lê dive ev xebat ji aliyê kesên zanist û “bêalî” ve bê kirin. Bi ya min berhemên xebateke wiha dê bibin ronayî ji gelek kêşeyên kurd û Kurdistanê re. Xebatên “jidil” û “bêlayen” dê bikaribin di pêvajoyê de vê “ayîna kurdewar û pirreng” bi hêz bikin. Loma divê dergê zanist û zankoyan her tim ji bona Êzîdiyatiyê vekirî be.

Heger di van salên dawî de hinek hemanên di barê ayîn û rêûrismên Êzîdiyatiyê de hatibin zanîn, ew jî bi xêra karûbarê zanistiyê hatiye ronkirin. Loma min bi kelecanî li axaftina birêz Metin Bozan guhdarî kir ku di youtube de hatiye belavkirin.

Bozan (B) hema di destpêka axaftina xwe de dibêje ku ew weke kesekî mejûnasê ayinî “ne li ser dîroka” ku êzîdiyan “avakiriye” lê berevajî, hemû kar û hewildanên wî li ser rastiyê ne.  Dibêje, êzîdî, “ji çi bawer bikin” ez wê baweriyê weke wan “dipejrinim”.

Bê guman ev îdîa (=bîroke) bo “guftûgoyeke çêker û piralî” girîng e; heta astekê dergeveker e. Lê tê zanîn ku “karûbarê bêlayen” di Tirkiyeya îroyîn de ne asan e. Her wiha heger heman kes hem kurdê misilman be û hem endam û zanistekî beşa zankoyeke karûbarê ayînnasiyê li dewleta Tirkiyeyê be hêj zortir e. Çima? Bo “karûbarê bêlayenî” divê kesê zanist hemû gotin, bêje û wişekên xwe di barê mijarê de bi zanîn, şarezayî û bi hişmendî hilbijêre û bi kar bîne, anî wan bipîve û li xwe û zanîna xwe zal be (=miqeyd be).

Lê Metin Bozan, profesorê Zankoya Diclê, Zanistê Dîroka Rêolên Îslam(2), hêj beriya behsa armanc, xal û tezên axaftina xwe yeko yeko bike, bîrokên xwe bi konferansê bide nasîn, gotin û tezên xwe weke “tora masîgiran“ pêşkêş dike. Li gorî wî ayina êzîdiyan oleke “tevlihevî, pêveker, batinî ye”(”senkretik, eklektik, batini“)(3).

Ev bîroka (=îdîa) B ne tiştekî nû ye û ne jî tenê ji bo ola êzîdiyan bi wate ye. Eynî tez bo gelek ayinan rast e. Mînak, peyamberê Îslam di Mekeyê de dilovan û aştixwaz bû lê di Medineyê de bû tundrew, şerker û “peyamşkest”. Her wiha wextê xwîner bê layen û bi çavekî vekirî li pirtûkên hersê “ayînên yekxwedayî” (=monoteistik) dinêrin, berhev dikin, dibînin ku gelek naverok û hemanên wan jî yek in an gelekî nêzikî hev in. Her çend ku wisa ye jî kesek nabêje ku ev ayîn ”tevlihev” û “pêveker” in. Lê divê bê gotin ku têgeha “batinî” ji bo gelek heman û pêwerên (normên) Êzîdiyatiyê bi wate ye.

Bi ya min mezintirîn hokara (=sedema) vê yekê jî ev e ku Êzîdiyatî hêj weke olên mezin baş ne hatiye pişkinîn û ne bûye cihê vekolînên berfireh. Lê hemû vêkolinên girîng ên nû di barê vê ayînê de şanî me didin ku ev ol bi gelek heman, pêwer û rêûrismên xwe aştîxwaz, xwezaperest û kurdewar e. Mînak, “nijadperestiyeke tund” weke ya Îslamiyetê ku hemû mirovên dinyayê parve dike ser pêgeha kesên “bawermend”(misilman) û yên “ne bawermend” di Êzîdiyatiyê de tune. Her wiha baweriyeke weke ya ku ola li bal Xwedê tenê Îslamiyet e di nava Êzîdiyatiyê de tune. Dîsa rêbaz û nerîneke weke ya Îslamiyet ku tevaya xaka dinyayê parve dike ser du beşan, anî Dar al-harb û dar al-îslam bo di pêvajoyê de bikaribe hemû desthilatdariya gerdunê têxe bin destê xwe ji Êzîdiyatiyê re xerîb e. Xwedayê kurdên êzîdî, Yezdanê Gewre, kurdîzan e, loma hemû rêûrismên êzîdiyan yên girîng weke qewl, jandil, diroz û çîrok bi kur(d)mancî ne.

