Li rojhilatê Kurdistanê, serhildana ku di meha îlonê de ji ber kuştina jina ciwan a kurd Jîna Emînî dest pê kiribû berdewam dike. Dewleta Îranê, bi sedema serhildanên êrîşên xwe yên hovane yên li dijî welatiyên kurd didomîne û jin û ciwanan dike hedef.
Li gorî nûçeyeke ku Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê derbas kiriye, duh li bajarê Seqiz ê Rojhilat, hêzên Îranê bi hinceta nivîsandina dûrişmeyan gule li wesayîtekê reşandine û ciwanê bi navê Mûstar Fethî kuştine.
Di nûçeyê de tê gotin ku hevjîna Mustar Fethî ducanî ye û hêzên Îranê ji bo ku nuçeya kuştinê belav neke gef li malbata Fethî xwariye.