Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta ku parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikarin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya parlamenteran di roja 23’yan de berdewam kir. Di çalakiya îro de parlamenteran dovîzên “Bila li Îmraliyê hiqûq bikeve meriyetê” û “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” hilgirtin. Parlamenterên HDP’ê Alî Kenanoglû, Zeynel Ozen, Şevîn Coşkun, Mûrat Sarisaç, Kemal Pekoz, Erdal Aydemîr, Mûrat Çepnî, Celadet Gaydali, Abdullah Koç û Habîp Eksîk tev li nobeta îro bûn. Parlamenteran têkildarî mijarê li pêşiya Meclisê daxuyanî dan.
Di Nobeta Edaletê de Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû axivî û da zanîn ku tecrîd, bi mebesta îzolasyonê tê kirin.
‘Li gorî makeqanûnê tecrîd sûc e’
Kenanoglû diyar kir ku tecrîd mijareke piralî ye û wiha got: “Gelek aliyên tecrîdê hene. Yek ji van aliyê hiqûqî ye, ya din aliyê mirovî û ya sêyemîn jî aliyê siyasî ye. Ji hêla hiqûqî ve em dikarin bibêjin ku li gorî Makeqanûna Tirkiyeyê tecrîd sûc e. Mafên girtiyan ên hiqûqî hene ku hevdîtinên bi parêzer û malbatan re ji wan mafan in. Lê nahêlin ji van mafên xwe sûd bigirin. Li vir sûcekî hiqûqî tê kirin. Hevdîtinên bi parêzer û malbatan re tên astengkirin. Lewma jî Makeqanûna Tirkiyeyê û qanûnên wê li Girava Îmraliyê nayên bicihanîn.”
‘Li girava imraliyê sûcê li dijî mirovahiyê tê’
Bi domdarî Kenanoglû ev tişt anî ziman: “Ya din jî aliyê mirovî ye. Ji hêla mirovî ve tecrîd, dûrxistina kesekî ya ji civakê ye û bi vê yekê re sepaneke li dijî mirovahiyê ye. Li Girava Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin. Ji hêla din ve tecrîd, îşkence ye. Lewma jî li Girava Îmraliyê îşkence li birêz Ocalan û girtiyên din tê kirin. Îşkence jî hem di qanûnên me de û hem jî li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e. Aliyê din ê girîng jî sedemên siyasî ye. Sedema tecrîdê, siyasî ye. Dema em li van sedemên siyasî dinihêrin jî dibînin ku pirsgirêka kurd û neçareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çendek ji van sedeman in. Ji ber ku tecrîd tenê li dijî şexsekî nayê kirin, aliyekî siyasî heye. Kesê tê tecrîdkirin kesekî jirêzê nîne. Ev tecrîd di serî de li gelê kurd û hemû civakên Tirkiyeyê tê ferzkirin.”
Bandorê li hemû civakê dike
Bi domdarî Kenanoglû diyar kir ku domandina tecrîdê tê wateya israra di şer de û wiha pê de çû: “Ji ber ku kengî li vî welatî bingeha axaftinê çêbibe, wê demê hevdîtin hatine kirin û ji hêla siyasî ve asayîbûnek çêbûye. Kengî polîtîkaya tecrîdê xistibin meriyetê jî, wê demê ew bermayiyên demokrasiyê jî ji holê radibin. Tecrîd, bandorê li hemû derdorên civaka Tirkiyeyê yên aliyê ked û azadiyê digirin dike. Em vê tecrîdê tenê sepaneke li dijî gelê kurd nabînin. Em niha li Tirkiyeyê di halekî wisa de ne ku yek bibêje ez birçî me û nikarim debara xwe bikim jî jê re dibêjin tu terorîstî. Ev sepan bi giştî nîşan didin ku tecrîd, encama sepanên antî-demokratîk in. Lewma jî em nikarin bibêjin tecrîd tenê di şexsekî de di meriyetê de ye lê em weke mijareke zilm, zordestî û zexta li ser gelê kurd dinirxînin. Tecrîd, bi awayekî giştî bandorê li hemû derdorên civakî yên Tirkiyeyê dike.
Hiqûqeke din heye
Weke HDP’ê em di heman demê de vê tecrîdê weke tecrîdeke li dijî xwe dibînin. Ji ber ku heke polîtîkayên zext, zilm û zordestiyê li ser hemû derdorên civakê û mirovan hebe, ev yek nîşan dide ku cihê guftûgo lê tê kirin hatiye terikandin û demokrasî hatiye tunekirin. Ji bo ku siyaset û aboriya Tirkiyeyê bi ser xwe ve were û asayî bibe, daxwaza me ew e ku dev ji vê polîtîkaya tecrîdê berdin. Ji ewil divê mafên hiqûqî yên hevdîtina bi parêzer û malbatan re yên birêz Ocalan û girtiyên din bi cih bînin. Weke ku Girava Îmraliyê ne xaka Tirkiyeyê be tevdigerin û hiqûqeke pir cuda li wir heye. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û divê tavilê bi dawî bibe. Divê li gorî qanûn û makeqanûnê tevbigerin û birêz Ocalan û girtiyên din bikarin bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin.”