13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyên jin banga rawestandina darvekirinê li Îranê kirin

Li Îranê, 7 jinên girtî yên siyasî, bi nameyekê dijberiya xwe ya li dijî cezayê darvekirinê anîn ziman û xwestin ku cezayê darvekirinê were rawestndin.

Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê, ji meha îlonê ve ji ber kuştina jina ciwan a kurd Jîna Emînî serhildan hene. Pêşengiya van serhildanan jin dikin û dûrişmeya wan a “Jin Jiyan Azadî” mohra xwe li serhildanan da û kir ku serhildan li dinyayê deng vedin. Dewleta Îranê, ji bo ku pêşî li van serhildanan bigire bi hezaran kesî binçav kiriye û girtiye. Her wiha cezayê darvekirinê li gelek xwepêşandêrên serhildanan biriye.

Jinên girtî yên bi navê Nêrgiz Mihemedî, Spîde Qulyan, Eliye Mutelîb Zade, Hestî Emîrî, Nuşîn Cehferî, Behare Hîdayet û Reha Eskerî Zade ku ji ber xebatên siyasî girtî ne, bi nameyekê banga rawestandina cezayê darvekirinê li dewleta Îranê kirin û ji gel xwestin ku li dijî cezayên darvekirinê bêhelwest û bêdeng nemînin.

Darvekirinê nîşanî  jinên girtî didin

Girtiyên jin di nameya xwe de pêkanîna cezayê darvekirinê weke binpêkirina mafê mirovan ê li Îranê yê herî dijwar pênase kirin û destnîşan kirin ku beşek ji jinên girtiyên siyasî timî di bin gefa pêkanîna cezayê darvekirinê de ne. Jinan, di nameya xwe de îsaret bi dosya Spîde Kaşanî û Nîlufer Biyanî kirin ku ji derveyî îşkence û xistina hucreyên yek kesî, gelek caran gefa darvekirinê li wan hatiye xwarin.

Di nameyê de hatiye gotin ku li hucreyên yek kesî dîmenên çawaniya darvekirinê nîşanî hinek jinên girtiyên siyasî dane û Miryem Hacî Hisên, Mehweş Şehiryarî û Ferîba Kemal Abadî ku çend caran hewl hatiye dayin ku bi sûcdariya’ Xeribiya li ser erdê’ werin cezakirin timî gefa darvekirinê li wan tê xwarin.

Zeynep Celaliyan

Ji bo girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan jî di nameyê de tê gotin ku tevî îşkeceya zêde ya ji ber sûcdariya “tevlîbûna çalakiyên çekdarî” jî Celaliyan li ber xwe daye û mikurhatinê nepijandiye. Her wiha di nameyê de qala jina şoreşgera Kurd Şîrîn Elemhulî ku di sala 2010’an hatî darvekirin jî hatiye kirin.