12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sehîdê Îbo & Qurna min

Qurna Min bi helbestên xwe yên satîrîk berhemeke temsîlî ya rexneya civakî û edebî ye. Bê guman mînakên rexneya civakî û hicvê di gelek berhemên destpêkê yên helbesta modern a kurdî de jî xuya dibin, heta di şi’ra kurdî ya klasîk de jî hicv xurt e

Bi dehan berhemên nirxdar hene di nav gencîneya edebîyata kurdî ya Êvra Kavkazê de ku yek ji wan jî, li gel nivîskarê wê Sehîdê Îbo, Qurna Min e. Ev berhem bi tîpguhezî û amadekariyeke serkeftî ya Mehmet Yildirim Çakar di sala 2019’an de ji hêla weşanxaneya Avestayê ve hat çapkirin. Qurna Min cara yekem di sala 1963’yan de li Yêrêvanê bi ser navê Neşîreta Dewleta Ermenîstanê derçûye. Berhem wek berhevoka helbestan e û helbestên tê de beriya çapbûnê di hejmarên cuda yên rojnameya Riya Teze de jî hatine weşandin.

Sehîdê Îbo li bakur zêdetir bi romana xwe ya bi navê Kurdê Rêwî (1979) tê nasîn. Ji bilî Qurna Min, sê pirtûkên wî yên helbestê yên din jî hene: Bîst Salên Din (1970), Sînem (1975) û Azatî (1988). Ji bilî wan çar pirtûkên helbestan, du pirtûkên der barê zanista bijîşkiyê û pirtûkeke serhatiyê jî nivîsiye. Malbata Sehîdê Îbo ji wan kurdan e ku piştî şerê cîhanê yê yekem star li welatê nû yê Sovyetê dîtine. Sehîdê Îbo li Ermenîstanê perwerdehiya tibê dibîne û dibe bijîşkê zarokan. Li gel pisporiya xwe ya bijîşkiyê bi xebatên xwe yên edebî jî bûye kêliyeke giring ê nifşê zêrîn ê vê Êvra Kavkazê ya ku behsa xeberê ye. Her wiha di nav xebatên civakî de jî cih girtiye. Jiyana wî jî, wekî ya Wezirê Nadir, bi kuştineke kiryarê wê nediyar û bi awayekî şikber bi dawî dibe.

Li destpêka çapa 1963’yan a Qurna Min ji bo Sehîdê Îbo û helbesta wî wiha dinivîse: “Sehîdê Îbo dengbêjê roja me yê îroyîn e, şair û wetenhez e …. Cîkî başqe digirin şiêrêd satîryê, nava kîjana da şair qerfê xwe li wan nivîskar’ û maqûla’ dike, yêd ku bi nexweşdîtya xwe va, bi xeysetêd xwe ye xirab va meriyêd xebatkar şerpeze dikin. Ev pêşgotin fikrekê derbarê helbesta Sehîdê Îbo dide me ku di mînakên jêr de jî xwe nîşan didin.

Qurna Min bi helbestên xwe yên satîrîk berhemeke temsîlî ya rexneya civakî û edebî ye. Bê guman mînakên rexneya civakî û hicvê di gelek berhemên destpêkê yên helbesta modern a kurdî de jî xuya dibin, heta di şi’ra kurdî ya klasîk de jî hicv xurt e û di nimûneya Şêx Riza Telebanî de bi awayekî pirole jî derdikeve pêş me, an ku rexne û satîr ne bi tenê xasyetên helbesta Sehîdê Îbo ne. Lê tişta ku rengekî cuda dide hicva wî ew e ku wî mijarên rexneyê yên roja xwe dagerandiye temsîlên mayinde. Wî rewş, takekes an jî bûyerên dema xwe bi şêwaza xwe ya yekta wisa krîstalîze kiriye û ew kirine qalib û tîpolojiyên têgîner ku îro jî, piştî şêst heftê salan, hîn jî cîgiriya rewş, takekes û mijarên îronîk dikin.

Em hema bi çend nimûneyên helbestan angaşên jor bi kurtî rave bikin. Helbesta jêr a bi navê Kurdê Durû – Duastar rexneyeke xurt û binecî ya tîpolojiyeke binas a civaka kurdan e.

Du rûyê wî ne, du astar

Xeber dide hal û qal,

Awqa paya dide xwe,

Pesna li xwe dike bar,

Gilyê şîrin dirêje,

Ku ew kurdê lap pêş e,

Lê heyf, hezar û hezar,

Ew bi Kurdî nizane,

Du cara dudu dike çar (1958).

Bi vê helbestê em tê derdixin ku welatperweriya gotinkî û nezanîna welatparêzan a bi zimanê xwe bi tenê kêşeyeke wan bîst salên dawî nîn e. Wisa diyar e ku li welatê Sovyetê jî, ku derfetên hînbûn û bikaranîna zimanê kurdî zêdetir bû, nakokiyeke wekî dûrketina ji zimanê kurdî bes angaşta temsîla kurdbûnê ya heman kesan hebûye, her wekî îro û bi taybetî jî li bakur.

Helbesta Dengbêjê ‘Eslî diziya keda hunerî dike armanca tîrê rexneyê ku ew dizî hem behsa diziya ji çanda kurdî dike û hem jî diziya navbera kurdan jî destnîşan dike. Her wisa, helbestvan navûdengiya zorpêdayî û kûşpenetî jî di nav risteyan de rêz kirine.

Ji cima’etê didize,

“Keleşo” û “Bejna

Ders dike û dirêje,

Bê xwê, bê te’em dipêje,

Qure dibe çawa dîk,

-Ez im dengbêjê eslî. (1959)

Di Helbesta Topê Qersê de, Sehîdê Îbo barê îroniya daye ser helbesta nebaş, helbesta bêîmaj û bênaverok. Helbestvan di vê şêwaza xwe ya tund de bi têra xwe bêpiyar e.

Min xwend poêma te,

Lê, pizmamo, nevêje kesî,

Naê bîra min tiştek,

Xênjî “Topê Qersê”.

Poêma te sê sîtil av,

Xwe bîter nave li nav. (1958)

Xulase, helbestên di nav berhema Qurna Min de çêjeke saf a xwendinê didin xwînerên xwe û hêjayî dahûrînên cihêreng in li dor mijara rexne û satîra serdemî û herdemî. Û helbet li benda eleqeya xwînerên kurdî ne jî.