Xwepêşandan û çalakiyên ku bi navê ‘Serhildana Jin, Jiyan, Azadî’ tên zanîn, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 156 roj e dewam dikin.
Duh li bajarên Zahîdan û Xaş ên parêzgeha Sistan û Belûçistanê, tevî tedbîrên dijwar ên leşkerî jî di 20’emîn rojên înê li pey hev, meş û xwepêşandanên mezin hatin lidarxistin.
Xwepêşandêran dirûşmên li dijî dîktatorî, tepisandin û darvekirinan berz kirin.
Her wiha xwepêşandêrên Belûç daxwaza azadkirina girtiyên Sîstanê û bidawîkirina pêngavên girtin û vexwendina çalakvanan a ji bo dadgehê kir.
Melayê Mizgefta Mekî ya Zahîdanê mela Ebdulhemîd Îsmaîl Zihî, di xudbeyê de careke din daxwaza referanduma azadane kir ku xelk bi xwe biryara sîstema siyasî ya Îranê bidin.
Her wiha duh li bajarên Sine û Serdeşt ên Rojhilatê Kurdistanê, li dijî girtina melayên ku piştgiriya xwepêşandêran kiribû, xwepêşandan hatin lidarxistin.
Li gundê Nenele yê Sineyê, wek 3 îniyên borî li ber mizgefta gund çalakî hat lidarxistin û nerazîbûn li dijî siyaseta zext û tepisandinê ya dewleta Îranê nîşan dan. Her wiha xwepêşandêran daxwaza berdana mela Îbrahîm Kerîmî Neneleyan kir. Neneleyen beriya 3 hefteyan bi tohmeta piştgiriya xwepêşandanan kiriye, hatibû girtin.
Li bajarê Serdeşt jî xelk li dijî girtina melayê mizgefta gundê Marexan Mela Fethula Rostemî kom bûn û daxwaza serbestberdana wî kir.
Di 14’ê Sibatê de melayê mizgefta gundê Marexan a bajarê Serdeşt Fethula Rostemî, di dema ku refaqetiya karwanê alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê yên bajarê Xoy’ê dikir, li xala kontrolê ya bajarê Urmiye ji aliyê hêzên ser bi dewleta Îranê ve hat binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve hate birin.
Her wiha duh li bajarokê Galîk a ser bi parêzgeha Gulistan ve wekî gelek îniyên borî li dijî ji kar dûrxistina melayê bajarê Azadşehîr mela Mihemed Hisên Gurgîc, xwepêşandan hat li darxistin û xwepêşanderan piştgiriya xwe ya ji bo xwepêşandanên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nîşan dan.
Li derveyî Îranê jî piştgiriya ji bo Serhildana Jin, Jiyan, Azadî berdewam bû. Duh di dema vekirina Festîvala Fîlman a Berlînê de, hinek jinên aktor dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz kir.
Her wiha li Almanyayê jî biryar e di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de bi navê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bên guftûgokirin.
Di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê ya îsal de, li şûna nûnerên dewleta Îranê, hinek kesayetên ji opozîsyonê hatibûn vexwendin.