“Lê lê dayê rebenê, depremekî li me çêbû, li memleketê Kurdistanê,
Ev deprema hanê hatiye qeydkirinê cem Mehme Nûrê me,
Sala heftê û şeşa, meha qasimê, bîst û çarê mehê, roja çarşemê, wextê zivistanê,
Evê depremê pêşiyê xira kiriye wilayeta Ezirganê,
Xu berdabû qeza Wartoyê, mîrata Licê, şewitiya Wanê,
Li me xirab kiriye qeza Ozalp û Mûradiyê, Erdîşê, milê Gihadînê,
Reben ez im, timî cara tixûbê Îranê, nehiya Çardêranê.”
(Şakiro)
Kurdistan li ser şikestekên herî mezin ên cîhanê ye. Du şikestekên mezin li Kurdistanê digihîjin hev. Şikestekek ji rojhilatê Afrîkayê dest pê dike ber bi bakur ve tê ji Kendava Îskenderûnê derbas dibe û tê digihîje bakurê Kurdistanê. Ya din jî şikesteka ku ji Çiyayên Alpê yên Ewropayê dest pê dike, di Anatolyayê re derbas dibe, digihîje Kurdistanê ye. Piştî ku bi şikesteka başûr re digihîje hev, çiyayên Toros û Zagrosan dişopîne, dirêj dibe heta Endonezyayê diçe. Ev her du şikestekên mijara gotinê di nexşeya erdhejê ya cîhanê de xwediyê cihekî girîng in.
Di mîtolojiya kurdan de erdhej
Ji ber ku ji demên dêrîn ve li Kurdistanê erdhej pêk hatine, bûne sedema karesatan û bandor li jiyana mirovan kirine, mirovan hewl daye ku vê diyardeyê rave bikin. Wek gelên dinê kurdan jî ev diyarde bi awayekî mîtolojîk rave kirine.
Li gor baweriya kurdan a mîtolojîk erdhej wiha pêk tê:
Dinya li ser qiloçê gamasî ye. Lê mêşek heye, ku her tim gamasî acis dike. Dema ku ew mêş tê li ser pozê gamasî datîne, gamasî dixwaze bi qemçika xwe wê mêşê biqewirîne û qemçika xwe dihejîne. Dema ku gamasî qemçika xwe dihejîne jî, erdhej pêk tê. Kurdan erdhej bi vî awayî rave kirine û di bîra xwe ya civakî de bi cih kirine, wek agahiyeke girîng ragihandine nifşên nû.
Ji derveyî vê nêzikahiya mîtolojik di çavkaniyên nivîskî de jî behsa erdhejên li Kurdistanê hatiye kirin. Gelek dîroknûs û gerokên ku li Kurdistanê geriyane, behsa vê yekê kirine. Ku lêkolînên pêwîst bên kirin, mirov ê bi hêsanî bikaribe erdhejên girîng ên van hezar salên dawîn bi hêsanî destnîşan bike. Ev agahî di kronîk û salnameyan de hene. Li gor agahiyên heyî di salên 986-7, 1086-7, 1114-15, 1117-18, 1138-9’an de erdhejên mezin ên ku bandor li piraniya Kurdistanê kirine pêk hatine. Dîsa li Amedê di salên 995, 1040-41, 1044-45, 1046-47, 1137-38’an de pênc erdhejên mezin pêk hatine. Di encama van erdhejan de gelek keleh û avahiyên girîng hilweşiyane. Sedema ku îro dîroka rastîn a gelek bajar û avahiyên girîng ên Kurdistanê nayê zanîn jî ev erdhej in. Lewre di erdhejan de nivîstekên (kîtabe) van avahiyan jî wenda bûne.
Vê sedsala dawîn êdî rewş bi tevahî cuda ye. Bi tenê erdhej nehatine tomarkirin, bi awayekî zanistî hêz û tundiya wan jî hatiye tespîtkirin. Bi heman awayî li qadeke çiqas berfireh bandor kirine, asta ziraran û hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî hatine tomarkirin. Ji ber vê yekê jî agahiyên vê sedsala dawîn zelaltir in û mirov bi hêsanî dikare behsa wan bike.
