Erdheja 6’ê Sibatê ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê rojeva sereka ya cîhanê bû. Bi armanca piştevaniya mexdûrên erdhejê re sazî û rêxistinên ku me qet navê wan nebihîstine jî ketin nava liv û tevgerê. Li seranserê cîhanê bi pêşengiya saziyên xêrxwaziyê û civakî kampanyayên gelek mezin hatin destpêkirin. Ji bo gelên herêmê tramvaya vê felaketa mezin derbas bikin ji gelek milan ve piştevanî heye. Li welat û derveyî welat piraniya aktîvîteyên çandî, sportîf û hwd. hatin betalkirin. Her kesî bala xwe da ser erdhejê û xwest destê alîkariyê dirêjî mexdûran bikin.
Di vê çarçoveyê de Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di 10’ê sibatê de bang li hêzên leşkerî yên Tevgera Azadiyê kir. Di bangê de hate gotin ku di vê pêvajoya giran de bi armanca pitşevaniya mexûrên erdhejê û parvekirina êşan wan derbasî qonaxa bêçalakîtiyê dibin. Ev banga mirovî û wîjdanî ji aliyê gelek derdorên civakî û demokratîk ve bi erênî hate pêşwazîkirin.
Bê gûman ne tenê Tevgera Azadiya Kurdistanê, hemû partî, rêxistin, sazî û komelyên mirovî û xwedî wîjdan jî di vê demê de bi hewara mexdûrên erdhejê ve çûn. Ev piştevanî gelek caran ji aliyê saziyên dewletê ve hate astengkirin. Dewleta tirk a ku bi hewara gel ve neçû, bi van astengiyan ve piştevaniya bi gel re asteng kir. Jixwe şefê rejîma faşîst Erdogan bi awayekî bêşerm û bêfedî derket pêşberî kamerayan û li xwe mikur hat ku ew di dema xwe de bi hawara gel ve neçûne.
Ji ber ku em vê dewleta qirker a ku li ser xwîna gelan hatiye avakirin dinasin, gazinc û loma jê nakin. Ev rastiya wê ye. Ji ber ku di karekterê wê de alîkariya mirovî û hevkariya bi mirovan re nîn e em nikarin bibêjin çima bi gel nebû alîkar. Yên vê dewletê nas dikin û dizanin li ser çi têgehê hatiye avakirin baş dizanin ku ew tu carî pêdiviyên gelan naxe pêşiya berjewendiyên xwe.
Bi deh-hezaran kesan jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku di dema xwe de mudaxele nehat kirin her ew qas kes di bin kavilan de man û bi mirinê re rû bi rû hatin hiştin. Artêşa tirk ku bi pereyî vî gelî tê fînansekirin û mezinkirin di rojên herî zahmet de li şûna bi hawara gel ve biçe dîsa li pêy rijandina xwîna kurdan bû. Jixwe wezîrê şerê qirêj ê tirk Hûlûsî Akar ku ji qelemşorekî AKP’ê re axiviye li xwe mikur hatiye. Hûlûsî Akar îtîraf dike ku ji ber şerê li hemberî kurdan wan esker ji bo erdhejê wezîfedar nekirine û ev tişt got: “Hûn dizanin erka Artêşa Duyemîn çi ye, ev artêş li ku derê wezîfedar e? Ev artêş ji parastina sînoreke bi dirêjiya hezar kîlometre û firehiya 240 kîlomtreyî wezîfedar e. Ma me rabûya û ew esker ji Sûriyeyê derxistana, me ew ji Iraqê derxistina? Dibe ku korên naxwazin bibînin hebin. Lê derdê me cuda ye. Heke ne ev esker bin wê kî wê li van sînoran bin?”
