12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ne dilxwaz dilbinefret û kîn in

Tîma dilxwaz a AFAD’ê ku ji Ispartayê hatibû herêma erdhejê, li Bazarcixê, dema ku jê hat xwestin alîkariya ku HDP’ê şandibû deyne, alîkarî nekir lê endamên wê pêlavên ku HDP’ê şandibû girtin û kirin piyê xwe

Di 6’ê sibatê de li bakurê Kurdistanê erdhejên mezin pêk hatin. Erdhejên ku navenda wan Mereş bû destpêkê bi pîleya 7.7 li ber destê sibehê li navçeya Bazarcixê û erdheja duyemîn jî di heman rojê de di saetên nîvro de li navçeya Elbistanê pêk hat. Dîsa ji bilî van her du erdhejan li Dîlokê jî di heman saetan du erdhej pêk hatin. Van her çar erdhejan xesareke mezin da bajarên bakurê Kurdistanê; Edene, Osmaniye û Hatayê. Her wiha erdhejê xesar da bajarên Rojava û Sûriyeyê jî.
Di encama erdhejan de li gorî daneyên fermî li her deh bajarên ku bandor li wan bûye bi qasî 7 hezar bîna hilweşiyane û çend qat zêdetirî bînayên hilweşiyayî jî bîna terk li wan ketine û mirov êdî nikarin li wan bijîn. Roja destpêkê û roja piştî wê min erdhej li bajarê ku lê dijîm Amedê şopand û piştre ez bi hevalên xwe yên rojnameger re derbasî herêma erdhejê bûm. Ji ber ku vê nivîsa xwe li Elbistanê dinivisînim ez ê tenê qala rewşa li Bazarcix û Elbistanê bikim. Em ê ji van her du navçeyan derbasî Meletî bibin.

Rûyê rasteqîn ê AKP-MHP’ê
Roja destpêkê em ji Amedê çûn Bazarcixê. Beriya ku em bigihîjin Bazarcixê bi reşwa wêran a herêmê re rû bi rû man. Li ser riya ku diçû Bazarcixê bi dehan avahiyên hilweşandî hebûn û kes li ber van avahiyan xwanê nedikir. Piştî rêwitiya xwe çend saetan em gihîştin Bazarcixê û me berê xwe da Mala Cemê ya Bazarcixê. Ji vir em derbasî navenda navçeyê bûn. Li navçeyên bi sedan avahî hilweşiyane lê li ser kêm avahiyên hilweşiyane xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dihatin meşandin. Dema ku em çûn ser van avahiyan û me xwest ku wêne û dîmenên van avahiyan bikişînin ji aliyê hin komên ulkuciyan ve hatin astengkirin. Bila şaş neyê fêmkirin ev kom ne ku ji bo alîkarî û piştevaniyê li navçeyê bûn. Weke nûçeya ku me di nava hefteyê de jî derbas kir ev kom ji bo diziyê û veşartina rûyê rasteqîn ê desthilata AKP-MHP’ê hatibûn navçeyê.
Li Bazarcixê ji bilî avahiyên hilweşiyayî avahiyên ku terk li wan neketibin û xesar negihîştibe wan nemane. Ji ber vê sedemê piştî derbaskirina vê pêvajoya erdhejê îhtîmaleke mezin wê navçe yekser bê hilweşandin û bajarekî nû bê avakirin. Heke wiha nebe jiyan êdî li navçeyê ne pêkan e. Tevî vê rewşa kambax a li navçeyê jî mudaxaleya sazî û dezgehên dewletê gelek kêm e. Ji ber vê sedemê jî mirovan bi derfetên xwe, ji xwe re kon vedane û star bûne. Her wiha ji ber vê xemsariya dewletê ya li dijî wan bertekeke mezin li dijî dewletê heye. Tu devê kê li navçeyê vedikî dibêjin haya dewletê ji wan tune ye û kes derdê wan napirse.

Alîkariya HDP’ê danaynin lê...
Li navçeyê sermayeke zêde heye û mirov bi agirên ku li ser kuçe û kolanan dadidin xwe germ dikin. Lê ev ji bo tîmên AFAD’ê yên qaşo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dimeşînin ne derbasdar e. Lewre ev tîm li şûna şertên mexdûrên erdhejê baş bikin şertên xwe baş dikin. Şeva ku em li Bazarcixên man em û tîmeke AFAD’ê li ba hev bûn û bûn şahide vê nêzîkatiya wan. Li devera ku em lêman bi şev Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê 2 TIR alîkarî şand wê derê. Dema ku ji vê tîmên alîkarî hat xwestin berpirsê tîmê ev tişt got, “Ji min re dibêjin alîkariya HDP’ê şandiye deynin. Ma ez qe alîkariyê dikim û li Ispartayê gotinan tînim ser xwe.”
Belê ev berpirsê ku ji bo li Ispartayê gotin neyinê ji bo danîna alîkariya ku HDP’ê şandibû nebû alîkar! Dema ku TIR hat valakirin, çû ser amûrên ku hatibû şandibûn ji xwe û tîma xwe re pêlavên herî baş girt û kir piyê xwe. Mixabin rûyê rasteqîn ê dewletê li herêma erdhejê bi vî awayî ye. Bêyî ku şerm bike dema ku serê sibehê çav bi min ket henekê xwe bi min kir û ev tişt ji min re got: “Roja destpêkê ya karê te ye bawer im tu yê dev ji kar berdî newsa.” Min bi awayekî tund bertek nîşan dayê û jê re got: “Ew tişt ne ji bo min ji bo we derbasdar e; ka hûn li halê xwe binerin. Qaşo hûn hatin alîkariyê lê hûn alîkariya ku ji bo mexdûran hatiye digirin.” Ji vê bersivê gelek aciz bû û angaşt kir ku li gorî pêwistiyên xwe pêlav girtine. Di vê navberê de ev tîm tîmeke dildar a AFAD’ê bû û ji Şaxa Egîtîm- Bîr Sen’ê ya Ispartayê hatibû.

