12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bîlançoya 23 rojan a êrîşên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê

Artêşa tirk di 23 rojan de bi çekên giran û balafirên bêmirov êrîşî 42 gund û nuqteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, di encamê de 4 welatî şehîd bûn û 11 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn

Li gorî agahiyên ajansa ANHA’yê ku xwe dispêrin çavkaniyên ji Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), artêşa tirk  ji destpêka çileyê heta 23′yê mehê 42 gund û nuqte li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin hedef.

Eyn Îsa

Destpêka vê mehê artêşa tirk  bi çekên giran û doçkayan aliyê rojavayê navenda navçeya Eyn Îsayê topbaran kir, hemwextî wê jî gundên Seyda, Mişêrfê, rêya M4, kampa navçeyê, depoyên wê, Xalidiyê, Muilek, Sefawiyê, Hoşan û Trumpeya Fatisê topbaran kirin.

Efrîn û Şehba

Artêşa tirk gundên Xirêbê, Bênê, Elqemiyê, Soxanekê, daristana Soxanekê, Meyasê, Tat Meraş, Meranazê, Şewarxa, Malkiyê, Irşadiyê û Tinibê yên kantona Efrînê topbaran kirin. Di encamê de 11 endamên hêzên hikumeta Şamê ku di nav de 3 efser hene, birîndar bûn.

Her wiha dagirkeriyê Til Rifet, Hirbil, Şealê, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Miniq, Şêx Îsa, Samoqa, Cebel Nayif û Hisênî yên kantona Şehbayê topbaran kirin.

Til Temir

Gundên Gozeliyê, Oce, Tewîle û Til Tewîl ên Asûriyan ên navçeya Til Temirê ya Hesekê bi dijwarî hatin topbarankirin.

Kobanê

Artêşa tirk bi çekên giran gundê Ziyare yê li gundewarên Kobanê topbaran kir.

Her wiha ev hemû êriş û topbaranên hatine bibîrxistin li dijî welatiyan pêk hatin û zirarên mezin bi mal û milkên wan de bûn.

Bombebarana balafirên bêmirov

Ji destpêka mehê ve balafirên bêmirov li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê digerin û cihên cuda bombebaran dikin.

Di 2′yê Çileyê de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker gundê Oce yê Til Temirê bombebaran kir, di encamê de zirarên madî bi mal û milkên welatiyan de bûn.

Di 3′yê Çileyê de balafireke bêmirov gundê Til Tewîl-Meşro yê li bakurê Hesekê kir hedef û di encamê 2 şervanên QSD′ê birîndar bûn.

Di 6′ê Çileyê de, balafireke bêmirov gundê Xalidiyê yê Eyn Îsayê bombebaran kir, di encamê de zarokê bi navê Elî Xelîfe (10) birîndar bû. Di heman dîrokê de balafireke kamîkaze gundê Soxanekê yê kantona Efrînê ya dagirkirî kir hedef.

Di 11′ê Çileyê de balafireke bêmirov erebeyek li ser rêya M4 a di navbera Hesekê û Qamişloyê de kir hedef.

Di 12′yê Çileyê de balafireke bêmirov gundê Qermitlo yê Qamişloyê bombebaran kir û tenê zirarên madî çêbûn.

Di 15′ê Çileyê de balafireke bêmirov gundê Berîva yê Amûdê bombebaran kir û tenê zirarên madî çêbûn.

Di 18′ê Çileyê de balafireke bêmirov Rawestgeha Arî ya li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê bombebaran kir, di encamê de 3 welatî şehîd bûn; Ebdurehman Hisên Hesam, Ehmed Elî û zarokê bi navê Ehmed El Salim.

Di 19′ê Çileyê de balafireke bêmirov nuqteya Têkiliyên Leşkerî ya ji bo hevdîtin û hevkariya bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re ya li Rimêlanê de bombebaran kir. Di encamê de şervanê QSD′ê Mihemed Hacî Mihemed (Rojhat Hesekê) şehîd bû.