Akar, bi van gotinan îtîraf kir ku li rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê derfetên xwe di şerê li dijî kurdan de bi kar tînin. Di van çend rojên dawî de bi hevkariya PDK’ê li dijî Şengalê bi balafirên bêmirov û biçek çend êrîş pêk anîn. Bi heman awayî êrîşan dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî. Di van êrîşan de bi awayekî plankirî rêvebirên civakê hatin hedefgirtin. Tişta balkêş piştî vê felaketa mirovî ya erdhejê êrîşên artêşa tirk li dijî van herêman zêde bûn.
Li hemberî van êrîşên ku bi her awayî li dijî peymanên navneteweyî ne bêdengiyeke mezin heye. Dewleta tirk a dagirker ji bo van êrîşên xwe yên terorî rewa nîşan bide diyar e gelek welat û hêzên herêmî îqna kirine. Lê her kes dizane ku di bingeha van êrîşan de dijminantiya li dijî gelê kurd heye. Deshilata faşîst û qirker a AKP-MHP’ê ku li ser vê hatiye avakirin ji bo temenê xwe dirêj bike di vê siyaseta şer de israr dike. Ji ber ku ew jî dizane ku ger li herêmê aramî û xweşî bi pêş bikeve wê êdî nan ji wan re nemîne. Lewma di van rojên herî giran ên ku gel dijî de jî ew xwe û berjewendiyên xwe difikirin. Li gorî wê tevdigerin û derfetên ku bi bacên gel hatine avakirin ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj bi kar tînin.
Dewleta tirk a dagirker bi tu awayî nikare êrîşên li ser Şengal û rojavayê Kurdistanê rewa nîşan bide. Mirov nikare van êrîşan weke ku wezîrê şerê qirêj Hûlûsî Akar dibêje di çarçoveya parastina sînoran de bigire dest. Ew jî dizanin ku tu rastiya van gotinan nîn e. Di rastiyê de armanca van êrîşan berdewamkirina fermana li ser civaka êzîdî ye. Tişta ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmê nîvco hiştibû îro ew bixwe hewl didin temam bikin. Di van êrîşan de her çiqas rola dewleta tirk heye her ew qas erk û berpirsyariya rêvebiriya Bexda û Şamê jî heye. Bêdengiya li dijî van êrîşan dihêle ku dewleta tirk a dagirker wisa bi çavsoriyeke hîn mezintir êrîş bike. Ger di dema xwe de li dijî van êrîşan xwedî helwestbana wê di vê astê de êrîş çênebûna. Lê mixabin dema mijar dibe kurd dijmin jî dibin dost.
Di vê rewşa kambax de tişta ku nayê famkirin ehmeqiya PDK’ê ye. Gelo PDK’ê li ser çi esasî hêvî dike ku bi dewleta tirk re bibe dost. Ev dostaniya sexte wê roj bê serê PDK’ê pir biêşîne. PDK tevî rabirduya xwe ya nêzî 75 salan jî hîn nizane kî dost e kî dijmin e.
Tiştê dewleta tirk bi serê kurdên Başûr kiriye ji bîr kiriye û niha hemû derfetên gelê Başûr ji bo bi dewleta tirk re bibe dost pêşkêş dike. Lê divê bizanibin ku “dijminên baba nabin dostê lawa.” Ger îro li şûna Hewlerê di hedefan wan de Şengal û Rojava heye ev ne ji ber dostaniyê ye. Ev ji ber têkîliyên berjewendiyê ye. Ger rojekê ev hevkarî têk biçe li şûna Şengalê wê hedefa sereke bibe Hewler. Divê mirov her dem vê pirsê ji xwe bike; li vê herêma ku siyaseteke piralî lê tê meşandin ger aliyek derkeve bibêje ez ê bi te re tevbigerim divê tu rûnê û bifikirî, ger yek derkeve bibêje ez diparêzim divê tu rûnê û du caran bifikirî. Ji ber ku li vê herêma ku hemû hêzên cîhanî li pey berjewendiyên xwe ne, ne diyar e kî ji kê çi diparêze.