12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Her kêlî hejmara qurbaniyên erdhejê zêde dibe

Her kêlî encamên herdu erdhejên mezin ên Mereşê bêtir xuya dibin, hejmara qurbaniyan zêde dibe û bi hezaran kes hê jî di bin kavilan de ne. di roja sêyemîn ya erdhejê de hejmara qurbaniya giha nêzî 6 hezaran.

Her kêlî encamên herdu erdhejên mezin ên Mereşê bêtir xuya dibin, hejmara qurbaniyan zêde dibe û bi hezaran kes hê jî di bin kavilan de ne. Bi hezaran kes di vê sir û seqemê de bê alîkarî hewl didin ku şeva xwe derbas bikin û li dijî îktidarê û saziyên wê bi bertek in.

Li gorî agahiyên bloga zindî li navçeya Bazarcixa Mereşê ku navenda erdhejê ye, cara ewil bi pileya 7.7 û cara duyemîn jî bi pileya 7.6 hejiya. Mereş jî di nav de erdhejê bandora xwe li ser 10 bajaran kir. Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 6 hezarî bihûrî. Her saeta ku diçe bilançoya miriyan zêdetir dibe. Li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kilîs, Osmaniye, Edene û Hatayê OHAL hat ragihandin. Hê jî bi hezaran kes di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê têr nakin û tê gotin hê jî cihên ku tîman xwe negihandinê hene. Nûçegihanên ji herêmên erdhejê kêlî bi kêlî agahiyan radigihînin. Nûçegihanên me ragihandin ku xelkê li herêmên erdhejê bi şerv li derve man û heta serê sibê erdhejok qet nesekinînin.

Gelê Semsûrê bi Hêrs e

Welatiyên li Semsûrê li ber kavilan li benda derxistina xizmên xwe ne wiha bertekên xwe anîn ziman: “Semsûr dem û duz bûye. Li navenda Semsûrê 80-90 hezar mirî hene. Hikûmet, dewlet, ceyran, av, gaza xwezayî, nan tune ye.”

Li bazarcixê gel di vê sir û seqemê de li derve maye

Li navenda erdhejê navçeya Bazarcixê ya Mereşê sir û seqemek dijwar heye. Mexdûrên erdhejê konek û bereqeyek nabînin ku lê bimînin. Mexdûr di binê sifrê pileya 5 de li derve dijîn. Hin kes li derdora agir, hin kes di qaseyên kamyonan de, hin kes di wesayîtan de, hin kes jî li derdora avahiyê hilweşiyayî li benda xeberên xêrê ne. Malbatên ku şeva xwe li derve derbas kirin diyar kirin ku cenazeyên xwe ji bin kavilan dernexistine.

Hejmara miriyan zêde dibe

* Li Rihayê hejmara qurbaniyan gihîşt 95’an û 195 jî birîndar bûne.

* Cenazeyên qurbaniyên ku li Semsûrê jiyana xwe ji dest dane, li korîdorên Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê û li ber dibistanan tên sekinandin.

* Hat daxuyandin ku di erdhejê de 5 hezar û 894 kesan jiyana xwe ji dest dane û 34 hezar û 810 kes birîndar bûne.