12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Salvegera 19’emîn a serhildana 12 adarê

Du dîrokên ji hev dûr li 2 bajarên ji hev dûr, ya pêşî di 12'ê adara 2004’an li Qamişlo û ya din li Bursayê Tirkiyeyê di 5 adara 2023’an de. Her çendî ku dîrok û bajarê ji hev dûr bin nêzîkatî û hişmendiya ku li dijî kurdan hatiye kirin gelekî dişibin hev.

Her çendî ku yek ji wan ji aliyê faşîst û nijadperestên ereb ve hatibe kirin û ya din ji alî nijadperestên tirk ve hatibe kirin zihniyet, hişmendî û armanca wan gelekî dişibe hev û mirov dikare bêje yek tişte ew jî dijminahiya kurdan û bêtehemûliya wan a li hemberî serkeftin û destkeftiyên kurdan di her warî de ye.

11’ê adara 2004’an çi qewimî?

Di 11’ê Adara 2004’an de roja înê, di nav tîma futbolê ya kurd a bi navê Cîhad û tîma ereban a bi navê Fîtûwe dê lîstikek pêk bihata. Wê rojê bi sedan kurd ji bajarên wekî Dêrik, Tirbesipiyê, Serêkaniyê û Amûdê hatibûn stadyûmê. Li Sûriyeyê roja înê betlaneya fermî hebû û ji ber vê jî gelek kes çûbûn lîstîka futbolê. Kurdên ku dihatin qadê, rastî lêgerîna polîsên Sûriyeyê dihatin. Hemû kêr û tiştên bi wî rengî ji wan hatin standin. Lê erebên ji bajarê Dera Zorê dihatin, hemû bi kêr, kevir û çekên xwe ketin hundirê stadyûmê.

Gelek erebên ku ji bajarên der û dorê hatin bajarê kurdan Qamişloyê, diruşmên li dijî kurdan û provokatîf gotin. Hin ji van sloganên ev bûn; “Bijî Sedam”, “Bila bimirin pêşengên kurd” û “Helepceya duyemîn wê bê serê we”. Erebên nijadperest ên li stadyûmê bi vê jî têna xwe neşikandin û posterê Sedam Huseyîn vekirin. Ji ber van sloganan, beriya lîstikê di nav ciwanan de hin devjenî û pevçûnan rû dabûn. Lê dema lîstîka futbolê dest pê kir, Erebên nijadperest êrişên fizîkî birin ser kurdan. Di serî de polîs di nav kurd û ereban de sekinîbûn. Lê dema êrîşên erebên nijadperest dest pê kirin, polîs ji nav wan derketin. Li ser vê yekê jî erebên nijadperest bi kevir, kêr û çekan êrîş bire ser kurdan.

Bala xwe bidin van detayan û tiştê ku li Bursayê qewimîn bînin ber çavan. Di hemû lîstikên futbolê de li Tirkiyeyê nahêlin kes tiştekî bi xwe re derbas bike stadyûmê, heta bi çeqmaqan jî ji wan distînin. Lê dît ku çawa alîgirên Bursasporê gelek tişt bi xwe re derbas kiribûn û êrîşî lîstikvanên Amedsporê kirin. Her wiha helwesta polîsên tirk jî ne dûrî ya polîsên Sûriyeyê bû.

Her wiha sloganên wan jî ne dûrî yê nijadperestên ereb bûn. Di her du bûyeran de jî wêneyê kujerên kurdan hatin bilindkirin û gef li kurdan hatin xwarin.

Destwerdana leşkerên nîzamê

Piştî vê yekê leşkerên nîzama Beasê yên ku li nêzî Meydana Futbolê hatibûn bicihkirin, bi armanca ‘destwerdana şer’ hatin ber stadyûmê. Gelek eskerên ku di nav wan de parlamenter û fermandarê herêmê jî hebûn, bi ser kurdan de gule barandin. Di bûyerê de, kurdê bi navê Ehmet Xelîl Muhamed jiyana xwe ji dest da. Li gorî şahidên bûyerê, Xelîl Muhamed hewl dida ku zarok û birîndaran ji stadyûmê derxe derve û li ser vê yekê jî eskeran ew kuşt. Di êrîşê de tevî wî bi giştî 8 welatî hatin şehîdkirin.

Serhildana 12’ê Adarê

Roja 12’ê Adarê, ev bûyer di hemû çapemeniya welatên ereb de wekî şerekî ji rêzê hate binavkirin. Jixwe, qet behsa kuştiyan jî nehate kirin. Di 12’ê Adarê de gelek kes hem li bakur û hem jî li başûrê Qamişloyê civiyan. Girseyê ji du aliyan şehîdên xwe girtin û ber bi navenda bajêr ve meşiya. Kurdan bi armanca ku vê êrîşê şermezar bikin dest bi meşê kir. Ev serhildan bi însiyatîfa gel pêk hat û hemû rêxistinên kurdan jî di serhildanê de cihê xwe girt. 8 kesên di êrîşê de hatin qetilkirin, wekî şehîdên Kurdistanê hatin îlankirin û merasîmên oxirkirina wan bû serhildaneke mezin. Piştî wê pêla girtina bi sedan ciwanên kurd dest pê kir. Di serî de ciwanan hemû gelê bajarê Qamişlo dest bi serhildanê kir û di demeke kurt de ew serhildan li hemû bajarên rojavayê Kurdistanê belav bûn.

Serhildana rojava dest pê kir

Di serhildanên li Qamişlo û tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê, Şam û Helebê de, hêzên rejîma Baesê êrîş birin ser kurdistaniyan û di komkujî û serhildanê de herî kêm 40 welatî şehîd bûn, bi sedan ciwan, û heta li gorî hin daneyan, qederê 2 hezar kesî hatin girtin.

Di vê serhildanê de ku li seranserê bajarên rojavayê Kurdistanê û bajarên Heleb û Şamê jî belav bû, bi giştî derdora 40 kesan jiyana xwe ji dest da ku di nava wan de zarok jî hebûn.

Her çendî ev her du bûyerên gelekî bişibin hev û gelekî ji hev dûr bin jî lê di bingeha xwe de ji ber yek armanc û yek hişmendiyê derketin holê. 12 adarê li Qamişlo û 5 adara 2023’an li Bursayê yek hişmendî û yek armanc hişmendiya bêtehemulya li hemberî serkeftin û destkeftiyên kurdan. Her du bûyer jî ji aliyê hêzên tarî ên komploger ve hatin kirin.

Çawa ku di 2004’an de rejîma Beasê û hêzên tarî dixwestin ku kîn û dijminahiyê di navbera kurd û ereban de biçîne, di 2023’yan de li Bursayê jî hêzên tarî dixwestin ku vê kîn û dijminahiyê di navbera gelê kurd û tirk de gur bike. Lê di wî warî de her du alî jî bi ser neketin. Li Sûriye û rojavayê Kurdistanê ew serhildana gel a li dijî vê komployê bû bingeha serhildana mezin a gelê Rojava û bi têkoşîna xwe gelek destkeftî û serkeftinan taceser kirin.