13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji hucreyê cihanê ronî dike

Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her ku diçe girantir dibe lê tevî tecrîda li ser, fikrên wî yên li ser jiyana azad li her derên cihanê ji gelan û bi taybet jî ji jinan re dibe çavkaniya têkoşînê.

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de dewletên hegemon li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komployek dan destpêkirin. Di encamê de di 15’ê Sibata 1999’an de Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin û li Girava Îmraliyê kirin nav çar diwaran. Lê nav diwarên ku Rêberê PKK’ê lê hatibû girtin li pêşiya xebatên wî yên ku ji bo jiyaneke nû dabû destpêkirin nebûn asteng.

Abdullah Ocalan bi parêznameyên ku nivîsî ji bo gelên bindest der barê her qadên jiyanê de riyên çareseriyê diyar kir. Parêznameyên wî wergerî gelek zimanan hat kirin û li zanîngehan bûn mijarên dersan. Pirtûk û nirxandinên wî bi taybet ji bo jinên ku weke navmalî û dayika zarokan dihatin pênasekirin bûn rêya xwe naskirin û hebûnê. Bi hezaran jin ji nêrînên wî bandor bûn û li dijî desthilatiya mêrperest dest bi têkoşînê kirin.

Hêza jinan

Jinên kurd li Rojhilata Navîn ku hem weke navenda tunehesibandin hem jî navenda têkoşîn û berxwedanê tên nasîn de bi felsefeya Rêberê PKK’ê li dijî her cure tunehesibandinan ji gelan re pêşengî dikin. Bi taybet jî piştî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ku hin kanton hatin avakirin. Bi avakirina kantona rola jinan derket holê. Pêşengiya jinan di êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Rojava de gihişt lûtkeyê û bi têkoşîna li dijî van êrîşan jinan hêza îradeya xwe bi hemû cîhanê dan nasîn. Jinan hem di nav şer de hem jî piştî şer felsefeya ku hêz dide wan li nav her qadên jiyanê belav dikin û di nav her şert û mercan de bi têkoşîna xwe hebûna xwe berz dikin.

Ji bo jinên bindest bû hêvî

Têkoşîna ku bi pêşengiya jinên kurd li Rojava hat destpêkirin li deverên cudatir ji bo jinên bindest bû hêvî. Li rojhilatê Kurdistanê jinên ku ji 40 salî zêdetir e di bin zextên desthilata îslamî de tên tepisandin her çiqas dem dem hewl dabin xwe ji van zextan xilas bikin jî bi tundiya desthilat mêrperest re rû bi rû diman. Herî dawî di 16’ê îlona 2022’yan de jina kurd Jîna Emînî qaşo ji ber ku li gorî şertên îslamî xwe nenixaftiye hat kuştin. 10 roj beriya kuştina Jîna Emînî  endameke îstîbarata Îranê bi hinceta alîkariyê çû ber derê Şilêr Resûl û hewl da tecawizê wê bike. Li ser vê hewldanê Şilêr xwe ji şibaka mala xwe de avêt û xwe kuşt. Mirina Jîna û Şilêr di nav jinên kurd de rastî bertekan hat û bû çirûska serhildanê.

Daxwaza guhertinê

Jinên ku li rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ku encama xebat û têkoşîna Abdullah Ocalan û jinên kurd de rabûn ser piyan bandorê li tevahiya civaka Îranê kir. Mêrên ku bi salan e bi desthilata heyî re dijîn û bûne parçeyek ji tundiya li ser jinan îro li kolanên Îran û Kurdistanê bi canê xwe ji bo wekheviyeke mayînde têdikoşin. Farisên demokrat ji bo kurd, ereb û belucên ku bi salan e tune tên hesibandin li kolanan cihê xwe digirin û ji bo serhildana wan encameke baş bigire axaftin û nivîsên Abdullah Ocalan werdigerînin farisî û xwe li ser fikrên wî rêxistin dikin.

Bi sedan hatin kuştin

Ji roja destpêka serhildanê heta îro li kolanan bi sedan kes bi guleyên hêzên hikûmetê hatin kuştin. Bi hezaran kes hatin girtin. Kesên ku hatin girtin di bin çavan de rastî tecawiz û îşkenceyê hatin. Bi dehan kes piştî ku ji bin çavan derketin xwe kuştin. Lîstikvanên navdar ji ber ku piştgirî dan serhildanê bûn hedefa desthilatê. Bijîşkên ku birîndaran tedawî dikirin bi îşkence hatin kuştin. Der barê gelek kesan de biryara darvekirinê hat dayîn. Tevî van kiryaran jî desthilata heyî ji ber ku bingeha serhildanê  li ser felsefeya jiyana azad a Rêberê PKK’ê xwe xurt kiriye nikare bitepisîne. Gelên ku bi mehan e ji kolanan venakişîn bi daxwaza guhertina pergalê li ber xwe didin û daxwaza xwe bi hemû cihanê dan bihîstin.

Bandora Şoreşê

Şoreşa Rojava û rêveberiya ku li wir hat avakirin weke gelek cihan bandora xwe li ser rojhilata Kurdistan jî kir. Li gel dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ dirûşma ‘Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e’ bandora Şoreşa Rojava ya li ser Rojhilat radixe ber çavan. Ji ber vê yekê ye ku gelên cuda yên di nav civaka Îranê de cih digirin ji pêşengiya kurdan bawer dikin.

Weke Rojava û Rojhilat jinên kurd li bakurê Kurdistanê jî her roj ji bo aramkirina jiyaneke wekhev li ber xwe didin û pêşengiyê ji jinên Tirkiyeyê re dikin.

Dema mirov li têkoşîna jinan a ku li jor mînakên wan hatine dayîn dinêre bandora felsefeya Abdullah Ocalan xwe dide der, dibîne. Li ser vê yekê mirov dibe şahidê hêza fikrên wî yên ku tevî tecrîda heyî ji hucreya Girava Îmraliyê cihanê ronî dike û bivê nevê pirsa ‘heke Abdullah Ocalan ne di girtîgehê de li derva bûya dê rewşa gelên cihanê çi bûna’ di hişê mirov de olan dide.