Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû serdana navçeya Elbistana Gurgumê ku navenda erdhejê bû, kir. Kiliçdaroglû û şandeya pê re serdana konbajarê ji bo mexdûrên erdhejê hatiye çêkirin, kir. Kiliçdaroglû rewşa mexdûran pirsî û li gilî û gazinên wan guhdarî kir. Kiliçdaroglû li vir bersiva pirsên rojnamegeran da.
Wê xaniyên ewle çêkin
Kiliçdaroglû spasiya şaredariyên wan ku li herêma erdhejê dixebitin kir û dest bi axaftina xwe kir. Kiliçdaroglû sersaxî ji qurbaniyan û xizmên wan re xwest. Rojnamegeran têkildarî ranta ku parlamenter û rêveberên AKP’ê li Elbistanê kirine ji Kiliçdaroglû pirsîn û namzet Kiliçdaroglû wiha got: “Ji niha şûn ve her kes wê di xaniyên ku li ber erdhejê li ber xwe bidin de rûnê. Li herêmên erdhejê wê her kes di xaniyên biewle de rûnê.”