12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pîroziya rengê pîroze

Reng bi awayên cur bi cur tîrêjên standin û dana rûyên tiştan in. Ev tîrêj dema dikevin çavan, çav awayên wan tîrêjan ji hev cuda dikin,  her yek û bi awayekî taybet û cuda ku jê re dibêjin reng.

Reng peyveke resen û sagîn a kurdî ye ku hezaran sal in ji dapîr û bapîran ji me re maye. Peyva rengê vedigere protoîranî ‘ra(a)j’ anku ‘renj’ ê. Di Avestaya Kevin de ‘aranjanam’ anku ‘arrenjenam’e lê bi awayê ‘haraanzanaum’ anku ‘harrenxenawm’ê jî kara ye di wateya ‘arasîn, xemlandin’ê de. Di pehlewanî de ‘rng’ û ‘reng’e. Her wiha ‘brng’ an ‘ebreng’ê jî di wateya ‘bedew, narîn’ê de. Helbet peyva ‘reng’ê ketiye gelek zimanên din ku ji ber dirêjbûna mijarê naxwazim amaj bidim hemûyan.

Reng di warê wate û mebestan de xwedî roleke mezin in. Di warên fizîkî û kîmyayî de, di warên xwezayî û jîndeyî de, di warên ziman û çandî yd. de jî reng roleke mezin dibîne. Bi taybet di zimanê kurdî de ku zengîntirîn zimanê cîhanê ye di warê reng û cureyên rengan de. Ferhenga Pazarê ji amadekariya Seher Moezî zêdetir ji 74 hezar navê rengên kurdî di xwe de dihewîne. Ev ferheng mezintirîn ferhenga rengan e li ser asta hemû cîhanê ku di zimanekî de(zimanê kurdî) zêdetirî heftê û çar hezar navan tenê yên reng hebin.

Xencî wê kurdî bo gelek wate û mebestan sûd ji rengan werdigire û mebestên xwe pê derbêj dike. Weke mînak: ‘rengzer, rûreş, rûspî, rûzer, rûsor, destşîn, destkesk, dilreş, dilspî, destrengîn, keskesor, rengal, rengereng, reng û reng, hemereng, rîspî(bo mêr), serspî (bo jin), destspî yd.. Reng rol di awayên mirovan li cîhanê de jî dibîne û em bi reng jî dikarin nasnameya mirovekî bi hêsanî nas bikin. Her wiha reng roleke sereke dibîne di cudabûna awayên heşî, ajal û mirov û tiştan jî. Xeyn ji wê reng weke guzariştê jî di cîhanê de roleke mezin dibîne her weke ‘rengê spî, rengê aştî, pakî, bêsûcî û valahiyê ye, rengê reş rengê desthilat, xem, wêrekî û nîhaniyê ye, rengê şîn rengê tenahî û xem, îcat û aramiyê ye, rengê sor rengê evînî û hezgîniyê ye, rengê penbe rengê xeyalî û nazikiyê ye, rengê kesk rengê bext, selametî, dexesî û xwezayê ye, rengê mor rengê saman, şahane, nîhan, xeyalê ye, rengê zer rengê hermî, ronahî, enerjî, balkêşiyê ye, rengê narincî(portuqalî) rengê enerjî, bextewerî, balkêşî, peroşiyê ye, rengê qahweyî, rengê xweza, hêz, parêzî, tehayî yd..’  Heta kurd sembol û pîrozweriya xwe jî bi reng tabîr û guzarişt dike ku ‘kesk û sor û zer’in. Helbet xeyn ji wan mijarên ku me li amaje pê dan, gelek reng û cureyên reng hene di çand û baweriyên kurdan de xwedî pîrozî, giringî, mîsyon û wateyên xwe ne ku yek ji wan rengê ‘Pîroze’ye. Rengê pîroz ji nav û navlêkirina wî re xuya dike ku ji bo kurdan çiqas taybet an jî pîroz e.

Etîmolojiya peyva rengê pîroze

Rengê pîroze rengekî kesk û meylen şîn û tev li hinek rengê zer e. Peyva navê pîrozeyê vedigere zimanê pehlewanî ‘pîroçek an pîrozek’ê ku dû re zimanê nû yê kurdî de bi jêçûna ‘k’ê dawîn weke pîrozeyê derbêj bûye. Di latînî de ku weke navê zanistî hatiye diyar kirin ‘lazolî’ yan jî ‘lapîs lazolî’ye. Lapîs anku kevir û lazolî jî weke rengê şîn ê pîroze ye. Her wiha lapîs ji kevirên nîtratî yên zîvîn re jî tê gotin ku di çaxên navîn de dihat hûrkirin bo dermankirin û jêbirina balûke û werimîna birînên çermê yan jî ji bo teraxûmên çavî, ji ber ku bekterîkuj e. Ji bilî wê, ew kevir ji demên kevn de ji bo xeml û bedewiyê hatiye bikaranîn. Tiştekî giring heye divê em behs bikin ew jî, di gelek zimanan de navê hin rengan tune ye, bi taybetî rengê ‘şîn’. Di çendîn zimanan de navê asiman û rengê şîn an jî navê rengê şîn û kesk yek nav in, yan jî bi pêşgir û paşgirekê nav ji hev tên cudakirin. Xencî ku navên ‘kesk û şîn’ gelek caran li şûna hev tên, di rastî de peywendiyeke xurt jî di warê taybetîbûn, mîtolojî, wate, raman û çandî de heye, heta di nava çand û baweriyên kurdî de jî.