Lewheya Erebistanê û erdhejên li Kurdistanê
Sedema pêkhatina şikestekên erdhejê yên li Kurdistanê Lewheya Erebistanê ye. Lewheya Erebistanê ji başûr ve ber bi lewheya Avrasyayê ve di nav liv û tevgerê de ye. Sedema pêkhatina çiyayên Toros û Zagrosan ev tevgera Lewheya Erebistanê ye. Ji ber Ku lewheya Erebistanê dikeve bin lewheya Avrasyayê û wê dehf dide, li vir tewqa lîtosferê dişikê û bilind dibe. Bi vê bilindbûnê re çiya çêdibin. Rêzeçiyayên ku ji seriyekî Kurdistanê heta seriyê din didomin, ev çiya ne. Şikesteka ku ji Kendava Îskenderûnê ve digihîje Kurdistanê, heta Kanîreşa Çewlikê didome. Ji Kanîreşê heta Antakyayê dirêjahiya vê şikestekê 580 Km ye. Ji Rojhilatê Kanîreşê, ji Çilbazarê (Qerxebazari) dest pê dike, ber bi Çewlikê ve dadikeve, ji wê derê digihîje Paloyê, ji wê derê jî digihîje Şîroya (Poturge) Meletiyê, şikestek ber û berê Çemê Şîroyê ber bi rojava ve didome, ji Çêlikana Semsûrê ber bi Sergolê ve dirêj dibe. Ev şikestek li başûrê Gurgumê ji hev cuda dibe û dibe du mil. Milek digihîje Çiyayên Amanosê, milê din jî li Edeneyê digihîje Derya Spî. Ev şikestek yek ji şikestekên herî zêde bi liv û tevger e.
Ev şikestek li Çilbazarê bi şikesteka bakurê Anatolyayê re dibe yek û ber bi rojhilat ve didome, heta bakurê Gola Wanê diçe. Wek hevterîba vê xeteke din jî heye, ku Ji Çêlikanê dirêj dibe, di bakurê Erxen, Licê û Pasûrê re derbas dibe, digihîje Hezoyê, di Berwarî û Elkê re derbas dibe, digihîje Colemêrgê û ji wê derê jî rêzeçiyayên Zagrosan dişopîne heta ku ji nav sînorên Kurdistanê dertê. Ev xet wek xeta Bedlîs û Zagrosan tê binavkirin.
Herêmên herî xeter
Herêmên ku xetereya erdhejê herî zêde lê heye; xeta Bedlîs û Zagrosan, bajarên herêma ku şikesteka bakurê Anatolyê û şikesteka rojhilatê Afrîkayê lê digihîjin hev; Erzingan, Xarpêt, Mûş, Erzerûm û bakurê rojhilata Gola Wanê ne. Ji vana jî herêma herî xeternak Erzerûm-Erzingan- Mûş-Erzerûm e. şikesteka Zagrosan a ku dikeve nav axa başûr û rojhilatê Kurdistanê wek şikestekeke zêde neçalak tê binavkirin.
Ev xetên ku me behsa wan kir xetên mezin û sereke ne. Lê ji derveyî vana, bi piranî dîsa li derdora van xetan û bi bandora wan gelek şikestekên biçûk û herêmî jî pêk hatine. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku piraniya erdnîgariya Kurdistanê qada erdhejan e. Çend deştên mezin ne tê de li her derê xetereya erdhejan heye.
Topografyaya Kurdistanê çawa pêk hat?
Em liv û tevgerên erdê wek xetere dibînin û wek karesatan bi nav dikin. Ev aliyekî rastiyê ye. Ka werin em vê carê ji aliyekî din ve li rewşê binêrin. Em nexşeya şikestekên erdhejan û nexşeya herêma ku em wek Kevana Zêrîn bi nav dikin û piraniya wê ji Kurdistanê pêk tê, bidin ber hev. Nexşe heman nexşe ye ne wisa. Li gor vê rewşê em bi hêsanî dikarin bibêjin, tişta ku Kurdistan kiriye Kurdistan, ev liv û tevgerên tewqa erdê ne. Topografya Kurdistanê ji ber van tevgeran pêk hatiye. Şert û mercên jiyanê wek encama van tevgeran derketine holê. Ku ne ev rêzeçiya bûna, dê derfetên pêşketina mirovahiyê li vê erdnîgariyê bi rengê ku em dizanin derneketina holê. Ku ne çem û rûbarên ji van çiyayan dizên bûna, dê ne şoreşa Neolîtîkê pêk bihata ne jî ev şoreş veguheriya şaristaniyê. Gundên pêşîn li qûntara van çiyayan hatin avakirin. Çandinî li vir bi pêş ket, ajal li vir hatin kedîkirin. Deşt û zozanên ku bûn dergûşa mirovahiyê, bi tevgerên erdê çêbûn.
