Di van rojên ku di navbera wê û Rejîmê de hevdîtin hatin destpêkirin de Tirkiye êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), derbas kiriye, li ser rêya M4 a di navbera bajarên Qamişlo û Hesekê de Tirkiye li dijî wesayîtke sivîl êrîşeke hewayî pêk anî.
Der barê encamên êrîşê de agahî nehatin bidestxistin.