Nobeda Edaletê ya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi daxwaza pêkhatina hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dane destpê kirin di roja 15’an de berdewam kir. Parlamenter Kemal Bulbul, Abdûllah Koç, Mûazzez Orhan, Siddik Taş, Huseyîn Kaçmaz, Erdal Aydemîr, Kemal Pekoz, Celadet Gaydali, Remziye Tosûn û Nûran Îmîr bi dowîzên “Bila hiqûq li Îmraliyê bi cih bê anîn” û “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclîsê daxuyanî dan.
Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul daxuyanî da û diyar kir ku li Girava Îmraliyê sîstemeke ku li Destûra Bingehîn û sîstema hiqûqê nayê, bi cih tê anîn. Kemal Bulbul, ragihand ku desthilatdariya AKP-MHP’ê tecrîd bi rêk û pêk kiriye, li dijî mafên mirovan û azadiyê sûc dike û ev tişt got, “Tecrîd sûcekî hiqûqî ye. Aliyê vî sûcî jî hikûmeta AKP-MHP, di heman demê de dozger û saziya hiqûqê ye. Ji bilî van her wiha NATO, CPT, Yekîtiya Ewropa û DMME jî aliyekî vî sûcî ne. Li vê derê sîstemeke navneteweyî, komployeke navneteweyî heye. Yekîtiya Ewropa rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê bi hesasiyeteke mezin dişopîne, di vê der barê de raporan diweşîne, lê belê têkildarî sîstema li Îmraliyê gotineke bi tenê jî negotiye. Her wiha CPT çû li wê derê lêkolîn kir, lê encamên wê bi raya giştî re parve nekir. Di vir de raya giştî ya demokratîk, gelê Kurd, HDP gelekî bi fikar e. Fikar li ser tenduristî û ewlehiyê heye.”
Bulbul, destnîşan kir ku rabûna li ber tecrîdê tê wateya parastina demokrasî, mafên mirovan, azadî, wekhevî û edaletê û wiha pêde çû: “Birêz Ocalan heta niha li Giravê bi fikir û projeyên xwe, jiyana bi hev re û azad a gelên Tirkiye, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn parastiye. Parastina van nêrînan sûc nîne, mafekî demokratîk û rewa ye. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê divê dawî li tecrîdê bê anîn û hevdîtin pê re bê kirin. Lê belê em jî li vir hatine tecrîdkirin.”
Derî dawî Bulbul ev tişt gotin: “Tecrîd sûc e. Divê tavilê dawî li sûcê tecrîdê bê anîn û ji bo çareseriya aştiyane demokratîk hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin.”