Em ê bibêjin, erdhej li Kurdistanê rastiyeke dualî ye. Aliyek dibe sedema karesatan, hildiweşîne û dikuje, aliyê din dibe çavkaniya jiyanê, derfetan diafirîne. Lê rastiya herî girîng ew e, ku xweza li gor zagonên xwe tevdigere. Divê beriya her tiştî em vê rastiyê li ber çavan bigirin û wisa bijîn.
Li Kurdistanê erdhejên herî giran
Li Kurdistanê her tim erdhej pêk hatine û pêk tên. Va ye ji erdhejên vê sedsala dawîn çend mînakên sereke:
Milazgir, 28 an jî 29’ê nîsana 1903, pîleya tundiyê 6.7, li gor agahiyên fermî 600 kesan û li gor agahiyên nefermî 2 hezar û 626 kesan jiyana xwe ji dest daye, 450 avahî hilweşiyane.
Hesenqele (Parsîn), 13’ê îlona 1924, pîleya tundiyê 6.8, 60 kesan canê xwe ji dest daye.
Qers, 22’yê cotmeha 1926, pîleya tundiyê 6.0, 360 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Salmas, 7’ê gulanê 1930, pîleya tundiyê 7.2, 2 hezar û 514 kesan jiyana xwe ji dest daye. Wek erdheja Colemergê jî tê zanîn. 80 gund bi tevahî hilweşiyane. Nêzî 3 hezar avahiyan zirar dîtine. Navenda Colemergê bi tevahî hilweşiyaye.
Xoy, 23’yê sibata 1930, pîleya tundiyê 5.9,
Dîgor, 1’ê gulana 1935, pîleya tundiyê 6.2, 200 kesan jiyana xwe ji dest daye û 400 avahî hilweşiyane.
Erzingan, 26 û 27’ê kanûna 1939, pîleya tundiyê 7.9, 52 saniyeyan domiyaye, nêzî 33.000 kesan canê xwe ji dest daye. Nêzî 100.000 kesî birîndar bûne, 116.720 avahî hilweşiyane. Yek ji erdhejên herî mezin ên cîhanê tê pejirandin. Li Kurdistanê erdheja herî mezin e. Ji Erzinganê heta Nîksarê şikestekeke bi qasî 350 Km’yan pêk hatiye. Li gor agahiyên dîrokî Erzingan 11 caran bi tevahî hilweşiyaye.
Erdîş, 10’ê îlona 1941, pîleya tundiyê 5.9, 194 kesan jiyana xwe ji dest daye, 36 gund bi tevahî hilweşiyane.
Kanîreş, 17’ê tebaxa 1949’an, pîleya tundiyê 6.8, 450 kesan jiyana xwe ji dest daye û 3 hezar û 500 avahî hilweşiyane.
Sine, 13’ê kanûna 1957, pîleya tundiya wê 7.1, 1.130 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Gimgim, 19’ê tebaxa 1966’an, pîleya tundiyê 6.9, 2 hezar û 394 kesan jiyana xwe ji dest daye, hezar û 489 kes birîndar bûne. 5 hezar û 604 avahî yan bi tevahî hilweşiyane yan jî zirar dîtine. Beriya erdheja mezin di gulana heman salê de bi pîleya 5.6 erdhejek pêk hatiye, 14 kesan jiyana xwe ji dest daye û 75 kes jî birîndar bûne. Dîsa di erdheja 1946’an de 839 kesan canê xwe ji dest daye.
Çewlik, 22’yê gulanê 1971, pîleya tundiya erdhejê 6.8, 878 kesan jiyana xwe ji dest daye, 700 kes birîndar bûne, 9 hezar û 111 avahî hilweşiyane. Erdhejê heta derdora Erzinganê jî bandor kiriye.
Licê, 6’ê îlona 1975, pîleya tundiyê 6.6, 23 saniyeyan domiyaye, 2 hezar û 385 kesan jiyana xwe ji dest daye, 8 hezar û 149 avahî hilweşiyane. Erdhejê bandor li tevahiya navçeyên Amedê yên Bakur kiriye.
