Şoreşa 19’ê tîrmeha 2012’an li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwe re gelek guhertin anîn. Di her warê jiyanê de li şûna sazî û dezgehên rejîmê sazî û dezgehên rêveberiya Xweser hatin avakirin. Yek ji van saziyan jî di warê dadgeriyê de hin gavên girîng û guhertinên cewherî çêbûn.
Me der barê van guhertinan de ji parêzer Serhed Abdî pirsên xwe kirin. Abdî di bersivên xwe de li ser rewşa niha ya darazê rawestiya û behsa cudahiya di navbera dadgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dadgehên rejîma Şamê de kir. Her wiha Abdî li ser mijara darizandina çeteyên DAIŞ’ê û pirsgirêkên li pêşiya darizandina wan jî rawestiya û bi rojnameya me re ev agahî parvekirin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Piştî şoreşa 19’ê tîrmeha 2012’an pergaleke çawa ya darazê hat avakirin? Tu dikarî ji kerema xwe re behsa pêvajoya avakirina vê pergalê bikî?
Bi destpêka şoreşê re weke komîteyekê çêbû ji çend hevalan, biryar hat dayîn ku valahiya rêjîmê were dagirtin ji aliyê sûcên tên kirin û çawa em ê karibin çareser bikin li gorî felsefeya neteweya demokratîk, destpêkê lijneyên lihevhatinê hatin avakirin û malên jinan piştre jî dîwanên edaletê hatin avakirin. Ev yek ji Qamişlo bigire heta Dêrik, Efrîn û piştî rizgarkirina heremên weke Minbic, Tebqa, Reqa û Dêra Zorê li wan deveran jî meclis û dîwanên edaletê hatin avakirin.
Wekî tecrûbeyeke nû bû ku kurd bixwe karibin xwe bi rêve bibin û pirsgirêkên xwe çareser bikin lê sal bi sal me tecrûbe girt, heta avakirina Rêveberiya Xweser di 2014’an û pê ve damezrandina meclîsa dadweriyê ya jorîn paşê navê wê bû Meclîsa Dadmendiya Civakî û heta niha berdewam e.
Di ser komîteyên lihevhatinê stûna vê pergalê hat avakirin, ev ji bo civakê pêwîstiyek bû û hat xwestin ku civak xwe bi xwe bi rê ve bibe.
Cudahiya vê pergala darazê ya Rêveberiya Xweser ji ya di dema rejîmê de çi ye?
Cudahiya di navbera pergala berê ya rejîma Şamê û pergala Xweseriya Demokratîk de ew e ku biryar ne yek alî tên dayîn, heyet heye ji 3 heta 5 dadgeran e ew biryar didin û ne ferz e ku dadger zaningeha hiqûqê qedandibe, dibe ku zanistên civaknasî yan jî zanistên psîkologî xwendibin ew jî karin cihê xwe bigrin û di biryarê de xwedî rol bin. Her wiha cudayiya herî berbiçav ku binçavkirina kesan bê ku cihê wan werê diyarkirin di pergala me de tune ye.
Berevajî ya rêjîmê ku bi salan tên girtin û kesek nizane ew li ku girtîne, ew kesên girtî sax in an jî mirî ne.
Di milê cihê girtinê de jî pir cudahî hene, yanî di cihê girtinê de hemî alavên jiyanê yê pêwistiyên mirovan hene. Wekî mînak li girtîgehên Rêveberiya Xweser havînê klîmayên bayê sar û zivistanê jî kalorîfer ji girtiyan re tên vekirin.
Ji milê xwarinê ve jî xwarina paqij, 2 roj di hefte yê de goşt û fêkî didine girtiyan û ji wan re cihê sporê jî çêkirine. Dîsa jî ji wan re pirtûkên ku dixwazin tên û malbatên girtiyan her hefte tên serdana wan.
Ji girtina gumanbarekî/ê heta bi darizandinê di pêvajoyeke çawa re tê derbaskirin?
Dema ku gumanbarek tê girtin, komîteyên asayîşê lêpirsîna wî ya seretayî dikin, jê re dibêjin zepit, bê guman ev ji aliyê sûcên cezayî, ji ber ku pirsgirêkên medenî şêwazên wê yên din hene. Piştî ku ew zepit di belgeyên fermî de tê hazirkirin, komîteya asayîşê wê zeptê dişîne dozgeriyê.
Li dozgeriyê kesê/a tewanbar dikare ji xwe re parêzerekî bigire û li wir jî îfade û bersivên xwe dide.Heke sûc ne hewceyî darezandinê be dikare wî berde yan jî dozê li ba xwe dihêle û gava ku sûc rast be li gorî delîl û îsbatan be, usil û yaseyên cezayê tê darezandin û piştire ji mafê kesê/a girtî he ye ku biryarê îstinaf bike û dadgeha temîzê lê meyzîne.
Piştî wê yekê rê li pêşiya wî/wê vekirî ye ku giliyê biryarê bike yan jî muxasema dadgeran bike. Heke kêmanî yan jî ne li gorî usil û qanûnan di vê dozê de tevgeriyabin lê tê nêrîn û biryara heyta muxasemê biryara dawî ye.
Heke sûcê ku kesekî kiribe giran be û girêdayî wijdana civakî be, bi şêwazê platformê tê darezandin û gel bi xwe biryar dide û mînakên vê jî gelek çêbûn.
Rola jinan di destpêka şoreşa Rojava de û di rizgarî û parastina herêmê de roleke sereke û berbiçav bû, gelo rola jinan di sazî û dezgehên dadweriyê de heta çi radeyê ye û roleke wê ya çawa heye?
