Ji bo ku têgiheke girêdayî zanyariyên civakî were navandin an ravekirin, hewce pê heye ku mirov bizane ku ew têgih di pêvajoya dîrokî de çawa çêbûye û bi demê re li çi wateyê dageriyaye.
Ji ber ku têgihek ji nedîtî yan bi carekê re dernakeve holê û wateya wê ya doh û îro jî ne weke hev e, têgihîştin û bikaranîna wê hinekî zehmet dibe. Bê guman her têgih ji hêla mirovan ve pêk tê; pêşî wateya xwe dibîne û hin caran jî bi demê re û li gorî hin şert û mercan li wateyeke din dadigere.
Wekî mînak, ji bo ku mirov diyardeya nijadê û nijadperestiyê yan jî têgiha neteweyê û neteweperweriyê binirxîne; divê mirov hem der barê pêkhatin û destpêka têgihê de û hem jî der barê çarçoveya wateyê û bikaranîna wê de xwedî agahî be. Ji ber ku dîroka mirovahiyê pir kevn e, mirov der barê jiyana mirovên berê de zêde ne xwedî agahî ye. Agahiyên ku hene jî pir qels û kêm in. Bi qasî ku em dizanin, mirov di her serdemê de ji ber rewşa xwezayê û şert û mercên dijwar bi hev re jiyane.
Jiyana bihevre bûye sedema avakirina kom, komçik û civatên nû. Ev kom û civat bi hev re jiyane, bi hev re alav çêkirine, bi hev re tişt hilberandine û bi hev re xwe parastine. Hilberîna wan a hevpar hin bi hin zanîna wan, zanîna wan jî pêşketin û geşedaniya wan pêk aniye. Bi deh hezaran sal in ku mirovan bi saya hiş, serpêhatî û ceribandinên xwe, jiyana xwe hêsantir, zindîtir û tekûztir kirine. Gelek caran jî ji ber tehdeyî, zilm û mêtingeriyê jiyana wan bê tehemûl bûye.
Her ku serjimara/nifûsa mirovan zêde bûye, gund, bajarok û bajar hatine avakirin û her ku bajar mezin bûne, bajar-dewlet derketine holê û her yek ji wan bûye hêzeke desthilatdar û siyasî. Hêzên serdest û desthilatdar xak, welat û erdnîgariyên nû desteser kirine û li dewletên mezin; anku şahînşahî û împaratoriyên dagirker dageriyane. Împaratoriyên ku bi xwîna mirovan hatine avakirin, ji ber berjewendiyên xwe -xwedêgiravî ewledariya xaka xwe- her tim bûne sedema derketina şerên nû û dagirkirina welatên dûrdest. Piştî şer û koçên mezin, pêşketin û geşedaniyên nû rû dane û çand, civak, ol û neteweyên nû derketine holê. Mirov ji bo ku bi hev re di nava ewlehiyê de bijîn, ji aliyê pîşeyî û civakî ve bi pêş ve çûne, alîkariya hev kirine û bi vê hevkariyê re jî çînên nû yên civakî pêk hatine. Bi derketina çînên civakî re kes û hêzên xwedî îmtiyaz derketine holê. Kes û hêzên xwedî îmtîyaz, bi desteserkirina serwetên madî re gelek pêşwendî (avantaj) bi dest xistine û peyre jî pergaleke kedxwar ava kirine. Çîn û hêzên serdest mirovên hêjar û bindest wek alavên bazirganiyê didîtine; hin caran ew wekî koleyan xebitandine û hin caran jî ew birine bazaran, bi bihayekî erzan kirîne û firotine.
Zanebûna jiyana mirovên berê û têgihîştina rêwitiya jiyana mirovahiyê ne hêsan e. Ji ber vê sedemê zanyarên civakî, dîroka mirovahiyê wekî sê beş û serdemên bingehîn senifandine da ku lêkolînên der barê serpêhatiyên jiyana mirovahiyê hêsantir bên kirin û awa û şêwaza jiyana civakên her serdemê jî baştir were famkirin. Ev hersê serdem; wekî serdema nêçîr û komkirinê, serdema çandiniyê û serdem pîşesaziyê/senayiyê hatine binavkirin.