Ebex (Wan), 24’ê mijdara 1976, pîleya tundiyê 7.5, 3 hezar û 840 kesan jiyana xwe ji dest daye, nêzî hezar û 500 kesî birîndar bûne. 9 hezar û 232 avahî hilweşiyane. Di qadeke bi qasî 2000 kîlometerekareyan de %80’yê avahiyan hilweşiyane. Zirareke mezin gihîştiye ajalan jî, 11 hezar û 896 serî pez û dewar mirine. Bandor li bajêr û navçeyên derdorê jî kiriye. Piştî Erdheja Erzinganê ya 1939’an wek erdheja herî mezin a li Kurdistanê tê zanîn.
Erzirom û Qers, 30’ê cotmeha 1983, navenda wê navçeya Bardîz a Erziromê bûye, pîleya tundiyê 6.9, hezar û 155 kesan jiyana xwe ji dest daye û 537 kes birîndar bûne, 3 hezar û 241 avahî hilweşiyane, ji 30 hezarî zêdetir pez û dewar telef bûne.
Erzingan, 13’ê adara 1992, pîleya tundiyê 6.8, 653 kesan jiyana xwe ji dest daye, 8 hezar û 57 avahî hilweşiyane. Navenda vê erdhejê nêzî navenda ya sala 1939’an e. Ji ber pêşketin û belavbûna navgînên ragihandinê civak zêdetir ji vê karesatê haydar bû. Belkî jî cara yekê bû, ku her kesî li mala xwe bi riya televizyonan li dîmenên erdhejê temaşe dikir. Ji ber wê jî bandora vê erdhejê ya li ser civakê zêdetir bû. Gotina “Mala minê Erzingan!” jî piştî vê erdhejê di nav gel de belav bû.
Piştî vê erdhejê mînakeke sosret a nezanî û bêhişiyê derket holê. Û wê demê bû mijara medyayê. Navenda Erzinganê li ser şikesteka erdhejê ye. Piştî erdhejê meclîsa şaredariyê kom dibe, da ku bergiriyên ji bo erdhejê nîqaş bike. Yek ji biryarên civînê jî ev bû; “Bi biryara meclîsê xeta erdhejê ji bo derveyî bajêr hatiye veguhaztin.” Lê ev rewş wek pêkenok ji bo gelek bajaran tê gotin.
Çewlik, 1’ê gulanê 2003, pîleya tundiyê 6.4, herî hindik 176 kesan jiyana xwe ji dest daye, 625 avahî hilweşiyane.
Dep (Xarpêt), 8’ê adara 2010, pîleya tundiyê 6.1, 41 kesan jiyana xwe ji dest daye, 34 kes birîndar bûne
Wan, 23’yê cotmeha 2011, 25 saniyeyan domiyaye, pîleya tundiyê 7.2, 601 kesan jiyana xwe ji dest daye, 4 hezar û 152 kes birîndar bûne, 2 hezar û 262 avahî bi tevahî hilweşiyane. 5 hezar û 739 avahî jî bi awayekî ku mirov nikaribin tê de rûnên zirar dîtine. Erdhej li piraniya bajarên Bakur hatiye hiskirin, bi heman awayî li Rojhilat û Başûr jî hatiye hîskirin.
Kirmaşan, 12’ê mijdara 2017, pîleya tundiyê 7.3, 620 kesan jiyana xwe ji dest daye. Tê gotin, ku di van 400 salên dawîn de bi vê mezinahiyê li wê herêmê erdhej pêk nehatine.
Xarpêt, 24’ê çileyê 2020, navend navçeya Xûxê bû, pîleya tundiyê 6.7, 22 saniyeyan domiyaye, 41 kesan jiyana xwe ji dest daye, hezar û 103 kes birîndar bûne, 76 avahî bi tevahî hilweşiyane, 645 avahiyan bi awayekî ku mirov nikaribin tê de rûnên zira dîtine. Erdhej li tevahiya bakurê Kurdistanê hatiye hîskirin.
