Serokê Ukraynayê Vlodomer Zelenskî di daxuyaniyeke çapemeniyê ya roja çarşemê (doh) de bang li welatên Rojava kiribû ku alîkariya wan a çekan zêde bikin. Zelenskî daxwaz ji hevalbendên xwe yên rojavayî kir ku fûzeyên dûravêj û balafirên şer bidin welatê wî.
Washington û Berlînê piştî demeke dirêj ji guftûgoyan lihev kirin ku tankên giran ên amerîkî û almanî bişînin Kîevê.
Zelenskî der barê biryara Almayayê ya şandina tankên şer bi erênî nirxand û wiha got: “Divê ew bêtir rê bidin ku fûzeyên menzîl dirêj ji Ukraynayê re bên şandin, ev girîng e. Divê welatên Rojava di warê topxaneyê de jî hevkariya xwe berfirehtir bikin û balafirên şer jî bişînin Ukraynayê.