Doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di 5’ê mijdarê de bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind hatibû vekirin, ber bi dawîbûnê ve diçe. Dê di 14’ê adarê de li AYM’ê parastina devkî bê kirin. Bi vê re daxwaza HDP’ê ku biryara taloqî piştî hilbijartinê bê kirin hat redkirin. Tê diyarkirin ku bi blokekirina hesabên alîkariya xezîneyê yên HDP’ê, desthilata AKP-MHP’ê dixwaze beriya hilbijartinê HDP’ê û hilbijêrên bê bêerk bihêle.
Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî, ji nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Firat Can Arslan re axivî.
Bandora wê li hilbijêran dibe
Tiryakî daxwaza wan a ji bo taloqkirina doza der barê partiyê de bibîr xist û got ku ger partî bê girtin ev dê bandorê li vîna gel bike. Tiryakî destnîşan kir ku li ber AYM’ê hin riyên din jî hebûn û wiha got: “AYM berî ku vê biryarê bide, li ber wê alternatîfeke din hebû, dikaribû piştî 14’ê gulanê nîşan bide lê dîroka berî 14’ê gulanê diyar kir. ”
Şahidê veşarî
Tiryakî da zanîn ku “şahidê veşarî” yê ku Serodzgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ew ji bo blokekirina hesabên alîkariya xezîneyê kiriye delîl “îtirafkar” e û got: “Vî îtirafkarî, gotiye dê ji bo rojnameger îfadeyê bide lê ji nişkave ketiye mijara doza girtina HDP’ê û hin tişt gotine. Em behsa îtirafkarekî ku bi taybetî ew anîne dikin. Ev yek delîla wê ye ku bê dozeke çiqasî lawaz vekirine. Lê AYM’ê qîma xwe bi vê aniye.”
AYM bi fermana desthilatê dixebite
Tiryakî diyar kir ku AYM dê di 6’ê sibatê de cardin biryara blokekirinê binirxîne û wiha axivî: “Em dibînin ku AYM’ê îradeyek daniye holê. Rengê xwe diyar kiriye. Wer xuya dike ku AYM û Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind xwe teslîmî hikumetê û şirîkê wê yê biçûk kirine. Helbet ev dê ji bo me ne ya dawî be. Em kevneşopiya siyaseteke 30 salî temsîl dikin. Berê der barê partiyên siyasî de ku em rêça wan didomînin û me mîrateya wan dewr girtiye, gelek doz hatin vekirin û biryarên girtinê hatin dayîn. Ger HDP bê girtin, ev feraset dê hîn bihêztir riya xwe bidomîne.
Gelê me dê bê alternatîf nemîne
HDP, di vî warî de ne bêalternatîf e. Dikare ji pêkhateyên xwe bi yekê tev li hilbijartinê bibe. Dikare bi partiyeke di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de jî tev li hilbijartinê bibe. Desthilat ji bo xitimandina van riyan dê serî li her riyan bide lê em jî li dijî vê ji zû ve dixebitin ji bo afirandina alternatîfan. Tu car em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin. Me di roja pêşîn de gotibû, alternatîfa me ya pêşîn HDP ye ku em ê bi wê tev li hilbijartinê bibin. Ev ji bo me tiştekî man û nemanê ye. Desthilata siyasî û çeteyên di dehlîzên kûr ên dewletê de xwe birêxistin kirine, naxwazin kurd bîrekê ava bikin. Em naxwazin bîra me bê parçekirin. Cîhan hemû HDP’ê nas dike. Em naxwazin derb li naskirina vê partiyê bê xistin. Heya kêliya dawî em ê li ber xwe bidin ji bo ku em bi HDP’ê tev li hilbijartinê bibin lê gava ew roj bê em ê serê xwe wekî berxa li ber kêrê dirêj nekin.”