Gurgum (Bazarcix û Elbistan), 6’ê sibata 2023’yan. Erdheja dawîn a ku bandora wan pir zêde bû. Heman rojê pêşiyê li Bazarcixê bi pîleya 7.7 û paşê li Elbistanê bi pîleya 7.6’an du erdhej li du hev pêk hatin. Li gor saziyên navnetewî pîleya wan zêdetir e. Van her du erdhejan bandor li beşeke mezin a Kurdistanê kirin. Ji Çiyayê Kurmênc bigire heta Meletiyê, ji wê derê heta Amedê hilweşandineke gelek mezin pêk anîn. Piraniya gelheya bakur û rojavayê Kurdistanê li vê herêmê dijî. Tevî ku hîna lêkolîn didomin û rewşa dawîn derneketiye holê jî, êdî tê zanîn ku bi sedhezaran mirovan canê xwe ji dest dane û birîndar bûne. Bi milyonan mirov bê war û star mane. Ji niha ve bi sedhezaran mirovan ji herêmê koç kiriye. Zirara madî jî di ser 100 milyar dolarî re ye.
Her çiqas pîleya van her du erdhejan bi qasî erdheja Erzinganê ya 1939’an zêde nebe jî, ji ber ku du erdhej li heman herêmê li dû hev pêk hatin û gelheyeke pir zêde li herêmê niştecih bû, windahiyên van erdhejan ji yên Erzinganê pir û pir zêdetir bûn. Ji ber vê yekê jî mirov dikare bibêje li Kurdistanê erdhejên ku herî zêde zirar dane mirovan, ev erdhej in.
Ji ber ku bûyer hîna nuh e gelek agahî hîna kêm in. Bêguman dê di rojên pêş de agahiyên rastir bên bidestxistin. Ev yek jî dê bike ku mirov bikaribe bi hêsanî rewşê binirxîne.
Ev erdhejên ku me li gor pêkhatina dîroka wan rêz kirin, erdhejên herî mezin û yên ku herî zêde zirar dane derdorê ne. Di vê sedsala dawîn de ji derveyî vana jî gelek erdhej pêk hatine û zirar dane jiyana mirovan. Ku mirov encamên van erdhejên ku me behsa wan kir bi tenê jî li ber çavan bigire, mirov ê bibîne ku erdhejan zirareke çiqas mezin daye civakê. Ev agahiyên ku me parvekirin jî zirarên ku pêk hatine baş nîşan nadin. Agahî baş nehatine berhevkirin. Piraniya wan texmînî ne.
Her roj li Kurdistanê erdhej pêk tên
Biçûk an jî mezin her roj li Kurdistanê erdhej pêk tên. Îro rewş hinekî guheriye. Ev erdhej bi awayekî rojane tên tomarkirin û agahî tên belavkirin. Lê vê carê jî bi hincetên cuda daneyên erdhejan ji aliyê desthilatdaran ve tên veşartin. Bi tevahî nayên parvekirin.
Erdhej bi tenê nabin sedema mirin an jî birîndarbûna mirovan, bi her awayî bandorê li jiyana yên mayî jî dikin. Bi mirin û zirardîtina bi sedhezaran pez û dewaran ji aliyê aborî ve bandoreke pir neyînî li çavkaniyên debarê dike. Mirovên ku derfetên xwe yên debarê ji dest didin, ji mecbûrî dev ji warê xwe berdidin û koçber dibin. Ev yek jî dike ku salên dûr û dirêj li herêmên erdhejan jiyan ji nû ve geş nebe, hevsenga civakê xera bibe. Dîsa travmayên psîkolojîk derûniya civakê serûbin dikin, mirov windahiyên xwe yên can û aborî ji bîr nakin.
Kurdistan herêmeke erdhejan e
Wek ku ji nexşeyên erdhejan jî dixuyê, Kurdistan herêmeke erdhejan e, ev rastiyek. Lê ji derveyî çend mînakên ku me rêz kirin, pîleya erdhejên li Kurdistanê zêde ne bilind in. Tevî vê yekê jî gelo çima li Kurdistanê windahiyên ew qas mezin pêk tên? Ev mijareke balkêş e û divê mirov serê xwe pê re biêşîne.
