“Kon dane wan her kes di konan de ye lê yên me, em li ser betonê radikevin û konan nadin me.”
Ev gotinên li jorê yên jineke mexdûra erdhejê ya Meletiyê ye.
Piştî gera xwe ya li navçeyên Bazarcix û Elbistanê yên Mereşê ku navendên erdhejê bûn, em derbasî Meletiyê bûn. Berî ku em bi mexrebê re ji Elbistanê bi rê bikevin ez li Koordîsyona Krîzê digerim û cihê ku em ê lê bimînin eyar dikim. Piştî eyarkirinê em bi rê dikevin. Di rê de gelek gund dikevin ser riya me û hejmareke zêde wesayît li ser riyan û li ber malên ku li van gundan nehilweşiyane hene. Ev nîşane bû ku hejmareke zêde mirov ji bajaran berê xwe dane gundan û xwe li xizmên xwe girtine. Lê li van gundan jî mîna tevahiya herêma erdhejê ceyran tune bû.
Em di saetên êvarê de gihîştin Meletiyê û destpêkê me serdana depoyeke Koordînasyona Krîzê ya bi pêşengiya HDP’ê ku alîkarî lê tên komkirin kir. Li ber derê depoya ku jêrzemîna avahiyekê ye ji aliyê ciwan û kesên navserê ve TIR’ek alîkarî tê valakirin. Li bajar berf li erdê ye û sermayeke zêde heye. Lê ne ev berf ne jî sermaya zêde ji bo piştevaniyê ne asteng e. Lewre li ber depoyê agir hatiye dadan û kesên ku bicemidin tên xwe li ber agir germ dikin û careke din dixebitin. Ji vir em derbasî dibistana ku lê man bûn û çend şevan me li vir dibistanê derbas kir. Li dibistanê, hejmareke zêde kesên ji bo piştevaniyê ji derveyî bajar hatine û mexdûrên erdhejê bi cih bûne. Mase û sendelyeyên dibistanê bûne nivîn û herkes li ser wan radikeve û şevên xwe derbas dike. Lê dibistan mîna dergûşê ye û hema bibêje ji saetê carekê erdhejên peyhatî çêdibin. Lê ji ber ku her kes hîn bûye, kes natirse.
Erdheja duyemîn wêran kiriye
Piştî şeva xwe ya yekemîn di saetên serê sibehê de me berê xwe da navenda Meletiyê û xwest rewşa li bajar di cih de bişopînin. Li bajar hejmareke zêde avahî hilweşiyane. Li gorî daneyên fermî di seriya hezarî de avahî hilweşiyane û bi hezaran avahî jî xisar li wan ketine û êdî mirov nikarin di wan de bijîn. Lê li bajar hejmareke zêde leşker hene û li ser koçe û kolanên ku avahiyên hilweşandî li wan hene bi cih bûne. Destûr nadin ku mirov nêzî kavilên avahiyên hilweşandî bibin û xebatên legerîn û rizgarkirinê di cih de bişopînin. Heke tu rojnameger bî dîrekt têyî hişyarkirin ku kêşanê nekî.
Tevî vê astengiyê jî em li nav bajar digerin û xwe digihînin mexdûrên erdhejê. Hemû kesên ku em xwe digihînin wan destnîşan dikin ku erdheja di nava rojê de pêk hatiye bajar wêran kiriye û canê xwe bi zorê xilas kirine. Li bajar hejmareke zêde avahiyen hilweşandî hene lê vir jî tenê li ser çend avahiyan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê tên kirin. Gelek avahî jî mîna kêliya destpêkê ya erdhejê ne û kesê destê xwe nedaye wan. Lewre li bajar hejmara qurbaniyan ne zelal e. Gelek kesan bajar terk kiriye û berê xwe dane bajarên Tirkiyeyê û bajarên herêmê ku bandora erdhejê li wan çênebûye. Ji ber vê sedemê gelek taxên bajar ji mirovan xalî bûne. Di saetên şevê de ev xwe zêdetir dide der. Lewre gelek malên ku mirov dikarin di wan de bijîn jî ampûlên wan vemirandîne û his û pisa mirovan ji wan nayê.
AKP-MHP’î alikariyê desteser dikin
Dema ku em li nav bajar digeriyan kesên ku li bajar mabûn gilî û gazinên xwe bi me re parve dikirin û rûyê rasteqîn ê AKP-MHP’ê yên li bajar radixistin ber çavan. Gelek kes dibêjin ku rayedarên dewletê derdê wan napirsin û alîkariyên ku ji aliyê dewletê ve tên bajar jî AKP-MHP’î desteser dikin û li gorî dilê xwe belav dikin. Gotinên ku min li jor di destpêka nivîsê de diyar kirine jî vê rewşê bi awayekî aşkera radixe ber çavan. Jina ku min mîkrefon dirêjî wê kir, rondikên çavan berandin û bi rondikên xwe re cihêkariya li wan tê kirin bi van gotinan anî ziman: “Kon dane wan her kes di konan de ye lê yê me, em li ser betonê radikevin û konan nadin me.”
