12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdheja Hatayê gelek avahiyên din jî hilweşand

Saet li dor 20.05'an li navçeya Samandagi ya Hatayê bi pileya 6,4 û 5,8 erdhej çêbû. Piştî erdhejan îşaret bi tsûnamiyê hat kirin.

Resetxaneya Kandîlliyê, daxuyand ku li Samandagiya Hatayê saet li dor 20.05’an bi pileya 6,4’an erdhej çêbûye. Erdheja ku 7,7 kîlomtre di binî erdê de çêbû, li Amed, Edene û gelek bajarên din hat hîskirin. Her wiha hat diyarkirin ku erdhej li Sûriye, Misir û Lubnanê jî hatiye hîskirin.

Li taxên Baglik, Tomûksûyû, Kapisûyû, û Denîzê yên navenda erdhejê Samndagiyê gelek avahî hilweşiyan. Hat diyarkirin ku li Taxa Tomûksûyê malbatek di bin kavilan de maye. Her wiha li gelek deverên navçeyê jî erd qelişiye.

‘Guh li dîrektîfan bikin’

Piştî erdhejan Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropa-Behraspî (EMSC), îşaret bi tsûnamiyê kir. EMSC diyar kir ku dê erhdej bidomin û ji bo Hatayê îşaret bi tsûnamiyê kir. ESMC’ê xwest her kes ji peravê dûr bisekine û wiha bang kir: “Guh li dîrektîfan bikin.”

AFAD ku piştî erdheja li Hatayê daxuyanî da, diyar kir ku piştî erdhejên bi pileya 6,4 û 5,8’an tîmên wan ketine nava liv û tevgerê û dest bi kontrolkirina qadê kirine. Her wiha AFAD’ê welatiyan hişyar kir ku ji peravê û avahiyên xesardîtî dûr bisekinin.