Hunermend Kasim Taşdogan klîbeke ku bala her kesî bikişîne ser xwe amade kir. Taşdogan ev demek bû li ser klîba strana “Mîrate” dixebitî, bi dawî kir û weşand. Taşdogan di gotinên stranê û dîmenên di klîbê pevxistiye bale dikişîne ser talankirina mîrateyên kurdan.
Talana Heskîfê û rûxandina peykeran
Di klîbê de ji dîmenên talankirina bajarê dîrokî û qedîm Heskîfê bigire heta peykerên rewşenbîr û zarokên kurdan ên ji aliyê dewletê ve hatine kuştin û ku ji aliyê qeyûman ve hatine hilweşandin tên nîşandan. Bi taybetî di klîbê de cih daye hilweşandina peykerê 34 qurbaniyên Roboskiyê yên li Amedê.
Her wiha di klîbê de bal kişandiye ser hilweşdaninên cihê dîrokî û peykeran ku ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hatibûn. Di klîbê de dizî û talankirina darê zeytûnên Efrînê jî hatiye nîşandan.
Di klîbê de dîmenên birîna darên li herêma Botanê jî hatiye nîşandan.
Gotinên stranê wiha ne:
Mîrate
“Koka dara şîn
Ji bin ve nayê birîn
Bê giyan û bê hilm hiştin
Bihara me dizîn
Hebûna te zor û tade
Mayina te nema zêde
Mîrateya te ya rizî
Tenê talan tenê dizî
Ne xezeb û ne nifiran
Nakim li we mêtîngeran
Ka guh bidin vê hewarê
Ava bikin qesra starê”