Dewletê careke din serî li rêya ku gelek caran serî lê daye, da û piştî 12 salan bi hêzeke mezin li dijî başûrê Kurdistanê êrîşeke leşkerî pêk anî. Herî dawî dewletê di sala 2008’an de serî li vê rêyê dabû û piştî êrîşên 8 rojan vekişiyabû. Li ser vê vekişandinê di siyaseta Tirkiyeyê de gelek nîqaş hatibûn kirin. Hat angaştkirin ku ji bo qelskirina artêşê bi zanebûn ev operasyon hatiye destpêkirin û bi dawîkirin.
Piştî vê vekişandinê heta bidawîbûna Pêvajoya Çareseriya Demokratîk êrîşên mezin li dijî başûrê Kurdistanê nehatin kirin. Lê piştî ku pêvajo bi dawî bû û heta niha gelek êrîşên hewayî yên bi sînor hatin lidarxistin. Di demeke ku helwdanên pêkhatina yekitiya kurdan zêde bûne de dewletê careke din operasyonên derveyî sînor kir rojeva xwe û ji bo vê yekê dest bi amadekariyan kir.
Sivîlan canê xwe ji dest da
Di vê çarçoveyê de, di 11’ê hezîranê de dewletê bi dehan balafirên şer anî balafiregeha leşkerî ya Amedê. Piştre jî Nexweşaneya Dewletê ya Silopyayê ji bo vê operasyonê hat amadekirin. Piştî van amadekariyan şeva 14’ê hezîranê bi tevlîbûna bi dehan balafirên şer, li dijî Wargeha Mexmûr, Şengal û Qendilê êrîşên hewayî pêk hatin. Di 16’ê hezîranê de bi helîkopteran hejmarek leşker jî derbasî herêma Heftanînê hatin kirin.
Di van erîşan de gelek gundên ava ku bi sedan sivîl têde dijîn hedef hatin girtin. Di encama êrîşên hewayî de li van gundan 4 welatiyên başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest da û xesareke mezin gihîşt û mal û baxçeyên gundiyan. Li Silêmaniyê gel daket qadan û bertek nîşanî êrîşan da. Her wiha ji hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê xwest ku pêşî li êrîşan bigirin. Ji bilî başûr li bakurê Kurdistanê jî êrîş bi bertek hatin pêşwazîkirin.
Welatên ereb hişyar kirin
Dîsa di nav hefteyê de êrîş di navbera Tirkiye û welatên herêmê de bû sedema qrîza dîplomatîk. Di serî de Iraq çend welatên ereb bertek nîşanî êrîşan da. Wezareta Karên Derve ya Iraqê, ji ber êrîşê 2 caran sefîrê Tirkiyeyê yê Iraqê vexwend wezaretê û ew hişyar kir. Wezaretê xwest ku Tirkiye serweriya wan bin pê neke û hemû hêzên xwe yên leşkerî ji Iraqê vekişîne û careke din li dijî Herêma Kurdistanê êrîşan pêk neyne.
Wezaretên karên derve yên Erebistana Siûdî, Îmareta Erebî û Bayreynê têkildarî êrîşê daxuyanî dan û êrîş şermezar kir. Her sê welatan jî destnîşan kir ku êrîş li hemberî serweriya Irqaqê ye û ew qebûl nakin ku li dijî serweriya Iraq êrîş pêk bên. Dîsa ragihandin ku heke Iraq ji wan alîkariya bixwaze ew dikarin piştgiriyê bidin Iraqê.
Tevî bertekên kurdan û welatên ereb jî erîş nehatin rawestandin. Dibe ku berdewamiya êrîşan di navbera welatan de bibe sedema krîzeke mezintir.