Di 13’ê îlonê de polîsên rejîma Îranê bi hinceta ku porê jina ciwan Jîna Emînî li derve ye tundî lê kirin û di encama vê tundiyê de di 16’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Piştî kuştina Emîniyê di destpêkê de li Seqizê dema ku Jîna Emînî dihat definkirin girseyeke mezin kom bû û hêrsa ku bi salan e ji ber tundiya li ser jinan û jiyanê ku di dilê wan de mezin bûbû bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ aşkera kirin.
Çalakiya ku li Seqizê dest pê kir pêl bi pêl li kolanên Îran û Kurdistanê veguherî serhildanê. Serhildana ku bi pêşengiya jin û ciwanan tê birêvebirin tevî kuştin, girtin, îşkence û darvekirina jî ji 5 mehan zêdetir e didome.
Li gorî daneyên ku Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê parve kir ji destpêka serhildanê heta niha herî kêm 488 xwepêşandar ji aliyê hêzên hikumetê ve hatin kuştin. 64 ji van kesan zarok û 39 kes jê jî jin in. Her wiha bi hezaran kes ji aliyê hêzên hikumetê ve hatin kuştin. Heta niha 4 xwepêşander hatine darvekirin û 110 kes di bin metirsiya darvekirinê de ne.
Em der barê serhildana ku li rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome bi çalakvan Şermîn Samanî re axivîn.
Çalakvan Şermîn Samanî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku hejmara ku di çalakiyan de hatine kuştin rast nayê dayîn û ev tişt anî ziman: “Ji aliyê hin kesan ve tê diyarkirin ku hejmara kesên ku ji aliyê hêzên hikumetê ve hatine kuştin bi sedan in. Lê di rastiyê de hejmara miriyan ji hezaran derbas kiriye. Ji ber çekên ku hêzên hikumetê bi kar tînin çavên sedan kesan kor bûne. Gelek ji van kesan rasterast hedef hatine girtin.”
Serhildanê şêwe guhertiye
Şermîn Samanî têkildarî çalakiyên didomin de wiha got: “Ji ber ku serhildan xwe li kolanan rojane xwe bi rêxistin dikir em dikarin û ji navendekî nedihatin bi rê ve birin em dikarin bibêjin ku niha hejmara girseyê ketiye. Lê di esasê xwe de serhildan bi şêwazên cudatir didome. Bi taybet jî çalakiyên li bajarên Kurdistanê didomin. Êdî çalakî rêbaz diguherînin. Mînak di demên dawî de bi çalakiyên hunerî serhildan tê berdewam kirin.”
‘Desthilatdarî di bin zextan de ye’
Samanî der barê encamên serhildanan de wiha axivî: “Em her çi qas bibêbijin çalakî kêm bûne û cih bi cih hatine serkut kirin jî serhildanê bi xwe re hin encam anîn. Her çiqas niha bi hezaran kes girtîgehan de bên girtin jî di pêşketina serhildanê de gelek girtiyên siyasî hatin berdan. Diyar e ku desthilatdarî di bin zextekî giran de ye û nikare bi temamî vê serhildanê têk bibe. Desthilatdarî bi berdana van girtiyan dixwaze barê xwe hin sivik bike û bandora serhildanê kêm bike. Lê gel di daxwazin xwe de bi israr e.”
Girtî ketine rojiya mirinê
Wek tê zanîn ku zextên li ser girtîgehên Îranê hene û agahî ji wan nayê girtin. Şermîn Samanî serbest berdana girtiyan wiha nirxand: “Belê me got girtiyên siyasî berdide. Bi gelemperî li girtîgehan çi bihata jiyandin û kîjan maf bihatana binpêkirin jî ev rewş ji derve de nedihate dîtin. Lê demên dawî kesên ku di serhildanan de hatin girtin li girtîgehan de jî bêdeng neman û rastiyên heyî ragihandin. Niha di girtîgehan de serhildanên mezin tên kirin. Grevên birçîbûnê gelek zêde bûne. Hin kesan grevên birçîbûnê veguherandine rojiyên mirinê. Desthilatdarî bi vê pirsgirêkê re rû bi rû dimîne û nikare tu çareseriyekê bibîne. Ji ber vê hindê naxwaze bi meseleyên girtîgehê re rû bi rû bimîne û bi şêwazekê dixwaze girtiyan berde.”
Jinan dikin hedef
Samanî da zanîn ku ji destpêka heta niha desthilatdarî ji bo ku serhildanê bitepisîne dibê ku wê di qanûnan de hin guhertinan bikin lê di rastiyê de tu tişt nayê kirin û wiha pê de çû: “Ji bo pêşî li gel bigirin her tiştî dikin lê çalakiyên ku ji bo jiyaneke azad tên meşandin bê navber didomin. Niha jî behs tê kirin ku yasayên taze têne çêkirin lê tu eleqeya wan bi nûbûnê re tune. Qanûnên wan yên ku tên kirin jî tenê jinan dikin hedef û hewl didin ku wan zidetir bitepisînin.”
‘Dê serhildan radîkaltir bibin’
Yek ji mijara sereke ya li Îranê krîza aborî ye û civak bi giştî ji vê bandor dibe. Samanî da zanîn ku di serhildanên berê de karsazên dewlemend tev nedibûn lê niha ew jî di nav serdildanê de cih digirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Karsaz dibêjin dibe ku niha serhildan sist bûbûn lê di demên kin ên pêş me de ji ber ku pirgirêkên aborî çareser nebûne û roj bi roj ev pirsgirêk zêdetir dibin dê serhildan mezintir, radîkaltir û geştir bibin. Heta behsa îsal tê kirin ku gelek kes dibên sala dawiya Komara Dewleta Îranê ye. Ji ber wê hinde jî dibêjin serhildanên bi şêwazeke din radîkaltir û berdewamtir dê derbikevin pêş rejîmê.”
Şermîn Samanî di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Li Îranê ev ji 40 salî zêdetir e zextên li ser jinan gelek zêde ne. Ji xeynî nêzikatiyên mêrperest, nêzikatiyên nijadperest û pirsgirêkên aboriyê jî hene. Êdî kurd, belûc û azerî jî ji nêzikatiyên nijadperest bêzar bûne. Heta niha ev pirsgirêk nehatine çareserkirin.”
‘Civak hejartir dibe’
Di hemû dewletên heyî de alîgirên hikumetan ji kesên din dewlemendtir in. Samanî da zanîn ku ev rewş li Îranê de jî derbasdar e û wiha got: “Li Îranê çîna ku dewlemend e her diçe dewlemendtir dibe. Ji aliyê din parçeyeke mezin ya civakê hejartir dibe. Çîna navîn jî êdî hejar bûye û ketiye nav tebeqeya hejar. Ji ber vê cudahiya ku di nav civakê de tê jiyandin êdî kesên hejar vê rewşê qebûl nakin. Ji ber vê yekê civak êdî jiyaneke azadtir û wekhev dixwaze. Ji aliyê din ji aliyê çandî, exlaqî û dînî ve pirsgirêkên bingehîn hene. Berxwedana civakê ya li dijî van pirsgirêkan ji bo desthilata Îranê rewşeke cidî derdixe pêş. Di nav berxwedanên ku qewimîne de jinan bi her awayî cihê xwe girtiye û hê jî digirin. Bi taybet jî di serhildana heyî de rola jinan pir diyarker e. “