Kesekî temen mezin ku aliyekî laşê wî felc bûye û bi malbata xwe re mehkûmê wesayîta xwe bûye, dilê xwe ji me re vedike û hemû hirsa xwe ya li dijî AKP’ê tîne ziman. Dibêje ku dewlet û hikumet li hewara wan nehatiye û ji ber vê sedemê mehkûmî wesayîta xwe bûye. Her wiha dibêje ku 20 sal in deng dide AKP’ê, nelet li wan bê û wê êdî hew deng bide wan. Gelek mirovên di vê rewşê de li bajêr hene û naxwazin an jî nikarin derdê xwe bînin ziman.
Piştî vê gera xwe ya li navenda Meletiyê em çûn navçeya Celîkan a Semsûrê û gundewarên wê. Her wiha piştre em derbasî navçeya Wêranşar a Meletiyê û gundewarên wê jî. Çûna me ya Celîkanê ji ber ku berfeke zêde di rê de hebû bi saetan kişand. Di rê de me riya xwe şaş kir û xwest bi riya gundiyekê riya xwe sererast bikin. Lê ev gundî li şûna ku em jê pirsan bikin wî gelek pirs ji me kirin û bi vê nêzikûna xwe em matmayî hiştin. Li ser agahdarkirinên wî me riya xwe sererast kir û piştî çend saetan çûn gundewarên Celîkanê.
Li bajaroka Bulamê erdhejeke tund me pêşwazî dike. Ev erdhej xofeke mezin dike nav dilê me. Lê balkêş e ji ber ku erdhejên peyhatî gelek pêk tên gelê herêmê êdî bûye pisporê erdhejê. Lewre dema ku ev erdhej pêk tên her kes pîleyên wê dibêjin. Mînak dema ew erdheja ku em pêşwazî kirin û gelek tirsand ji wê re gelek kesan got ku pîleya wê 5 bûye. Em li Bulamê û gundewarên Celîkanê geriyan û me gelek tişt bihîstin. Şaredariya Bulamê di destê CHP’ê de şaredarê bajarokê heta dema ku em çûn bajarok jî derneketibû nav gel û ji bo pirsgirêkên dijîn li çareseriyê negeriyabû.
Her wiha şaredariyeke AKP’ê ya Konyayê dema ku alîkarî dibe bajarok, dema ku tabeleya HDP’ê dibîne bêyî ku tiştek deyne bajarokê terk dike û bi vê pêkanîna xwe rastiya AKP’ê ya li hemberî kurdan û herêma erdhejê radixe ber çavan. Weke ku min di nav hefteyê de nûçeya wan jî çêkiribû. Li bajarokê malbata Şenses ji ber ku dewletê kon nedaye wan bi sewalên xwe re di gomê de dijî. Malbatê koza berxikan ji xwe re kiriye mal û hem têde xwarina xwe çêdike û dixwe hem jî lê radikeve.
Li gundên Celîkan gelek kes di bin kavilan de mane û mexdûrên erdhejê ji ber ku dewlet ji wan re nabe alîkar li malên şînan dimînin û bi awayekÎ komunal dijîn. Her wiha gelek mexdûr jî di wesayîtên xwe de dimînin û dixwazin pêvajoya erdhejê derbas bikin. Lê dibêjin ku wesayît gelek sar e û dixwazin ku ji wan re kon bên danîn.
Herî dawî em çûn Wêranşarê û gundewarên wê. Destpêkê em çûn gundan û piştre derbasî navenda navçeyê bûn. Li gundan ji bilî malên hilweşandî li erdnîgariyê şopên erdhejê hene. Terkên mezin peyda bûne û xofeke mezin gundiyan re çêkirine. Weke her derê li vir jî rayedaran hê serî li gundiyan nedaye û nizanin ku bi rewşeke bi çi rengî re rû bi rû ne. Li gorî çavdêriyên ku min kirin; piştî Bazarcixê ji yek navçeya ku herî zêde ji erdhejê bi bandor bûye Wêranşar e. Bi rastî jî bajar bûye mîna bajarekî şerekî dijwar lê qewimiye. Li navçeya bi sedan avahî hilweşiyane û avahiyên ku xisar li wan neketibin û mirov bikaribin têde bijîn nemane.
Tevî vê rewşê jî mirov li navçeyê hatine bêdengkirin û rewşeke gelek giran li navçeyê heye. Ji ber vê sedemê me xwe gihand seroka ÎYÎ Partiyê ya navçeyê û xwest rewşa li navçeyê pê re biaxivin. Tevî ku serê ewil ev daxwaza me qebûl kir jî piştre got min tev li vê mijarê nekin û serê min nekin belayê. Li ser vê yekê me xwest hevjînê wê ji me re biaxive, wî jî got AKP zilmê li gel dike û ji ber dengê xwe li dijî vê derxistiye fermandarekê çekê lê kişandiye.
Hê gelek tişt dikarin bên gotin lê tenê vê bibêjim; bi hezaran mirov ne ji ber rewşa erdhejê ji ber xemsariya dewletê û hikumetê mexdûr in û di nav şert û mercên gelek zehmet de dijîn.