Li Elbistanê heta çokê berf heye
Her çiqas nêzikatiya dewletê û peywirdarên wê li Bazarcixê ev be jî piştevaniyeke xurt a gel ku bi pêşengiya HDP’ê hatiye rêxistinkirin heye. Bi TIR’an alîkarî tê herêmê û li gel tê belavkirin. Bi saya vê piştevaniyê li navçeyê pere ji holê hatiye rakirin û tu qîmet jê re nemaye. Kê çi bixwaze xwe bêyî ku qurişek xerc bike xwe digihînê û pêwistiyên xwe bi vî awayî dabîn dike.
Piştî Bazarcixê em derbasî Elbistan bûn. Piştî ku em ji Mereşê derbas bûn di rê de berfeke zêde ku heta çokê bariye, hebû. Lê rê vekirîne û bêyî ku pirsgirêkek derkeve di nav vê berfê de me xwe gihand Elbistanê. Li Elbistanê rewş mîna Bazarcixê nîn e. Heta em ketin nav bajar jî kêm avahiyên hilweşandî hebûn û min ji xwe re got, ‘li vê navçeyê tiştek nebûye’. Lê piştî ku em derbasî navenda navçeyê û taxên wê bûn min dît ku gotina min a ‘li vê navçeyê tiştek nebûye’ bê wate bû. Lewre li Elbistanê ji Bazarcixê zêdetir avahî hilweşiyane. Lê tevî vê yekê jî avahiyên ku xesar li wan ketine ji Bazarcixê kêmtir in.

Konên bêsobe
Li Elbistanê ji ber ku berf li erdê ye sermayeke gelek zêde heye û mirov bi zorê li derve îdare dike. bi şev serma daket -15’an. Li navçeyê trajediyeke mezin heye û mirov ji tirsa ku erdhej dubare bibe kes naçe malên xwe. Li vir li beşeke niştecihên taxê kon hatine belavkirin lê ji ber ku sobe nedane wan kes nikare di van konan de bimîne. Mîna li Bazarcixê li vir jî mirov li serê kuçe û kolanan agir pê dixin û li ber xwe germ dikin. Ji ber van şert û mercan otobus tên girtin û mirov ji navçeyê derbasî bajarên din dibin.
Li Elbistanê jî mîna Bazarcixê piştevaniyeke xurt heye. Di heman demê de hewldanên şikandina vê piştevaniyê yên AKP-MHP’ê jî hene. Lewre kesan li têketina bajar eyar kirine û bi riya van kesan alîkariya ku tê aresteyî navendên ku qaşo wan ava kirine dikin. Li vir jî HDP’ê koordînasyona xwe ya krîzê li Mala Cemê ya Elbistanê ava kiriye û bi sedan kes li Mala Cemê hatine bicihkirin. Rewşa li Mala Cemê dilê mirov dax dike; hejmareke zêde kal û pîr hene û tev li Mala Cemê di nav şert û mercên giran de dijîn. Eywana ku di şert û mercên asayî de 100 kes dikarin lê bi cih bibin bi sedan kes lê bi cih bûne. Gelek ji wan li benda derxistina cenazeyên xwe yên di dibin kavilan de ne.

Bûzê dihelînin û vedixwin
Alîkariya ku bi pêşengiya HDP’ê ji aliyê rêxistinên sivîl ve bi TIR’an tê li jêrzemîna Mala Cemê tê bicihkirin û li mexdûrên erdhejê tê belavkirin. Li navçeyê ne ceyran heye û ne jî av. Ava ku ji bo navçeyê hatiye şandin jî dibe bûz û mirov li ber agir û sobeyan bûzê dihelînin û wisa pêwistiyên xwe dabîn dikin. Ji ber ku av nayê di dîtina pêwistiyên dewletê de pirsgirekeke mezin li navçeyê heye. Mirov gelek ji vê gazinan dikin û dibêjin ku heke wiha bidome ji ber tunebûna paqijiyê wê nexweşî li wan peyda bibin.
Bi giştî li herêma erdhejê şert û mercên gelek zehmet hene û mirov di nav şert û mercên zehmet de derfetên jiyanê ji xwe diafirînin û rojên xwe derbas dikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê