Tevî dorpêça li Sûriyê çêbûye û bandor li kantona Şehbayê kiriye ku zêdetirî hezar û 200 malbatên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye revîne pêşwazî kirin, hikumeta Şamê dorpêçkirina kantonê didomîne ku heta niha tu alîkarî negihaştin herêmê.
Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Bekir Elo ji ajansa ANHA’yê re axivî û got: “Alîkariyên xêrxwaziyê û sotemenî heta niha negihaştine kantona Şehbayê.”
Koçberê bi navê Mihemed Ehmed jî got: “Di çend rojên dawîn de, hejmara şêniyan zêde bû. Lê dorpêça tengav a li ser kantonê, rewş zehmetir kir. Ji ber wê jî, divê rêxistinên mirovî û hêzên navneteweyî fişarê li hikumeta Şamê bikin da ku vê dorpêça tengav a li ser herêmê bi dawî bikin û derfetê bidin ku alîkariyên mirovî derbasî herêmê bibin.”
Koçberê bi navê Ciwan Mihemed jî got: “Ji dema ku hikûumeta Şamê doprêça li ser kantonê girantir kiriye, di sotemenî, derman û madeyên xwarinê de bihabûneke zêde li herêmê çêbûye. Ji ber wê azarên şêniyên ji Helebê hatine herêmê zêde bû nexasim ku alîkarî hîna negihiştine herêmê.”
Astengiyên rejîma Şamê
Berdevkê Meclisa Sûriya Demokratîk Amced Osman da xuyakirin ku tevî hemû hewldanên Rêveberiya Xweser a gihandina alîkariyan ji bo deverên ji erdhejê zirar dîtine lê rejîmê nehiştiyê alîkariyên Rêveberiya Xweser derbasî wan deveran bibin. Osman ji ajansa Erebiye re axivî û wiha got: “Di roja destpêkê de Rêvebriya xweser tevî imkanên xwe yên kêm konvoyek ji alîkariyan amade kir û xwest ku wan derbasî deverê zirar ji erdhejê dîtine lê hêzên rejîma Şamê destûra neda ku ew alîkarî derbas bibin.”
Ambargoya Amerîkayê
Ji aliyekî din ve Xezîneya Amerîkayê bi daxuyaniyekê da xuyakirin ku ew 180 rojan ambargoyên ku li ser Sûriyeyê ferz kiribûn radike da ku bikaribin hemû alîkariyên mirovî û lojîstîk ji bo destwerdana deverên ji erdhejê bi bandor bûne. Der barê mijarê de cîgirê wezîrê xezîneya Amerîkayê Wally Adeyemo wiha got: “Dema ku hevalbendên navdewletî û hevkarên mirovahî kom dibin ji bo alîkariya kesên ku ziyan dîtine, ez dixwazim bi zelalî bidim zanîn ku cezayên Amerîka li Sûriyeyê dê rê li ber hewildanên ji bo rizgarkirina jiyana gelê Sûriyeyê negirin.”