12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Duristî jehrkuja durûtiyê ye

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Nîşana yekem a duristiyê, rastî û rastgotinî ye. Belê rastgotinî jî bi tena serê xwe ne pîvana duristiyê ye. Nîşana duristiyê ne gotina bidev e; kiryar û tevgera şênber e. Lewre duristî hestyarî, pejnkarî û rastiya heqîqetê divê

Ne tenê îro; ji do heta îro têgîna ku di her dem û serdemê de hatiye pesinandin û ecibandin duristî ye. Kengî û li ku dibe bila bibe, duristî hem nîşana dilsozî û dilpakiya mirov û hem jî pîvana ewlebûn û pêbaweriya mirov e. Ligel ku hemû mirov rastî û duristiyê diparêzin û der heqê wê de pend û şîretan li hev du dikin jî tiştê ku herî kêm bi mirovan re peyda dibe mixabin duristî ye. Ji ber vê yekê ye ku li ser rûyê erdê qencî, dilpakî, piştgiri û alîkarî her ku diçe kêm dibe.

Gelek caran ji bo ku em kesên pêşberî xwe neêşînin, em fikr û ramanên xwe vedişêrin an jî li gorî dilê wan diaxivin. Ev tişt bi xwe re durûtiyê tîne. Durûtî dijberê duristiyê ye. Nêzîkbûna me ya îroyîn bi gelemperî bi hestyari û gelek caran jî bi helwestek neyînî pêk tê. Her kes vê yekê qebûl dike ku reftarên hestyar û alîgir mirov ji duristiyê bêtir ber bi durûtiyê ve dikin. Heçku duristî bi dilsoziyê re, dilsozî bi dilpakiyê re û dilpakî jî bi heqîqetê re li hev e.

Azadîxwazî û berpirsiyariya me ya jiyanê di cîhana rastîn de gelek caran me ditirsîne. Durûtî û duristî ew qas tevlihev bûne ku êdî em bi zelalî nema dizanin ka çi durûtî yan jî çi duristî ye. Nîşana yekem a duristiyê, rastî û rastgotinî ye. Belê rastgotinî jî bi tena serê xwe ne pîvana duristiyê ye. Nîşana duristiyê ne gotina bidev e; kiryar û tevgera şênber e. Lewre duristî hestyarî, pejnkarî û rastiya heqîqetê divê. Hestyarî, pejnkarî û hesasiyeta heqîqetê ew e ku duristî di kesayeta mirov de bi cih bûbe. Bi vegotineke din; rastbûna di gotinê de tiştekî hêsan e belê ya zehmet kiryar û tevgera mirov e. Rastgotin û xweşkirina bidev, zimanê kesayetiyê çalak dike, belê çalakiyê pêk nayîne. Tiştê ku duristiyê li cewher û tevgerê zêde dike tenê ne gotina bidev e; lihevderketina gotina bidev û bizava mirov e.

Ji ber ku duristî mirov ber bi jiyaneke azad û birûmet ve dike, tiştê ku duristiyê asteng dike jî gotina derew û helwesta durû ye. Axaftina derew an jî derewkirina peyvan, derî li ber ketina vîruseke jehrîn vedike ku berî her tiştî kesayetiya mirov dilewitîne, peyre ewledariyê difelişîne û taliyê jî mirov bê qîmet dike û dihetikîne. Çimkî duristî nîşana derbirina hundirîn a xweewlehiyê bixwe ye. Tiştê ku wê asteng dike jî durûtiya mirov e.

Heke mirov bi rastî bibêje; xweewleyî her gav duristî û rastdariyê pêk nayîne. Belê duristî hem ewledariya mirov û hem jî xwebaweriya mirov pêk tîne. Axaftina têkildarî rastiyê, mirov her tim ber bi mijara duristiyê ve dike. Gelek ramanwer peyamber (pêxember) jî li ser vê mijarê sekînene. Hema bigirin hemû pirtûkên pîroz duristiyê wekî bingeha exlaq, ewlemendî û bawermendiyê dibînin. Belê ji ber ku pirtûkên pîroz ji bo astengkirina durûtiyê cezayê giran(dojehê) û ji bo berpêvebûna duristiyê jî xelateke mezin (bihuştê) nîşan didin; liv û tevgerên mirov ên ji tirsa cezakirinê û yên bi hêviya xelatkirinê her gav mirov ber bi duristiyê ve nakin. Bi qasî ku tirsandin kesayetiya mirov vedişêre, xelatkirin jî ew qas duristiya mirov dinixumîne. Duristî ew e ku mirov di hemû şert û mercan de rastiyê biparêze û bi heqîqetê re li hev be. Çawa ku qencî û dilpakiya mirov a ji ber tirsê ne mayînde ye, qencî û dilapakiya mirov a ji ber xelatê jî ne mayînde ye. Di her du rewşan de jî xudbînî, xweperestî û berjewendî derdikevin pêş. Lê li gel vê rastiyê, hin dozîniyên ku mirov ber bi meyldariyên exlaqî ve dikin û dibin sedema tepisandina daxwaz û pêdiviyên me yên bingehîn jî hene. Ango; tepisandina meylên me yên dozînî, hin caran dibin sedema nexweşiyên derûnî. Ji bo duristiyê jî pêdivî bi hest û fikrên azad heye. Tiştê ku dibe sedema duristî û tenduristiya mirov a derûnî, azadbûna dozîna mirov e. Azadbûna dozîna mirov ji hêla bijîjkên hişnasiyê (psîkiyatrîstan) ve bi gelek awayan tê nîqaşkirin. Gava ku berjewendiyên mirov derdikevin pêş, duristî li paş dimîne. Gava ku duristî li paş dimîne durûtî teqez derdikeve pêş. Duristî û durûtî her du du dıjberên miqim ın. Her du jî ji hev dixwin û tu car li hev du nakin.