Wekî din B di axaftina xwe de balê dikşîne ser çiroka afirandina êzîdiyan. Li gorî B êzîdî bi vê çîrokê diyar dikin ku ew pêkhateke “bijarte” ne. B dibêje, ku ev yek reflekseke “civakên girtî” ye. Dîsa li gorî wî êzîdî bi vê yekê bi şêweyekî ne rastexo “jinan” (afretan) biçûk dikin û ev yek taybetiyeke ayinên “batinî” ye.(4)

Bi ya min B bi vê nirxandinê diyar dike ku ew ne “bê layen”e, di bin bandor û karîgeriya Îslamiyetê û siyaseta dewleta Tirkiyeyê de maye. Hema di vir de divê bê gotin ku li gorî ayetên Quranê, mafê mêr ji yê jinan zêdetir e. Mêr dikare bi riya telakqberdaneke yekalî dev ji jina xwe berde bêyî dozeke dadgehî lê veke.  Wekî din mafê mêr e ku li jina xwe weke milk û zeviyên xwe tevbigere. Nexwe ne wekheviya nava jin û mêr di ayîna îslamî de ne cihê nîqaşê ye, diyar e.

Ji bilî vê B di axaftina xwe de behsa hinek têgeh û rêûrismên Êzîdiyatiyê dike ku hem di Îslamiyetê de û hem di Êzîdiyatiyê de weke hev in an bi nav yek in. Hema di vir de dibêje, wextê Şêx Adî çûye bal êzîdiyan, ew wî wextî misilman (5). Ya rast ev yek bo min hem nû ye û hem cihê sersurman e, her wekî heta roja me ji bilî birêz B tu zanistekî girîng ev yek wiha negotiye. Loma bo min diyar e ku B bi van gotinên bêbingeh dixwaze tevliheviyê dirust bike. Lê rast e ku Sêx Adî “sofiyekî rastîger” bû û wî Êzîdiyatî û rêûrismên wê gelekî nêzîkî xwe dît û loma ji êzîdiyan re bû “kesekî pîroz û rizgarker”. Bo vê yekê hemû zanistên girîng yên ewropî û rojhilatî weke Kreyenbroek, Raşo, Othman dibêjin, wextê Şêx Adî çûye bal êzîdiyan ew di reweşeke şepirze de bûn û pêwistiya wan bi “rizgarkerekî karîger” û jîr hebû, loma êzîdiyan bi germî pêşwazî li Şêx Adî kir. Loma zanistên di vir de bi navkirî li ser wê yekê kok in ku Êzîdiyatî weke rojperestî ji Îslamê kevintir e. Lê B ku pirtûkek jî di barê Şêx Adî de nivîsiye(6) dibêje, ku dîroka êzîdiyan tenê digihije serdema Şêx Adî (biner, xulek: 29:00) û êzîdî ji Îslamê veqetiyane.

Nexwe diyar e, her çend B di axaftina xwe de dibêje ku ew pazdeh sal in di vî barî de dixebite jî lê ne weke zanistekî Êzidiyatiyê, zêdetir weke kesekî bi hukmê pêşî behsa dîroka êzîdiyan û rêbazên Êzîdiyatiyê dike. Ya xirabtir birêz B bi van bîrokên çewt û nirxandinên neguncaw riya komelkujiyan li ser vê pêkhateya kurd ya biçkole dîsa vedike weke di serdema Evidlhemîdê Duyem de. Anî dergê ”guftûgoyeke çêker” di nava pêkhateyên kurd de girtî dihêle. Gelo ev axaftin xizmeta zanistiyê yan ya dagirkerên kurd û siyaseta wan dike? Gelo dijberiya êzîdiyan û belavkirina pêşderaziyan di berjewendiya kî de ye?

(1) Biner li “Yezidiliğin/Ezidilik Teşekkülü, Görüşleri ve Tarihsel Süreçte Farklılaşmalar”, https://www.youtube.com/watch?v=WreKNoNXNQM.

(2) (biner https://www.dicle.edu.tr/tr/birimler/ilahiyat-fakultesi/sayfalar/temel-islam-bilimleri-1011)

(3) biner, xulek: 5:40

(4) (biner li youtube, xulek: 10:59).

5- (biner, xulek: 1:17).

(6) (biner https://kidega.com/yazar/metin-bozan-141902)