Şandeyeke Însiyatîfa Nûn a Ji Ocalan re Azadî, serdana Konseya Ewropayê kir da binpêkirinên li girtîgeha Îmraliyê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan nîşqaş bike.
Şande ji Koordînator û Berdevka Însiyatîfa Nûn a Ji Ocalan re Azadî Sewsen Şoman, profesora qanûn û aktîvîsta di warê mafên mirovan ji bo girtiyên jin li Kolombiyayê de, endama Kombûna Dijî Cezayê ya Edalet, Perwerde û Têkiliyên Civakî û Şexsî Diyana Restrepo û Seroka Komeleya Fransî-Kurd Sylvie Jean pêk dihat di navbera 23 heta 26ʹê Çileya borî li Konseya Ewropayê a li bajarê Strasburg ê Fransayê hevdîtin pêk anîn.
Şandeyê bi Sekretêra Giştî ya Komîteya Çavdêran û bloka çepgir a parlamentoyê, bloka rastgir a parlamentoyê û Komîteya Parêzeran a Qibrisê re jî hevdîtin kir. Ev serdan ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê ve hatibû birêxistinkirin.
Têkildarî armanca serdanê û navaroka hevdîtinên ku şandeyê pêk anîbû, Koordînator û Berdevka Însiyatîfa Nûn a Ji Ocalan re Azadî Sewsen Şoman got: “Armanca me ew bû ku bi xwediyên biryaran, aliyên têkildar ên Konseya Ewropayê, bi taybetî parlamenter û têkildarî mafên mirovan re hevdîtinê bikin da ku zextê li van aliyan bikin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulalh Ocalan pêk were û binpkirinên ku li girtîgeha Îmraliyê têne kirin parve bikin.”
Sewsen Şoman diyar kir ku giraniya mijarên hevdîtinê; pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, rakirina navê PKK ji “lîsteya terorê”, rapora CPT û axaftinên bi navok ên di navbera Wezareta Edaletê ya Tirkiye û CPTʹê de bûn.
Sewsen Şoman got, şande bi parlamenterên çepgir re jî civiya û got, sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, tecrîda girtankirî ya li ser wî, binpêkirina mafê hêviyê ya ji aliyê dewleta tirk ve û derketina Tirkiye ji peymana Stenbolê ya têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hatin gotûbêjkirin.
Berdevka Însiyatîfa Nûn anî ziman ku bi parlamenterên bloka rastgir, Komteya Edaletê ya Qibrisê ya di Konseya Ewropayê de, Komîteya Pêkanîna Biryarên Dadgehên Ewropa û Konseya Ewlekariyê re jî hevdîtin pêk anîn û diyar kir ku di van hevdîtinan de mijara tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina mafê wê yê peywendiya bi derve re hatin nîqaşkirin.
Sewsen Şoman got, ev serdan ji hêla aliyên navborî ve hat pêşwazîkirin û wiha dom da axaftina xwe: ” Serdan bi taybetî ji aliyê Komîteya Parêzerên Qibrisê, Komîteya Rewakirina Mafên Mirovan a taybet bi mafên girtiyan ve hat pêşwazîkirin. Em gihiştin vê encamê ku em mafdar in û qanûnî ne. Em serketî ne. Aliyên navborî piştrast kirin ku mijar tenê siyasî ye.”
Sewsen Şoman di berdewamiyê de got: “Aliyên ku me hevdîtin bi wan re kir, diyar kirin ku dewleta tirk binpêkirinan dike, ev tiştekî aşkere ye û gotin divê zexta siyasî li dewletên ku pêkanîna biryaran ji aliyê dewleta tirk ve naşopînin û dewleta tirk ji ber binpêkirinên wê ceza nakin, were kirin. Her wiha destnîşan kirin ku dewlet li gorî berjewendiyên xwe bi dewleta tirk re kar dikin. Têkildarî parçeyê siyasî jî got ku di stada wê de ye, lê di aliyê qanûnî de mafê me yê qanûnî heye.”
Berdevka Însiyatîfa Nûn îşaret bi vê yekê kir ku di hundirîn konseyê de piştevaniyeke mezin ji bo pirsgirêka kurdî û doza Rêber Abdullah Ocalan hebû û diyar kir: “Di nêrînan de behsa binpêkirinên giran ên li dijî mafên mirovan, bi taybet mafê hêviyê û têkiliyên bi re hatin kirin. Hemû nêrînan li ser vê yekê li hev kirin ku pêwîstî bi biryareke siyasî heye.”
Sewsen Şoman diyar kir ku aliyên ku wan hevdîtin pêre kirin soz dan ku ew ê doza Rêber Abdullah Ocalan de bixin raporên xwe yên dema bê.
Sewsen Şoman got, Komîteya Çavdêriyê ya Konseya Ewropayê hin pirsên ku şandiyê bersiva wan dan, tomar kirin û wiha axivî: “Li ser pêkanîna hevdîtina bi Rêber Ocalan û nehevdîtinê, nakokî di navbera axaftinên CPT û axaftinên Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê de hebûn. Me xwest bi CPTʹyê re rûnên da ku rapora wê bişopîne. Her wiha Komîteya Çavdêriyê xwest ku pêkanîna peymanên ku dewleta tirk îmze kirine, werin şopandin.”
Têkildarî bersiva CPTʹyê jî Sewsen Şoman got: “Tevî israra me, CPTʹyê demek ji bo hevdîtinê diyar nekir û bersiv neda daxwazên me. Me got, divê agahî der barê rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan de werin dayîn. Ji ber ku redkirina daxwazên parêzeran ên hevdîtinê êdî rewşa mirovî ya awarte derbas kiriye.”
Koordînator û Berdevka Însiyatîfa Nûn a Ji Ocalan re Azadî Sewsen Şoman da zanîn ku piştevaniyeke mezin a navneteweyî ji bo doza Rêber Abdullah Ocalan heye û wiha dawî da axaftina xwe: “Ji ber ku ev doz dozeke mirovî ye. Doza girtina ronakbîrekî neteweyî ye, ne doza ronakbîrekî etnîkekê ye. Ev yek îlhama hêzê dide ku em mafdar in û xwediyê dozê ne, ji ber vê yekê em ê vê xetê berdewam bikin.”