Di erdheja Mereşê de bandoreke mezin li ser bajarê Hatayê bû. Xelkê bajar, piştî wêraniya erdhejê niha jî bi êş û mexdûriyetên mezin ên erdhejê re rû bi rû ne. Derfetên gel bisînor in, qadên bihîjyen kêm in, serşok nînin, daşir nînin û hêj gelek pirsgirêkên din dikin ku gel neçarî koçberiyê bibe. Her çend ku mexdûrên erdhejê cihên lê ji dayik bûne, malên ku piştî kedeke bi salan ava kiribûn û taxên xwe winda kiribin jî, dîsa bi hêvî ne û biisrar in ku bi çanda xwe li bajarê xwe bijîn.
Ev sekna bi israr a tê raberkirin, bi nivîsên weke “Hatay”, “Cîhana me” yên li ser dîwar, wesayît û ATM’an jî xwe dide der. Mexdûrên erdhejê yan li ser bankan, yan li parkan an jî di konên bi derfetên xwe çêkirine de dimînin. Bi vî awayî hewl didin di “Cîhana xwe de” bijîn. Tevî bajarê wêrane û ewrên tozê jî, Eyyam Irmak bi israr naxwaze terka “dinyayê” xwe anku Hatayê bike. Kurê wê nû emeliyat bûye û rojên zehmet derbas dikin lê dîsa jî dibêje ez ê bajarê xwe bernedim. Irmak, hevjînê wê û kurê wê yê bi nexweşiya anemiyê ketiye, di maleke ji hêla dilxwazan ve bi plakên karton li Parka Sevgiyê hatiye çêkirin de dimînin.
Dema li nexweşxaneyê erdhej çêbû
Li gorî nûçeya ku nûçegihana ajansa Mezopotamyayê Eylem Akdag amade kiriye, Mmexdûra erdhejê Eyyam Irmak, daye zanîn ku kurê wê ji lingê xwe emeliyat bûbû lewma di dema erdhejê de li Nexweşxaneya Mûstafa Kemal bûn. Irmak, wiha behsa serpêhatiya xwe dike: “Min tenê karî du rojan xwe li wir bigirim. Ji ber ku li her deverê mirî, birîndar, qêrîn hebûn. Min nekarî xwe li ber vê rewşê ragirim. Du rojên piştre de jî em di wesayîtê de man. Kurê min qet nikare piyê xwe deynê erdê. Ji piyê xwe emeliyata greftê bû. Her wiha nexweşê anemiyê ye. Em bo wî daxwazeke cihekî bitendurist dikin. Li vir cihekî ku em bikarin serê xwe bişon nîne. Ne av û ne jî daşir li vir hene. Di nîvşevê de radibin û diçin cihekî dûr. Em pira derbas dikin, bila bi destê me bigirin. Bila halê me bibînin. Jixwe ev tiştên me kişandine besî me ne. Bila me ji vir dernexînin.”
Xelkê piştevaniya hev kir
Bi domdarî Irmak ev tişt anî ziman: “Di roja ewil a erdhejê tu rayedarekî dewletê li vir tune bû. Yek kes jî nehat. Xwedê hezar caran ji dilxwazan razî be. Ji Enqere, Stenbol, Konya û ji her devera Tirkiyeyê hatine. Yekitiya Bijîşkan û gel alîkariyeke gelek mezin dan me. Ji bo rewşa kurê min bûn alîkar. Tedawî kirin û her du rojan carekê tên pansûmana wî dikin. Ji Stenbolê derman anîn. Em mîna xwîşk û birayan bûn û me pişta hev girt. Her serê sibehê çaya me çêdikin, agirê me hil dikin û em bi hev re taştê dixwin. Heta em nanê xwe jî parve dikin û wisa dixwin. Em mîna xwîşk û birayan bûne. Ma li Antakyaya me qet kesek tune ye? Yek kesî pirsa me nekir û bi me re eleqeder nebû. Diviya bihatina û pirsa me bikirana.”
‘Em ê terka bajarê xwe nekin’
Di berdewamê de Irmak da zanîn ku rewşa kurê wê yê emeliyatkirî gelek xerab e û wiha domand: “Tevî vê jî em ê terka bajarê xwe nekin. Daşir tune ne, av tune ye. Kurê min nikare rabe ser pêya lewma ji neçarî li vir pê didim kirin. Bi malbatî nexweşiya me heye. Heke me ji vir biqewirînin, em nizanin dê çi bikin. Em naxwazin ji vir biçin. Tekane daxwaza me ew e ku li bajarê xwe cihekî bitendurist peyda bikin. Cihê ez lê ji dayik bûme, taxa min, mala min tevek jî li vê derê ne. Mala min li ser rê ye lê nizanim niha di çi rewşê de ye. Em nikarin biçin malê. Bila ji me re cihekî baş peyda bikin. Divê kurê min ava germ bibîne.”
Irmak ku dema wêneyê wê dihat kişandin dibişirî lê ji ber rewşa giran dudil dima, bi gotina “Jiyan e, her berdewam e” hêviya xwe vedibêje.
Bila daşir bên çêkirin avê peyda bikin
Kurê Irmak, Ganim Irmak (39) jî wiha dibêje: “Ez nexweşê anemiyê me. 3 hefte beriya erdhejê ez emeliyat greftê bûm. Ji lingê min parçeyeke mezin girtin. Tedawiya min didomiya lê bi erdhejê re her tişt serûbin bû. Em neçar man ku bi lez û bez ji nexweşxaneyê derkevin. Heta demekî em li Dursunluyê man. Piştre jî hatin Parka Sevgiyê. Hevalên li vê derê û dilxwazan her cureyên derfetan pêşkeş kirin. Hem ji hêla manewî û hem jî ji hêla tenduristiyê ve gelek bûn alîkar. Yek bi yek, Xwedê ji tevan jî razî be. Em naxwazin ji vir derkevin û biçin. Heke daşir bihata çêkirin û av bihata peydakirin dê baş bûbûya.”