Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut di pîrozbahiyên Newroza Amedê ya sala 2017’an de hatibû kuştin. Têkildarî qetilkirina Kurkut derheqê polîsê bi navê Yakup Şenocak de bi sedema “Kuştina qesdî” doz hatibû vekirin. Lê belê ji bo Şenocak biryara beraetê hatibû dayîn. Piştî ku biryar ji hêla Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê ve hat betalkirin, dîsa biryara darizandinê hatibû dayîn. Dadgeha Îstînafê ji bo bûyerê, nirxandina “Di kuştina Kurkut de şert û mercên bikaranîna çekê çêbûne” kiribû. Bi vê yekê re biryara beraetê ya ji bo Şenocak betal kir û biryara “Cihê cezakirinê nîne” da. Piştî vê biryara Dadgeha Îstînafê, Şenocak dîsa hate darizandin û biryara “Cihê cezakirinê nîne” hate dayîn.
Danişîna biryarê li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Polîsê bersûc û birayê Kurkut bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Parêzerên malbata Kurkut, Serdar Çelebî û Mehmet Emîn Kurkut û parêzerê bersûc Ahmet Firat jî di danişînê de amade bûn.
‘Bersûcê xelet tê darizandin’
Dozger di navbera rûniştinê de xwest ku şandeya dadgehê di çarçoveya biryara Dadgeha Îstînafê ya “Cihê cezakirinê nîne” de tevbigere. Polîsê bersûc Yakup Şenocak tawanên heyî red kir û wiha got: “Bersûcê xelet tê darizandin. Heke lêpirsîna dosyayê bi rast û dirûst bihata kirin dê bersûcên rasteqîn derketibûna holê.”
Dozger, ji şandeya dadgehê xwest ku li gorî biryara Dadgeha Îstînafê tevbigere û biryara “Cihê cezakirinê nîne” bide. Her wiha parêzerê bersûc jî got ku di rapora kesê pispor a ewil de hatibû tespîtkirin ku guleya ku Kurkut pê hatiye kuştin ne ji çeka miwekîlê wî lê ji çekeke din hatiye avêtin. Bi domdarî jî parêzerê bersûc diyar kir ku piştî dosya ji Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê re hatiye şandin, rewş guherî ye. Parêzerê bersûc jî heman daxwaza dozger kir.
Birayê Kemal Kurkut, Cîhan Kurkut jî xwest ku edalet pêk bê û wiha got: “Pir eşkere ye bê ka delîlên di dosyayê de û wêneyên bûyerê çawa derketin holê. Ez dixwazim ku bersûc were cezakirin.”
‘Dixwazin dosyayê bi necezakirinê bigirin’
Parêzerê malbata Kurkut, Serdar Çelebî jî diyar kir ku dosya yek ji dosyayên necezakirinê ye û wiha got: “Yek ji wan darizandinan e ku faîl polîs û kuştî kurd e. Me dixwest ku faîl were tespîtkirin û darizandin. Lê ji destpêkê ve hemû daxwazên me hatin redkirin. Di dozeke wiha de çawa daxwaza keşfê tê redkirin? Ez îdia dikim ku ji ber keşf nehat kirin, yek ji endamên şandeyê cihê bersûc û kuştî nizane. Polîsê herî nêzî kuştî, polîs Onur Mete ye ku dibêje; ‘min gotina kuştî ya ku dibêje ez ê xwe biteqînim nebihîstiye.’ Lê yên li dûr disekinin dibêjin; ‘me bihîstiye.’ Ji destpêkê heta niha piştî daxuyaniya walî ya bombeya zindî, armanc ew e ku dosya bi necezakirinê were girtin.”
Bi domdarî Çelebî ev tişt anî ziman: “Di rapora Buroya Krîmînal a Neteweyî de tê gotin ku bersûc raste rast Kurkut hedef girtiye û gule berdane. Bêyî ku îtîrazek çêbibe, bi biryareke navberê ya dadgehê re daxwaza jinûve çêkirina raporê hate kirin. Di rapora duyemîn a Buroya Krîmînal a Neteweyî de gotinên tam berevajî vê hatine nivîsandin. Di rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) de tê gotin ku guleya rê li ber mirina Kurkut vekirî ji jor hatiye. Erê baş e guleya ji erdê vedipeşe çawa ji jor ve dikev laş de? Her wiha Dadgeha Îstînafê biryara beraetê betal kir. Pir eşkere ye bê ka mafê jiyanê di kîjan rewşan de tê binpêkirin. Heke rewşeke parastina rewa, hewldaneke li dijî girtinê hebe yan jî serhildan û rewşeke awarte hebe dibe. Lê tu rewşeke ku mafê jiyanê were binpêkirin derneketiye holê. Di doza li Dadgeha Îdareyê de mufetîşên milkiyeyê rapor amadekirin û gotin; ‘mercên bikaranîna çekê çênebûbûn’ û ‘amiran fermana guleberdanê nedabûn.’ Her wiha di raporê de wiha tê gotin; ‘… heke gef xwaribe jî mercên ku vê gefa xwe pêk bîne tune bûn. Hatiye tespîtkirin ku rêbaza bikaranîna çekê nayê qebûlkirin.’ Bersûc bi zanebûn ev cînayet kir. Divê bi sedema kuştina qesdî were cezakirin û bê girtin.”
Dayika Kurkut tev li danişînê nebû’
Ji parêzerên malbata Kurkut, Mehmet Emîn Çelebî jî di danişînê de wiha got: “Yek ji mînakên polîtîkaya necezakirinê ye. Ev dosya ne dosyaya ewil e û ne jî dê bibe ya dawî. Di raporên dosyayê de eşkere ye ku cînayet ji hêla bersûc ve hatiye kirin. Zêdetirî 20 polîsên nêz ên li cihê bûyerê guleyan ber didin hewa lê bersûc raste rast kuştî hedef digire û guleyan ber dide. Dikariyan bêyî bikaranîna çekan, kuştî bêbandor bikin. Em hêj nizanin bê ka çima daxwaza keşfê hate redkirin. Li şûna ku îro biryarê bide, diviya bû dadgehê biryara keşfê dabûya. Piştî biryara beraetê ya ewil, êdî dayika kuştî nehat danişînan. Ji ber ku baweriya wê ya bi edaletê nema. Di raporên mifetîşên milkiyeyê de tê gotin ku amiran fermana guleberdanê neda ye. Bersûc bi van fermanan nekir. Ez dixwazim ku bersûc bi sedema kuştina qesdî were cezakirin û girtin.”
Dadgehê got ku ji bo bikaranîna çekê şert û mercên qanûnî çêbûne û biryara “Cihê cezakirinê nîne” da.