Ji derveyî van demên dawîn li Kurdistanê avahî bi awayekî kevneşopî hatine lêkirin. Kereseyên avahiyan bi piranî kevir û herî ne. Kevir li ser hev tên nijinandin, di navbera wan de jî herî tê bikaranîn û bi wî awayî dîwar tên lêkirin. Cihên ku kevir lê tune bin jî, ji bo lêkirina avahiyan kelpîç hatine bikaranîn. Ji demekê şûn ve brîket derketine, her çiqas ji kelpîçan qewîntir bixuyên jî, ku di dîwaran de stûnên ji betonê neyên çêkirin tu ferqa brîketan û kelpîçan ji hev tune ye. Ji ber avahiyên bi vî rengî encamên erdhejan girantir bûne, zêdetir zirar dane civakê.
Xweza û polîtîkayên bajarvaniyê
Ev rewş bi piranî ji bo qadên gundewar derbasdar e lê li bajaran jî heman wêranî pêk hatine, gelo sedema wê çi ye? Sedema wê nebûna polîtîkayên bajarvaniyê yên bi xwezayê re lihevkirî ne. Sazî û dezgehên ku diviya ev polîtîka bi pêş bixistina, teşe bidana bajaran û civak ji erdhejan biparastina, karê xwe nekirine. Di şûna wê de bi pey rantxuriyê ketine, bêrêtî kirine, bertîl xwarine. Venêrînên pêwîst pêk neanîne. Avahiyên ku hatine lêkirin li gor pîvanên zanistî û pêdiviyên erdhejan nehatine lêkirin. Ji ber wê jî di, erdhejan de hilweşiyane û bûne sedema windabûna can û malê civakê.
Di erdhejan de hişmendî dikuje
Dema ku erdhej çêdibin, desthilatdar dibêjin, “Avahî ji kevir û heriya bi tenê hatine çêkirin loma hildiweşin.” Baş e, gelo ya ku civak di wê rewşê de hiştiye, ne heman hişmendiya rêvebirinê ye. Ew bacên ku qaşo ji bo pêdiviyên civakê tên berhevkirin, bi ku ve diçin. Çima ji bo geşkirin û veguherandina şert û mercên jiyana civakê nayên bikaranîn? Çima ew mirov mecbûr dimînin ku di wan xaniyan de bijîn? Kî wê jiyanê li wan ferz dike? Ku derfet ji wan nehatina stendin dê ew avahiyên xwe ji zû de neguhertina an jî xurtir nekirina? Bi kurtasî di erdhejan de hişmendî dikuje, ne kereseyên avahiyan. Ku hişmendiyeke civakparêz hebûya teqez dê li Kurdistanê ji ber erdhejan ew qas windahî pêk nehatina.
Her ku diçe bajar mezintir dibin
Li Kurdistanê berê piraniya gelheyê li gundan dijiya. Lê êdî rewş guheriye. Piraniya gelheyê li bajaran dijî. Gelek bajarên ku gelheya wan di ser milyonekî re ye yan jî nêzî milyonekî hene. Bajarên ku gelheya wan di ser sed hezarî re ye, jixwe têra xwe zêde ne. Gelek ji van bajarên ku gelheyeke ew qas zêde lê dijî, yan li ser xetên şikestekan in an jî nêzî şikestekan in. Ev rewş xetereya erdhejan zêdetir dike. Ku tedbîrên pêwîst neyên wergirtin, dibe ku di erdhejên rojên pêş de zirarên zêdetir pêk bên. Jixwe erdhejên Bazarcix û Elbistanê ev yek ispat kirin. Tevî ku ji zû de dihat zanîn, ku dê li vê herêmê erdhej pêk bê jî, tedbîrên pêwîst nehatin wergirtin û ev karesata mezin pêk hat.
Êdî mirov nikare polîtîkayên têkildarî erdhejê ji polîtîkayên bajarvaniyê û rêveberiyên xwecih cudatir bigire dest. Polîtîkayên bajarvaniyê divê li gor pêdiviyên xwecih û rastiya erdhejê bên diyarkirin. Divê pîvan bi hişmendiyeke civakparêz û xwezaparêz bên diyarkirin û sepandin. Venêrîna kar û baran li gor pîvanan bê kirin.
Ku rêveberiyên giştî û xwecih xwediyê hişmendiya modernîteya kapîtalîst bin, hemû sererastkirinan li gor kara herî zêde bikin, bibin hevparên talana xwezayê, dê tu tişt neguhere û dê erdhej her tim bibin sedema karesatan.
Çare ne şer û berxwedana li hemberî xwezayê lê lihevkirina bi xwezayê re ye.