Paradîgmaya giştî ya zanyariya civakî ya li cîhanê li ser vê bingehê ye ku qonaxa yekem a mirovahiyê di pêvajoya dîrokî de serdema nêçîr û komkirinê ye. Li gor vê texminê û angaşta hin zanyarên civakî, mirov hê “pêvajoya kemilandina xwe ya mirovî temam nekiriye.” Bi rastî, “pêvajoya kemilîna mirovî” bi serê xwe mijara nîqaşê ye. Di gerdûneke guherbar de, mirovê ku parçeyekî gerdûnê bixwe ye, pêvajoya kemîlîna xwe ya mirovî tu car temam nekiriye û dê temam neke jî. Lewre kemilîna mirov ne tiştekî westar, misêwa û misoger e; tiştekî demdemî û guherbar e. Tiştên ku vê yekê diyar dikin zagonên gerdûn û xwezayê û şert û mercên jiyanê ne.
Serdema çandiniyê bi jiyana niştecîh a mirovan dest pê kiriye û heya şoreşa pîşesaziyê ya sedsala 19’an berdewam kiriye. Di dîroka mirovahiyê de şoreşa yekemîn û ya herî mezin, şoreşa çandiniyê ye. Mirovahî bi hezaran sal wek civakeke çandiniyê jiyaye. Di vê serdemê de mirov bi cih bûne, dest bi hilberînê kirine, gund ava kirine, heywan kedî kirine û milkê taybet bi dest xistine. Hema bibêje, di hemû serdemên dîrokê de mirov ji hêla hêzên desthilatdar ve bi tevayî wekî bende hatine dîtîn. Ji bilî mirovên berxwedêr û serhildêr, pirî mirovan ev yek wekî qanûnên xwedayî û çarenûseke neguherbar dîtine. Ligel ku di nav diranên çerxa pergala ku bi destê kes û hêzên dersthilatdar ava bûne, hecînîne jî bi jiyana xwe qayil bûne. Îro jî heman pergal didome. Awa û şêwaza jiyana civakên berê û yên îro biguherin jî, serdestî û bindestiya wan tu car neguheriye û bi hemû tundiya xwe didome.
Nîqaşên teorîk û têgihên sosyolojîk ên mîna nijad, netewe, ol, zayend, çîn, dewlet, desthilatdarî, serdestî, bindestî û hwd bêtir di vê serdemê de derketine holê û bûne mijara nîqaşên hûr û kûr. Belê berî van nîqaşan, aloziyeke têginî ya ku mirov bi van nîqaşan rû bi rû dihêle heye. Ji ber ku wateya têgihan rast nayê dayîn, nîqaşa wan jî rast nayê kirin. Gelek caran nijad û netewe an jî nijadperestî û neteweperestî wekî heman tiştî tên dîtin. Her wiha nijadperestî û neteweperestî yan jî neteweperestî û neteweperwerî di heman wateyê de tên bikaranîn. Ev jî mirov ber bi nîqaşeke bêdawî û bêencam ve dike. Heçku ne nijad û netewe û ne jî njijadperestî û neteweperestî heman tişt in. Jixwe neteweperestî û neteweperwerî pir dûrî hev in.
Nijad; regez û irq e. Rasterê bi dirf û dirûv û her wiha bi rengê çermê mirov ve girdêdayî ye. Li gorî daneyên hin antropologan (mirovnasan) li ser rûyê erdê sê yan jî çar nijadên bingehîn en wekî çermesor, çermereş(reşik), çermespî, çermezer tên binavkirin, hene. Gelek netewe ji heman nîjadê ne belê ew neteweya xwe wekî nijadekê dibînin. Netewe; ji kom û civakên ku heman xak/welat, ziman, çand, aborî, ol û baweriyê parve dikin, pêk tê. Bi kurtayî; ew kesên ku em wan wekî nijadperest bi nav dikin, neteweperest in. Bê guman fikra neteweperstiyê jî bi qasî fikra nijadperestiyê xirab û gunehkar e. Lewre ew jî wekî nijadperestiyê dijberî û dijminatiya gel û neteweyê din dike. Belê neteweperwerî feraseteke erênî ye û dijmin û dijberê neteweperestiyê ye Bê guman divê her mirov ligel mafê xwe yê nijad û neteweyî mafê nijad û neteweyên din jî biparêze. Ev ji bo mirovahiyê ne tiştekî xeter e; mafekî rewa û feraseteke birûmet e.
Hem nijadperestî û neteweperestî û hem jî neteweperwerî û navneteweyîparêzî têgihên bîrdozî yên serdema pîşesaziyê/senayî ye. Niqaşên der barê van têgihan de bi hemû giraniya xwe didomin û dixuye dê hê jî bidomin. Çareserî, ne nijadperestî ne jî neteweperestî ye: Çareserî; li gel parastina neteweperwerî û navneteweyîparêziyê, pêkanîna wekhevî, azadî, aştî û aramiya ser rûyê erdê ye.