Têkildarî rewşa Sûriyeyê rojnameya El Beyan cih da gotinên nûnerê NY′yê yê Sûriyeyê Geir Pedersen û 6 şertên bingehîn ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê. Di gotarê de wiha tê gotin: “Tevî hewldanê navneteweyî yên ji bo bidawîkirina şerê li Sûriyeyê, çareyeke siyasî li gorî bingeha biryarên navneteweyî yên têkildarî Sûriyeyê, xuya nake.
Di rûniştina doh a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de nûnerê NY′yê yê Sûriyeyê Geir Pedersen 6 şert ji bo ku bibin hîmên bingehîn di hewldanên navneteweyî de, diyar kirin.
Nûnerê NY′yê yê Sûriyeyê da zanîn ku divê çareya siyasî li welat li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254′an bê kirin. Pederson destnîşan kir ku ew 6 şert ew in ku rageşî bi paş bikeve, aramî vegere, alîkarî bi rêya sînor derbasî bakurê rojavayê Sûriyeyê bibe, xebata komîteya destûrê ji nû ve were kirin, dosyaya girtî û windayan, penaber û koçberên sûrî were çareserkirin, tedbîrên ji bo avakirina baweriyê gav bi gav werin avêtin û dan û standina bi sûriyan re di tevahî aliyan de were kirin. Pedersen got divê kedên dîplomatîk ên têkildarî Sûriyeyê werin pêşxistin û hemû aliyên aktîf ku bandora wan li çareserkirina nakokiyê heye, beşdar bibin.”