Li eyaleta Khyber Pakhtunkhwa ya Pakistanê di dema nimêja nîvro de li dijî mizgeftekê êrîşeke xwekujî pêk hat. Li gorî texmînên destpêkê herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest daye û 90 kes jî birîndar bûne.
Di dema nimêja nîvro de li herêma Xetên Polîsan a bajêr li dijî mizgeftê êrişeke xwekujî hat kirin. Di êrîşa bombeyî de mizgeft jî zirareke mezin dît û bi dehan kes birîndar bûn.
Li gorî ajansên herêmî yên Pakistanê herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest daye û 90 kes jî birîndar bûne. Heta niha tu kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.