Rengê pîroze navê xwe ji kevirê ku bi latînî jê re dibêjin ‘lapîs’ digire. Wî kevirî ji berê ve bo gelek mebestan hatiye bikaranîn mîna ‘derman, xeml û dûrketin ji xirabiyê’ sûd jê girtine.  Ji bo gelek cureyên xişil, xelm, niqêm, tac, destxencer û kelan yd.. hatiye bikaranîn. Ji aliyekî din de sihir ku tiştekî diyar bûye di kevin de û bi taybet di baweriya Mîtrayî de, her du rengê pîroze û rengê şîn xwedî roleke mezin bûne. Bi taybetî di mîtolojî û efsaneya cîhana diyar û cîhana nediyar de, pencere û deriyên malê ku nîşana xêr û bêxêriyê ne, rengkirina pencere û deriyan bi rengê pîroze yan şîn, heman mentalîta xêr anîn û dûrketin ji nbêxêrî û xezebê ye.  Rengê pîroze weke ji navê xwe re xuya dike ku di çand û baweriya kurdî de pîroz bûye ji hezaran sal berê, em vê taybetmendiyê li Hewraman, kela Hewlêrê û herêmên Loristanê zêdetir berçav in ku pencere û taqên xwe tev dikin rengê pîrozeyê ev jî weke pîroz û derwazeya ronahî û tîrêjên rojê ku sembol û pîrozwera kurdî ye. Kurd ji Zagros, Toros û Mezopotamyayê ku bi hezaran sal berê ye, baweriya xwe li ser fikir û felsefeya mêhr û mîtrayiyê ava kiriye ku dû re heman fikir û felsefe weke ol û rêbaz belavê dinyayê bû bandora xwe li ser çand û baweriyên gelek welatên weke Çîn û Japonyayê, Yewnan, Ewrope û welatê Misirê daniye. Rengê pîroze jî ku di nava kurdan pîroz bûye, rengê bawerî û hêza dûrketin ji nezer, ehrîmanî û tawanê bûye. Ta niha jî hemû pencere û piraniya deriyên li Hewramanê, Loristanê û kela Hewlêrê û gelek keleh û warên kevnar, bi rengê pîroz û şîn têne reng kirin.

Di zimanê kurdî de cureyên pîroze

Pîroze amal, pîroze bam, pîroze baw-î, pîroze beş, pîroze reng, pîroze şêwe, pîroze şîn, pîrozeyî, pîroze baxtkirdê, pîroze baz, pîroze çirûsk, pîroze bor, pîroze mat, pîroze boz,  pîroze rengdar, pîroze bêgerd, pîroze pirşengdar, pîroze pir reng, pîroze tar, pîroze tund, pîroze terze, pîroze têr, pîroze tûj, pîroze ciwan, pîroze çîr, pîroze xam, pîroze xum, pîroze xweş, pîroze xest, pîroze xem, pîroze dij, pîroze dexş, pîroze dûd, pîroze dêz, pîroze çûyî, pîroze roşen, pîroze rûn, pîroze sard, pîroze germ, pîroze zîv, pîroze şad, pîroze jak, pîroze sade, pîroze şêlû, pîroze ferîk, pîroze tune, pîroze kal, pîroze kirêt, pîroze veker, pîroze kiz, pîroze kos-kews, pîroze girtî, pîroze girj, pîroze gul, pîroze geş, pîroze gen, pîroze lêl, pîroze mirde, pîroze xemrî, pîroze waz, pîroze rengîn, pîroze zilkedar, pîroze zerd, pîroze zelal, pîroze jengar, pîroze saf, pîroze samal, pîroze spat, pîroze sist, pîroze soxt, pîroze sivik, pîroze sewz, pîroze sîs, pîroze şêl, pîroze şeng, pîroze katran-î, pîroze kew, pîroze giran, pîroze gurdar, pîroze gilav, pîroze ger, pîroze gewz, pîroze nehez, pîroze next, pîroze nexşîn, pîroze neman, pîroze nîvreng, pîroze nepuxt’ yd… Evne pajek in ji rengên pîroze lê bi hinek rewşên cuda yan jî gelek mebestên cuda tên bikaranîn.

Bandora rengê pîroze

Bi giştî rengê pîroze bi riya çand û baweriya kurdî yan li derveyê wê, di nava gelek çand û baweriyên din de eger pîroz û tabet jî nebe wek li ba kurdan heye lê xwedî giringî ye. Ji mêjîn de rengê pîroze li kêleka rengê şîn bi hev re du hêmanên sereke bûne di gelek warên selametî, pakî, parêzî û pîroziyê de. Rengê pîroze di nava çanda ewropeyî û yewnaniyan de xwedî pîvaneke, di gelek xemlên koşk û seray an jî estetîk û eksewarên şah û keyan de weke rengekî diyar roldar bûye.

Têbînî: Pîroze navê cure firendeyeke ku jêre Hûma’yê jî tê gotin, wê/wî firendeyî li gor mîtolojiya wê/wî, bi ser kî re sîber bike, ew kes dibe şah û mezin
Çavkanî: Ferhenga Pazar