Cengîz Yilmaz ku di sala 2018’an de endamê Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû, duh bi şev li beşa lênerîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Firatê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Yilmaz ku demeke dirêj bû ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin. Cenazeyê wî wê li gundê Kilise yê navçeya Xozat a Dêrsimê were veşartin.