Wekî tê zanîn Nelson Mandelayê li Afrîkaya Başûr li dijî rejîma Apartheîdê ya nijadperest têkoşiya, di sala 2011’an de nexweş ket û di 5’ê çileya pêşîn a 2013’an de mir. Mandela li hember rejima Apartheîdê ya mirovên çêrmspî ji reşikan mezintir dibîne heta mirina xwe têkoşiya û hewl da ku hemû kes di civakê da wekhev bijîn. Li vir ez dixwazim çîrokeke balkêş li ser jiyana rêzdar Nelson Mandela pêşkêşî we dikim.
Dema Nelson Mandela li zanîngeh beşa hiqûqê dixwend, mamosteyekî wî yê bi navê Pîter hebû û ew mamosteyê çermspî gelekî ji Mandela aciz bû. Carekê dema wî mamosteyî li kantîna zanîngehê xwarin dixwar Mandela jî rahişte xwarina xwe û çû li nêzî wî rûnişt. Mamoste li Mandela nerî û jê re wiha got: Divê tu zanibî, tu caran beraz û baz bi hev re xwarinê naxwin. Mandela bêyî xwe aciz bike rahişte xwarina xwe û wiha got: Xeman nexwe birêz vaye ez difirim ciyekî din. Wî rahişte xwarina xwe û çû li maseyeke din rûnişt.
Ew yek di dilê Pîter de bû kulek û xwest heyfa xwe ji Mandela hilîne. Roja din di pola dersê de ji Mandela pirsek wiha kir: Mandela heke tu 2 kîsikan bibînî di yekî de pere û di yê din de zanîn, tu yê rahêjî kîjan kîsikî ji xwe re. Mandela got ez ê rahêjim kîsikê pereyan. Mamoste beşişî û got : Heke ez li şûna tebûma min ê rahişta kîskê zanînê. Mandela jî bersiva wî wiha da: Rast e ji ber her kes tiştê jê kêm e tercîh dike. Kêmasiya mirovan çi be û hewcedariya mirovan bi çi hebe mirov wê tercîh dike.
Careke din mamoste xwest heyfa xwe ji Mandela hilîne vê carê li ser kaxiza wî ya azmûnê (ehmeq) nivîsand bêyî notên wî nîşan bide. Mandela dîsa qet xwe aciz nekir û çû ba mamoste û wiha jê re got: Mamoste te imzeya xwe nivîsandiye lê te ji bîr kiriye nota min a dersê binivîsî.