Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku ji 36 hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenên ji 7 welatan pêk tê, ji bo hevdîtinên li ser tecrîda li djî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat Tirkiyeyê. Delegasyon wê di navbera 25-27’ê çileyê de li Stenbol, Enqere û Amedê bi rêxistinên civakî yên sivîl û derdorên siyasî re hevdîtinan bike.
Heyet wê weke 3 heyetên cihê hevdîtinan bike û wê di 28’ê çileyê de li Stenbolê Forûma Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê li dar bixe.
Bernameya Heyetê
Bernameya heyetê ya li Enqere, Amed û Stenbolê bi giştî wiha ye
Enqere
11:00 – Serdana Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB)
13:00 – Serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)
14:00 – Serdana Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê
Amed
10:30 – Hevdîtina bi malbatên ku zarokên wan li Îmraliyê di girtîgehê de ne.
14:00 – Serdana Dayikên Aştiyê
15:30 – Serdana Med Tûhad-Fedê
Stenbol
11:30 – Serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê
15:00 – Hevdîtina bi Saziyên Hiqûqê re