Rola jinên di şoreşa Rojava de ber bi çav e û bûye mînaka hemû jinên şoreşger û kedkar di cîhanê de.
Di pergala me de ji sedî 50’yê xebatkarên saziyan jin in, bi destpêka şoreşê re jinan cihê xwe di nava saziyên Rêveberiya Xweser de girt û bi tayebetî malên jinan. Niha 62 şaxên Mala Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene.
Di sala 2016’an de meclîsa jinan hatiye avakirin. Mala Jinan, Edaleta Jin û Sulh bi awayekî hevkar di kar û xebatên jinê de rolên mezin dilîzin.
Mala Jinan dozên ku li pêşiya wê nayên çareserkirin, bi mekanîzmaya rêxistinî berê xwe dide dîwana edaletê û bi biryarên adil dozan çareser dikin.
Edaleta Jinan ku rolên mezin di nava civakê de dilîze, ji xwe û civaka xwe re riya wekheviyê û demokrasiyê esas digire.
Edaleta Jinan roja ku hatiye avakirin heta niha dikaribû bi hezaran dozan çareser bike û bibe riya çareseriyê di nava civakê de. Niha edaleta jin bi awayekî serbixwe di nava edaleta civakî de cihê xwe digire.
Dema ku kesê/a tawanbar yek ji endamên hêzên HSD an jî YPG’ê be di heman darizandinê de derbas dibe yan jî dadgehên leşkerî yên cuda hene?
Dema ku tewanbar yek ji endamên hêzên leşkerî be wê gavê li gorî sûcê ku kiribe tê darizandin. Heke sûcên ku wî leşkerî kiribe sûcên medenî be yan jî bi kesine medenî re ketibe nava sûcan, ew li dadgehên medenî tê darezandin lê dema ku sûc leşkerî be û girêdayî alavên şer be, ew li gorî yasayên cezayên leşkerî li dadgeha leşkerî tê darazandin.
Gelek çete û malbatên wan bê darizandin li zindan û kampan tên rawestandin, an jî darizandinek der barê wan de heye û astengiyên li pêşiya darizandina wan çi ne?
Her lêpirsîn bi wan re tê kirin, ji ber ku gelekî girîng e, berî ku dem di ser bûyerên ku sûcdar tê re derbas bibe, lêpirsîn û tesbîta wê werê kirin. Ji ber ku di vî warî de gelek gotûbêj dihatin kirin ku çawa em ê karibin van kesên biyanî darizînin û li gorî çi yasayên navdewletî bêne darezandin.
Rêveberiya Xweser dixwest dadgeheke fermî navdewletî çêbibe, ji ber ku berî aniha di dîrokê de bûyerên wilo qewimî bûn û dadgehên navdewletî hatibûn avakirin mîna Kongo û Darfor û Rawenda lê ev dadgeh li vir çênebû ji ber vê Rêveberiya Xweser dadgeha parastina gel ava kir û ev dadgeh bi erkên xwe radibe der barê darazandina van kesan de li gorşî yasayên terorê yên ku ji alî Meclîsa Zagonsaz a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate erê kirin.
Gelek ji wan malbatên çeteyan biyanî ne û hinek ji wan jî ji Sûriyeyê ne, der barê yên sûrî de çi tê kirin?
Pirseke pir girng e, Rêveberîya Xweser û hemû pêkhatiyên wê beşek ji Sûriyeyê ne û ev sûc li erda Sûriyeyê hatine kirin û bê guman dibe ji mafê dadgehên Bakur û Rojhilata Suriyeyê wan dadgeh bike, û ew bixwe jî bi vê yekê razî ne, ji ber ku eger li dadgehên rêjîmê werin darezandin wê wan bidar vebikin lê di felsefeya me ya darezandinê de darvekirin tune ye.
Çima welatên cîhanê wan welatiyên xwe nabin ba xwe Yyan jî pêşiya darizxandina wan a li bakur û rojhilatê Sûriyeyê venakin?
Ez bawer im ev mesele mijareke siyasî ye û heta ku aramiyek û li hevhatineke siyasî ya giştî çênebe wê rewş wilo bimîne, ji ber ku eger werin welatiyê xwe bi rengekî fermî bibin, tê wateya qebûlkirina vê pergala me, tenê di mijarên zarok û jinên daîşî de birina wan tê kirin.
Ew jî di riya Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser de tê kirin, ew jî bi baldariyeke mezin imzeya xwe li kaxeza wergirtina jin û zarokên DAÎŞ’ê didin.
Gelek caran dixwazin ragihandin ne hazir be, weke me got mijar siyasî ye, çareya wê lihevhatineke siyasî ye.
Serhed Abdî kî ye?
Parêzer Serhed Abdî li gundê Til Marûf ê girêdayî navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo hatiye dinyayê. Di destpêka şoreşê de di xwendina xwe ya zanîngeha hiqûqê de cihê xwe di nava konfedrasyona Ciwanên Kurd ên Welatparêz de girtiye. Di 2013’an de perwerdeya xwe ya hiqûqî li Akademiya Mezopotamyayê kir. Di 2015’an de derbasî dozgeriya Qamişlo bûye û 2016’an de cihê xwe di nava dadgeha leşkerî de girtiye. Ji 2013’yan de li qadên cuda yên dadweriyê cihê xwe girtiye û heta niha jî weke parêzer cihê xwe di komîteya dadgehan gel de digire.
Hevpeyvîn: Qehreman îsa