Îro saet di 14.00’an de Amedspor û Bûrsaspor ku di Koma Spî ya Lîga Duyemîn de têdikoşe wê bên pêşberî hev. Beriya maçê duh lîstikvanên tîma Amedsporê çûn Bursayê û li oteleke bajar bi cih bûn. Bi dehan nîjadperestên alîgirên Bursasporê şevê din çûn ber deriyê otela ku lîstikvanên Amedsporê lê diman û dirûşma nîjadperest a “Çi bextewar e yê ku dibêje ez tirk im” berz kirin.
Dîmenên têkildarî vê êrîşa nîjadperest li ser gelek hesabên medyaya sanal hatin parvekirin û li dijî gotinên nîjadperest bertek hatin nîşandan.