Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi daxuyaniyekê “darvekirina hovane” li dijî Mihemed Mehdî Keramî û Seyd Mihemed Huseynî şermezar kir û hişyarî da ku çarenûsa gelek kesan mîna ya wan e.
Rêxistinê bang li dewleta Îranê kir ku hemû cezayên darvekirinê rawestîne ku ji ber xwepêşandanên li welêt dane.
Cîgira serokê nivîsgeha rêxistinê ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Diyana El Tehawî got: “Domandina pêla kuştinê ji aliyê rejîma Îranê ve ji bo bidawîkirina xwepêşandanan, tiştekî kirêt e. Darvekirina hovane ya Mihemed Mehdî Keramî û Seyd Mihemed Huseynî, dewamkirina desthilata Îranê di birîna cezayên darvekirinê de, diyar dike.”
Komîserê mafên mirovan ê NY`yê Volker Turk jî got: “Hikumeta Îranê cezayê darvekirinê wek çekekê bi kar tîne da ku tirsê di nava welatiyan de belav bike û muxalefetê tune bike. Darvekirin digihêje wê dereceyê ku bi fermana dewletê pêk were.”
Li hember xwepêşandanan dewleta Îranê hemleyeke çewisandinê ya tund dimeşîne. Li gorî tor û rêxistinên hiqûqî li dijî 100 kesan cezayê darvekirinê hatiye birîn. Di encama xwepêşandana de heta niha bi sedan kes hatin kuştin û bi hezaran kes jî hatine girtin.