Li Silêmaniyê Berpirsê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Rizgar Elî, Berpirsê Mekteba Pêwendiyan a YNK’ê Emîn Babaşêx û Berpirsê Desteya Peywendiyên Kurdistanê ya YNK’ê Salar Serhed pêşwaziya şandeke hevbeş a pênc partiyên Kurdistanî yên Herêma Kurdistanê kir. Şande ji Sekreterê Partiya Niştimanî ya Kurdistanê Cebar Mîrza Rostemî, Sekreterê Tevgera Çaksaziya Niştimanî Barûn Omer Fetah, Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Malko Fares (Malko Bazianî), Serokê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurdistanê Ebdulqadir Hemîd (Qadir şiwanî) û Sekreterê Tevgera Aştiya Kurdistanê Şêx Elî pêk dihat.
Di hevdîtinê de şanda her pênc partiyên Kurdistanî teqezî li ser wê yekê kirin ku ji bo serxistina proseya siyasî û afirandina şert û mercên hilbijartinên dadmend, li ser bingeha sererastkirina yasaya hilbijartinan, komîsyonê û paqijkirina lîsteya dengdêran, dê hemû hewl û şiyanên aliyên siyasî pêş bikeve.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK’ê hevdengiya her 5 aliyên Kurdistanî bilind nirxand. YNK’ê teqez kir ku ji ber baweriya bi siyaseta gulan di proseya siyasî û rêveberiya YNK’ê de siyaseteke naguhere û hertim li ser wê yekê teqez dike.
Di dawiyê de biryar hat dayîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên jiyana gelê kurd û sererastkirina rêya rêveberî û hevrêveberiyê civîn berdewam bikin.