Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, ji bo ku tev li şahiya piştevaniyê ya CAN TV’yê ya li Londrayê bibe çû Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê. Polîsan çûna Bulbul bi angaşta “astengiya îdarî” derketina derveyî welat a Bulbul asteng kirin.
Bulbul, der barê mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û bi bîr xist ku ew berê jî bi rewşek wiha re rûbirû maye û lê di encama têkoşîna hiqûqê de astengiya wî hatiye rakirin. Bulbul, da zanîn ku ew di 22’yê kanûnê de çûye Parîsê û bi pirsgirêkek wiha re rûbirû nemaye û lê îro ew bi vê pisgirêkê re rûbirû maye. Bulbul got ku li Balafirgeha Stenbolê astengiyek wiha li pêşiya wî nîne û lê li Balafirgeha Sabîha Gokçenê astengiyek wiha heye.
Bulbul, anî ziman ku ev astengî têkçûna AKP’ê nîşan dide û ev tişt got: “Ev mantiqa ku çûna me asteng dike, mantiqa çetebûna ku li Îmraliyê tecrîdê disepîne û mafê siyasetê qedexe dike ye. Ez li Serokê Meclisê Mustafa Şentop geriyam lê telefona min venekir. Êdî pir aşkera tê xuyakirin ku dawiya vê çeteyê tê.”