Li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pîleya 7,7 û 7,6 du erhejên mezin pêk hatin. Yek ji bajarekî ku herî zêde ji erdhejê bi bandor bû jî Semsûrê bû. Di saetên serê sibehê de li navçeya Sergolan a Semsûrê erdhejeke din çêbû. Li gorî Rasatxaneya Kandîllî li navçeyê saet di 06:13’an de bi pîleya 5,6’an erdhejek pêk hat.
Erdheja ku li kurahiya 2,3 kîlometreyan pêk hat, li bajarên derdorê jî hat hîskirin. Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û AFAT’ê ragihand ku mezinahiya erdejê 5,3 ye.