Îsal 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajaran bi daxuyaniyan hat pîrozkirin. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek li ber avahiya xwe daxuyanî da. Daxuyaniya komeleyê ji aliyê hevserok Cahît Akil ve hat dayîn. Ji ber vê daxuyaniyê der barê Akil de lêpirsîn hat destpêkirin. Bi angaşta “Xelkê ber bi kîn û nefretê ve biriye” Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê der barê Akil de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Akil li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê îfade da.
Akil, der barê lêpirsîna ku lê hatiye destpêkirin de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
‘Em xwedî hişmendiyeke civakparêz in’
Akil, diyar kir ku armanca daxuyaniyê pîrozkirina Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bûye û wiha axivî: “Weke saziya ziman û çandê ya Birca Belek di 21’ê sibatê de daxuyaniyek da. Ev daxuyaniye jî di çarçoveya pîrozkirina 21’ê sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya cîhanê de hate dayin. Weke ku tê zanîn di vê pêvajoyê de erdhêjek çêbû. Di vê erdhêjê de jî bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da, hezaran birîndar bûn û bi mîlyonan kes ji cih û warê xwe koçber bûn. Di vê pêvajoyê de gelek xemgiyên mezin çêbûn. Weke sazî ji roja erdhêjê heta roja me ya îro me piştevaniya bi gelê xwe re da nişandin. Piştî daxuyaniya ku me dayî lêpirsîn der heqê min de doz hat vekirin. Ev doze jî di çarçoveya “Gel ber bi kîn û nefretê biriye” di vê çarçoveyê de doz hat vekirin. Lêbelê di vê daxuyaniyê de me tu gel û hêz weke hedef nişan nedan. Ê ku li hemberî gelan herî zêde rêzdar nêz dibe û mafê gelan diparêze em in û em xwedî hişmendiyeke wiha ne. Em xwedî hişmendiyeke civakperezin. Em civak û mafê civakan diparêzin. Ji ber wê jî em dixwazin ku herkes weke me birêzdarî nêzî gelê me, zimanê me û çanda me bibin.”
‘Êrîşkarên zimanê kurdî tên parastin’
Di berdewamê de Akil, destnîşan kir ku kesên êrişî zimanê kurdî dikin û biçûk dixin tên parastin, lê yên ku zimanê kurdî diparêzin tên cezakirin û axaftina wiha domand: “Di vê pêvajoyê de, di bernameyên televîzyonan de li hemberî zimanê me nêzikatiyên gelek şaş hatin nişandin. Mîkrofon li ser kesên ku nekarîn xwe bi tirkî bînin ziman hat girtin. Kesên ku bi kurdî hestên xwe tinan ziman weşana wan hat birîn. Her wiha di parlementoyê de jî li ser zimanê me gelek nîqaşên wiha çêbûn. Bi vê daxuyaniyê me xwest ku em balê bikêşin li ser van êrişan. Li hemberî tu zimanan, gelan û hêzan dijminatiyeke me û dijberiyeke me nine. Lêbelê li hemberî zimanan û çandan kî şaşiyê bike jî em ê li hemberî wan bisekinin. Em nêçarin ku wê şaştiyê bînin ziman ku çareser bikin. Di wê rojê de jî me daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî kir. Hemwelatiyên me yên ku di herêmên erdhêjê de bin kavilan de mane nekarîne bi zimanê xwe alikariyê bixwazin. Di daxuyaniya xwe de jî me ev anî ziman ku ev jî şaşe. Ev jî bûye sedem ku bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane. Van tiştan anîna ziman ne suce. Ev peyvireke mirovahiyê ye. Lêbelê van gotinên me weke dijberiyê nişan didin. Lêbelê bala xwe bidinê kesên ku raste rast beramberiya zimanê kurdî dikin û dixwazin ku pêşiya wê bigirin li ser çend ji wan kesan û saziyan doz hatiye vekirin? Mixabin ku dema ku mijar dibe neheqiyên li ser zimanê kurdî û kurdan be herkes xwe ker dike, dozger xwe ker dikin. Lê dema ku rewşenbîrek, siyasetmedarek û yan jî nivîskarek der barê zimanê kurdî de nêrînên xwe tîne ziman der heqê wan de doz tên vekirin. Ev jî nêzikatiya wan a li hemberî kurd û kurdî dide nişandin.”
Peyama berdewama xebatên kurdî
Akil, got ku ew ê heta dawiyê li dijî êrişan têbikoşin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em li dijî tu netewê nêzikatiyên şaş nakin û em şaşîtiyan jî qebûl nakin. Li ku neheqî hebe em ê li dijî wê bisekinin. Heta ku di çarçoveyeke demokratîk de gelê me jî bigihe hemû mafên xwe em ê xebatên xwe bidomînin. Piştevaniya me û xebatên me yên ji bo ku zimanê me bibe zimanê perwerde jî dê bidome. ”