Baş tê zanîn ku; bi gelemperî mirovên rastgo durist in, belê mirovên derewîn durû ne. Mirovên durist her gav ji mirovên durû azadtir ewlemendtir in. Sedema wê jî ew e ku fikra mirovên durû û derewîn ne aidê wan e. Ji ber ku mirovên durû koleyên serdestiyê û bendeyên desthilatdariyê ne; wekî her tiştî duristiyê jî li gorî berjewendiyên xwe pênase dikin. Ji bo pêşvebirina xwe-pejirandinê û berjewendiyên xwe yên kesane/rojane, zimanê raveker ê mirovên durû her gav diguhere. Wekî berdevkê dethilatdariyê û parêzvanê desthilatdariyê misêwa di suxreya hêzên serdest de ye.

Taybetiyên mirovên durist, taybetiyên mirovbûnê bixwe ne. Mirovên durist derewan nakin. Li ser soza xwe disekinin. Bi liv û tevgerên xwe dibin nimûne. Karê xwe di wextê de dikin. Devê wan û dilê wan yek e. Ewlemend in û ewleyiyê didin kesên pêşberî xwe. Tu kesî naxapînin. Ji dil û can in. Ji mirovan hez dikin û ji aliyê mirovan ve tên hezkirin û rêzgirtin. Kedhelal in û karê xwe baş dikin. Fen û fûtan nizanin. Dek û dolaban nagerînin. Xwe ji ber peywir, binbarî û û berpirsiyariyê nadin alî. Ji berjewendiyên xwe yên kesane bêtir di berjewemndiyên civakê de difikirin. Konetî, xapandin û mizawirî li cem wan nîn e. Ji hevalên xwe bêtir, xwe rexne dikin. Şaşî û xeletiyên xwe qebûl dikin û ji bo sererastkirin û edilandina wan hewl didin. Rastiyê berevajî nakin. Bûyerên neyînî bi xweşbînî pêşwazî dikin. Bi reşbînî nêzîkî tiştan nabin. Li mafê xwe xwedî derdikevin û mafê tu kesî binpê nakin. Peyva wan peyman e. Bi mirovan ewle dibin; belê bi tedbîr û bergirî tevdigerin. Hevalên xwe tu car li nîvê rê nahêlin. Li nirx û hêjahiyê xwe xwedî derdikevin. Her gav piştgirî û alîgiriya kesên bindest dikin. Li cem mirovên heqdar cih digirin. Li pêşberî neheqiyê bêdeman û bêeman in. Mirovên herî bi rûmet û bi xwe re li hev mirovên durist in.

Mirov ji bilî xwe dikare her kesî bixapîne; belê nikare xwe bixapîne. Mirov dikare derewan li her kesî bike, belê nikare derewan li xwe bike. Bi qasî ku mirov bi rewşa xwe dizane, tu kes nizane. Bi qasî ku mirov bi duristiya xwe dizane tu kes nizane û bi qasî ku mirov bi durûtiya xwe dizane tu kes nizane.

Mirovên durist, ji du şaşiyan yekê napejirînin; ew her gav rastiyê hildibijêrin û rastiyê vedibêjin. Xwe binbar û berpirsiyarê rewşa ku tê de ne dibînin û li gorî wê tevdigerin. Rastiyeke wan heye û li her derê wê rastiyê diparêzin. Ne bi ya piraniyê dikin û ne jî li gorî biryara piraniyê tevdigerin Lewre baş dizanin ku piranî her gav ne pîvana rastiyê ye.

Şert û mercên îro û pergala vê dinyayê mirovan neçar dihêle ku an duristiyê yan jî durûtiyê bikin. Yek dijberê ya din e. Yek yekê têk dibe. Yek li ya din dihesile. Mertebeya mirovbûnê a herî berz û bilind duristî ye. Durûtî dijminê duristiyê ye. Belê duristî jî jehrkuja durûtiyê ye.