Bîlançoya erdhejên Bazarcixa Mereşê ku bandor li 10 bajaran kir û bû cihê karesateke mezin, her diçe bîlanço girantir dibe. Li gorî daneyên dawî hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane 30 hezarî derbas kiriye. Nifûsa Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Edene, Osmaniye, Hatay, Meletî, Semsûr û Xarpêtê yên ku bandora erdhejê bûn 13,4 milyon e û ev nifûs teqabulî ji sedî 15’ê nifûsa Tirkiyeyê dike. Herêma erdhejê ji sedî 9,3’yê Hasilaya Navxweyî ya Xeyrî Safî ye. Aboriya herêmê li ser sektora çandinî û pîşesaziya îmalatê ye.
Li herêma erdhejê para îxracatê teqabulî ji sedî 9’ê îxracata Tirkiyeyê dike. Li Hatayê para îxracatê ji sedî 4,4, li Hatayê ji sedî 1,6, li Edeneyê jî ji sedî 1,2 ye. Para kesên sîgorteyî ji sedî 11,7 û hejmara kesên bi sîgorte dixebitin 24 milyon û 200 ye û dahata budçeyê jî ji sedî 5 e.
Li gorî dahatên bacê yên sala 2022’yan ên hatine tehsîlkirin; Amed 8 milyoar û 888 milyon, Meletyî 4 milyar û 377 milyon, Riha 4 milyar û 874 milyon, Mereş 6 milyar û 455 milyon, Semsûr milyarek û 800 milyon, Osmaniye milyarek û 879 milyon, Dîlok 16 milyar û 858 milyon, Hatay 47 milyar û 350 milyon, Kilîs milyar û 180 milyon, Edene 34 milyon û 472 milyon TL. Herêmên erdhejê bi giştî 128 milyar û 133 milyon TL li budçeyê bar kirine.
100 milyar dolar xisar
Li gorî dîtin û şîroveyên aborîzanan, dê maliyeta erdhejê zêdetirî 50 milyar dolar be. Li gorî rapora TURKONFED’ê, tê texmînkirin ku dê xisara maddî 84 milyar dolar be. Lê belê maliyeta erdheja 17’ê Tebaxa 1999’an ku bandor li 7 bajaran kiribû, di navbera 15-19 milyar dolarî de hatibû hesabkirin. Hasilaya Navxweyî ya Xeyrî Safî ya 1999’an 184 milyar dolar bû û bîlançoya erdheja 1999’an ji 10 parên dahata neteweyî teqabulî payekê kiribû.
Lê Hasilaya Navxweyî ya Xeyrî Safîya 2023’yan li dor 900 milyar dolarî ye. Tê gotin ku xesara maddî ya li herêmên erdhejê, teqabulî ji sedî 10’ê Hasilaya Navxweyî dike. Li gor vî hesabî, xisar li dor 100 milyar dolar in.