Bi çêbûna dinyayê re heta roja îro, erdhej çêdibin û wê çêbin jî ango mirovahiyê heta roja îro çareseriyek ji bo pêşîlêgirtina erdhejê peyda nekiriye. Lewra mirov dikare bibêje ku divê mirovahî fêrî vê diyardeya kambax bibe. Her çiqas mirovahî nikaribe pêşiya vê karesatê bigire jî dikare bandora wê ya li ser civakê kêm bike. Bê guman kêmkirina bandora erdhejê di destên desthilat an jî destên dewletan de ye. Li ser meselê dema Japonyayê erdhej çêdibe, mirov di avahiyên bîst qatî de karê xwe didomînin.
Weke tê zanîn di şeşê mehê de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li ser hev du erdhejên mezin çêbûn. Van erdhejan bandor li rojavayê Kurdistanê û gelek bajarên Sûriyeyê jî kir. Erdhej li van herêman bûn sedema xirakirina gelek bajaran. Bi milyonan mirov di rojekî de bê li derve. Bi hezaran kes man di nav xirbeyan de û benda rizgariyê man. Li hemberî vê felaketê dewletê xwe ker û kor kir. Ji hêla alîkarî, çûyîna herêmên erdhejê, ji bo rizgarkirina mirovên di bin kavil û xirbeyan de bangawaziya alîkariya navneteweyî û di hemû hêlên din de dewlet pir xemsar tevgeriya.
Di vê erdhejê de jî durûtiya dewleta tirk a di bin desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê de derket holê. Weke hemû bûyerên tijî xemsarî di vê erdhejê de jî desthilata AKP’ê û MHP’ê behsa qederê kir. Ma gelo qeder ew tişt e ku dewlet alîkariyê negihijîne herêmên erdhejê yan jî qeder ew tişt e ku riyên bi milyaran dolar hatîn çêkirin di erdhejeka wiha de xira bibin. An jî dibe ku qeder ew tişt be ku rêvebir û wezîrên dewletê derewan bikin. A rastî ev e ku dewlet û polîtîkayên AKP’ê man di nav xirbe û kavilên erdhejê de. Qeder û derewên AKP’ê û MHP’ê li ser civakê ferz kirin, bi dewla serê medya serbixwe û medya civakî li nav rûyên wan ên gemarî ketin.
Rejîma AKP’ê ev bîst sal in ku li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê desthilatdar e û bi polîtîkayên taybet xwe heyî dike. Şer, ol/misilmantî, tirkîtî, hêzên derve/dijminatî û hwd. amûrên sereke yên polîtîkayên AKP’ê ne. Di pişt van amûran de AKP’yiyan dizî kir, xwe û hevalbendên xwe dewlemend kirin, zarokên xwe li cihên herî girîng mezin kirin. Kurt û kurmancî di bîst salan de welatek li xwe, zarokên xwe û hevalbendên xwe belav kirin. Bi gotineke din AKP’yiyan goşt xwar, hestû avêtin ber kesên li derdora xwe. Ji ber vê yekê ye ku di demên erdhej, lehî, agirê daristanan de berê xwe didin xwedê û ‘xwedê sucdar’ dikin û îbanê dişînin ji hemwelatiyan re.
AKP’ê xwe li ser înşeat û betonê ava kir û li ser van mezin bû. Bi salan AKP’ê pesnê xwe bi betonê da. Riyên duble û balafirgehên mezin deng ji gel xwest û deng girt jî. Lê di her karesatê de ev betonên AKP’ê di serê civakê de xira bûn. Di demên karesatên mezin de ewilkî riyên AKP’ê yên duble hildiweşin û çûnhatinê asteng dikin. Her wiha nexweşxaneyên AKP’ê bi hevalbendên xwe dan çêkirin av dide bin wan an jî di erdhejan de hildiweşin û li wan deran nikarin nexweşan derman bikin. Weke van erdhejên dawî jî nîşan da ku balafirgeh xira dibin û riya hewayî tê girtin. Jixwe pir û tûnelên AKP’ê dane çêkirin hê di dema vekirinê de hildiweşin, xwe li ber lehiyê an jî erdhejê qet nagirin. Taybetî divê ev jî bê destnîşankirin ku bi giştî projeyên AKP’ê li dijî xwezayê ne. Her projeya AKP’ê ya betonê bi hezaran dar û daristan hatin birîn.
Yek ji van polîtîkayên AKP’ê bê guman efûya/aşitiya îmarê bû. AKP’ê û MHP’ê herî dawî 2018’an bi hezaran avahiyên derveyî qanûnên îmarê, bi pereyan ruhsat dan wan. Bi efûya îmarê, avahiyên ji aliyê statîkê ve û ji aliyên pisporan ve nayên qebûlkirin, bêyî ku bên kontrolkirin an jî bêyî ku kêmasiyên wan bên tesbîtkirin ji ber berjewendiyên xwe, ji bo rantê pêşkêşî hevalbendên xwe bikin û ji bo bûtçeya şer ava bikin rejîma AKP’ê ruhsat dan wan. Bi vê yekê avahiyên lawaz û neqewîn derketin holê. Ji ber polîtîkayên dewletê yên hêsan mutahîdên AKP’yî berê xwe dan avahiyên tijî sextekarî ango ji alavên avahiyan kêmkirin, ji hêsinê avahiyan dizîn, ji betona bêqelîta avahî çêkirin û xwe zengîn kirin. Bê guman rant bûye armanca sereke ya AKP’ê û hevalbendên wê. Lewra di vê herêma li ser xetên erdhejê de erdhej nebûye armanceke stratejîk. Di bingeha xwe de erdhej ti caran nebûye polîtîkaya stratejîk a dewleta tirk jî. Lewra erdhej her tim bûne/dibin sedema êş, xemgînî û trawmayên mezin.
Piştî pêvajoya aştiyê di pêşengiya AKP’ê û MHP’ê de dewleta tirk a dagirker li hemberî gelê kurd şerekî dijwar da destpêkirin. Li bakurê Kurdistanê gelek bajarên kurdan wêran kirin û bi hevalbendê xwe avahiyên mezin ê bi beton ava kirin. Gelê kurd kir deyndarê van avahiyan. Li rojavayê Kurdistanê gelek bajarên kurdan talan û wêran kirin. Piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê dar û ber bombebaran kirin.
Ev heşt sal in ku faşîzma AKP’ê û MHP’ê li tevahiya Kurdistanê şerekî dijwar dimeşîne. Bê guman bedêla vî şerî heye. Carinan bi dehan balafiran carinan bi firokeyan carinan jî operasyonên bi hezaran leşker ev şer meşandin. Bersiva pirsa “baca erdhejê li ku ye?” di nav hevokên li jor de ye. Ev pirs tenê di demên erdhejê de tê bîra mixalefet û civaka tirk an di demên şer de pirsa “bûtçeya şer ji ku tê?” nakin. Berevajî vê pirsê li hesabê wan jî tê. Bê guman welatekê şer lê hebe, wê aboriya wî welatî qels bibe, dê rant, dizî, dewlemendbûna çend kesan pêş bikeve. Îro di pergala AKP’ê de jî çend kesên dewlemend hene. Ev çend kes ji AKP’ê dixwin li gorî wê jî didin AKP’ê.
Polîtîkayên şer ê rejîma AKP’ê û MHP’ê bû sedema xerckirina bi milyaran dolar. Jixwe parlamenterê AKP’ê Nurettîn Caniklî di axaftineke xwe ya meclîsê de gotibû, “ma hûn dizanin bombeyeka F16’an bi çiqasî ye?” Û ji bo bombeyeke F16’an behsa milyonek û dused hezar dolar kiribû. Ew dewleta di carekê de bi 72 balafiran li ser bajar û çiyayên kurdan bombe barand, di erdhejê de behsa qederê kir, bi riya telefonê ji civakê alîkariya pereyan xwest ango dîsa çavên xwe berda berîka civakê, bi hezaran mirov di kavilan de hişt û ji bo rizgarkirina wan mirovên di kavilan de bû temaşevan.
Gotîna dawî AKP’ê di van bîst salên dawî de nava hemû saziyên dewletê vala kir. Li gorî berjewendiyên xwe û ji bo berdewamiya desthilatdariya xwe her tişt kir û hê jî dike. Lewra sedem û berpirsê hemû felaket û bobelatan ew bixwe ye û polîtîkayên wê yên şer in.
Çend gotinên ji devê gel:
“erdhej nakuje, dewlet dikuje.”
“dewlet li vir tune ye.”
“ji ber ku em kurmanc in,
wilê me dikin.”