Siyasetmedara girtî Gultan Kişanak ku di 30’yê Cotmeha 2016’an de gava Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû bi îdiaya “Endama PKK’ê ye” hat girtin û niha di Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F de ye, têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û piştevaniya ji ber erdhejên li Mereşê çêbûn derket holê, ji nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
Jin dînamîkên sereke yên têkoşînê ne
Kişanakê destnîşan kir ku îro ro bîrdoziya rizgaririya jinan bûye dînamîka sereke ya têkoşîna civakî û got: “Êdî bîrdoziya rizgariya jinan, rengê xwe li tevgerên muxalefeta civakî bar dike û di guherîna demokratîk de roleke pêşengî dilîze. Lê ji bo xurtkirina destkeftiyên heyî û avakirina siberojeke li ser nirxên wekhevî û azadiyê, divê ev têkoşîn bê navber bidome. Yanî hê jî riyeke dûr û dirêj heye divê em bimeşin. Divê neyê jibirkirin ku bê kodên pergala serdestiya mêr çi qasî kûr in. Serdest hemû ji bo binpêkirina destkeftiyên jinan tevdigerin û ji bo vê amade ne.”
Kişanakê ji bo serîhildana jinan a ku li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emîniyê dest pê kir û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li seranserê cîhanê olan da got: “Li Îranê jin bûne berdevkê muxalefeta civakî. Tişta ku kesî newêribû daxilî nav bibe, kirin. Berî her tiştî dîwarên tirsê hilweşandin. Ê ber bi ku ve biçe, nizanim. Di van şert û mercan de derfetên min ên ji bo şopandina dînamîkên cîvakî tune ye. Lê dikarim bibêjim; li Îranê êdî dê tu tişt ne wekî berê be; îtiraz derket holê, dînamîka guherînê ketin dewreyê.”
Kişanakê ji bo tevgera jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî got: “Her wiha derfetên me yên ku em geşedanên li Bakurê Sûriyeyê bişopînin jî tune ne. Lê dikarim nirxandineke giştî bikim. Divê em bibînin ku armanca wekhevî û azadiyê ne tiştekî razber e; bernameyeke pêkan e. Lewma barê Bakur û Rojhilataê Sûriyeyê pir giran e. Mîrateyeke ceribandinê ya girîng a jinan heye. Ez yeqîn dikim ku tevgera jinan dê dersina ji vê mîrateyê bigire û ji bo xerca pêvajoya avakirinê bi perspektîfa wekheviyê bistrîne, di nava têkoşîneke girîng de ye. Em bi kelecan li benda geşedanên xweş in.”
Di Tifaqa Ked û Azadiyê de têkoşîna jinan
Kişanak li ser têkoşîna jinan a di Tifaqa Ked û Azadiyê de jî sekinî. Kişanakê destnîşan kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê, beriya her tiştî divê hay ji hêza xwe hebe û got ku ji lew re ev tifaq “hêza muxalefeta sereke” ye. Kişanakê ev tişt ragihandin: “Tifaqa Ked û Azadiyê, dînamîkeke ku dikare rê li ber partiyên muxalefetê yên din jî veke. Ji lew re, li Tirkiyeyê saziya siyasetê, feraseta siyasetê gelekî ji civakê qut bûye. Tekane hêza ku alternatîf, azadîxwaz û demokratîk a li hember feraseta desthilata otorîter û tekparêz, Tifaqa Ked û Azadiyê ye.” Kişanakê destnîşan kir ku jin navenda têkoşîna ked û azadiyê ne û got ku xwedî taybetmendiyeke wisa ne ku dikarin her duyan jî temsîl bikin. Kişanakê axaftina xwe wiha domand: “Lewma divê Tifaqa Ked û Azadiyê, helwesta ‘tifaqa jinan’ berbiçav bike. Li hemberî maseya şeşalî ya ji pênaseya “Peymana Stenbolê û wekheviya zayendî ya civakî’ dûr disekine, cihê tifaqa jinan bi awayekî zelal derketiye holê. Tifaqa Ked û Azadiyê, divê cudatiya xwe ya di vî warî de bi awayekî berbiçav bide der û li ser xebatên jinan bisekine.”
‘Sedema karesatê navendîparêz û pergala tekparêz e’
Kişanakê ji bo erdhejên ku di 6’ê Sibatê de bi pileya 7,7 û 7,6 li Mereşê çêbûn û bandor li 11 bajaran kir jî ev tişt gotin: “Li bajar û navçeyên bandor ji erdhejê girtin, encamên giran ên tayînkirina qeyûman û tarûmarkirina derfetên rêveberiyên xwecihî, bi vê karesatê re careke din derkete holê. Jixwe sedema sereke ya vê karesatê, feraseta navendîparêz a hişk û pergala tekparêz e. Ger şaredariyên HDP’î li ser kar bûna, hem di warê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de hem jî di warê alîkariyan de dê beriya her kesî li qadê bûna. Em vê ji karesatên berê dizanin. Di erdheja Wanê de, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê beriya AFAD’ê dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kiribû û di heman rojê de mitbex çêkiribûn. Em ê tiştên nehatine kirin, şaşiyên hatine kirin û astengiyan nîqaş bikin. Lê beriya her tiştî bêyî ji desthilatê bê hêvîkirin, demildest divê xebateke hevpar û xurt bê kirin. Yek jê, seferberiya ji bo welatiyên me yên bandor ji erdhejê girtine. Ya din; li herêmên erdhejê li hemberî hewldanên ji bo avahiyên bêplan, planeke alternatîf. Û ya sêyan jî, ji bo bajar û navçeyên me yên bi xetereya erdhejê re rû bi rû demildest girtina tevdîran. Ev her sê xebat divê bi awayekî hevwext bên kirin.”
Kişanakê di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ji bo cebirandina birînan hewldaneke mezin a rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gel heye û got ku lê demildest ji bo herêmên bi xeteraya erdhejê re rû bi rû platformeke ji pisporan bê avakirin.
Kişanakê di dawiya axaftina xwe de ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî ev tişt gotin: “Îsal em bi êş û travmayên mezin 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Karesata ji ber erdhejê û tiştên piştî wê rû dan, li nava dilê me bûn cihê birînên kûr. Lewma dê tevgerên jinan îsal dê 8’ê Adarê veguherînin têkoşîna cebirandina birînên me. Jinên ku her sal dadikevin qadan, îsal dê rojeva wan a sereke piştevaniya jinan be û li dor hev bibin xelek û seferber bibin. Hêlîna herî ewle, destên dostan e. Girîngiya gotina ‘jin dosta jinan e’ û ‘jin warê jinan e’ di wextên bi vî rengî de baştir tê fêmkirin. Em dikarin êşa dilê xwe bi piştevaniyê sivik bikin. Niha dem dema parvekirina êş û hêviyê ye.”