Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî û şandeya pê re, serdana paytexta Iraq, Bexdayê kirin û bi Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sûdanî re civiyan. Di parvekirinên li ser hesabê medyaya dîjîtal a Mesrûr Barzanî yên têkildarî hevdîtinê hatin kirin de, hate gotin ku Peymana Şengalê ku destkeftiyên êzidiyan dike hedef, hatiye rojevê. Hate diyarkirin ku Barzanî xwestiye Peymana Şengalê were pêkanîn.
Peymana Şengalê
PDK’ê û Serokwezîrê Iraqê yê berê Mustafa Kazimî di 9’ê Cotmeha 2020’an de “Peymana Şengalê” îmze kirin. Bi peymanê re dihat plankirin ku hêzên herêmî yên Şengalê ji Şengalê bên derxistin, PDK paş ve vegere Şengalê û hêzên Iraqê li Şengalê werin bicihkirin. Ev peyman rastî berteka şênî û rêveberên Şengalê hat.