Li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, der barê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de doza girtinê hatibû vekirin. Bekîr Şahîn îro çû Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), der barê doza girtina HDP’ê de parastina devkî kir. Şahîn ji heyeta dadgehê re 45 deqe parastin kir û dema derketinê ji der barê parastina xwe de ji rojnamegeran re axivî.
Şahîn îdia kir ku têkiliya HDP’ê ya bi PKK’ê re rastî ye û ji bo girtina HDP’ê jî malbatên ku li ber avahiya HDP’a Amedê hatine rûniştandin wek delîl nîşan da. Şahîn, diyar kir ku têkildarî girtina HDP’ê wan hemû delîlan pêşkêş kiriye û têkildarî biryara girtinê jî got takdîr biryara Dadgeha Bilind e.
Serdozger dikare delîlên zêde pêşkêş bike
Di dema girtina dozê de Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind dikare delîlên zêde pêşkêşî dosyayê bike û HDP jî dikare parêznameya zêde pêşkêş bike. HDP’ê parêznameya xwe ya sereke derbarê nêrîna Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind de pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn kiribû. Piştî daxuyaniya devkî ya Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, rayedarên HDP’ê jî wê di roja ku bê diyarkirin de parastina devkî bikin.
Piştî vê pêvajoyê, raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn ku dê agahî û belgeyên têkildarî dozê kom bike, dê rapora xwe ya li ser esasê amade bike. Dema ku ev doz berdewam dikin Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û HDP dê dikaribin delîlên zêde an jî parastina nivîskî ya zêde bidin.
Serokê dadgehê rojê diyar bike
Piştî ku rapor li endamên Dadgeha Bilind hat belavkirin, Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Zühtü Arslan dê roja hevdîtinê diyar bike û endam di roja ku hatiye diyarkirin de bên cem hev û li ser daxwaza girtinê dest bi nîqaşan bikin. Desteya Dadgeha Destûra Bingehîn a ji 15 kesan pêk tê dê biryara girtina HDP’ê bide. Dikare bi piraniya ji sisêyan du parên endamên beşdarî civînê bibin, ango bi dengên 10 endaman ji 15 endaman biryar bê girtin ku ji ber rewşên ku di xala 69’emîn li gorî giraniya kiryarên ku tê gotin bi qismî an bi tevahî ji alîkariya dewletê bêpar bimînin.
Biryara ku di encama dosyeya girtina partiyên siyasî de bê dayîn dê ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û HDPê re bê ragihandin û dê di Rojnameya Fermî de bê weşandin. Heke Dadgeha Destûra Bingehîn biryar bide ku endamên partiyê yên ku qedexeya wan a siyasî tê xwestin bi daxuyanî û kirinên xwe bûne sedema girtina partiyê, ev kes nikarin ji bo 5 salan bibin damezrîner, endam, rêvebir û çavdêrê partiyek din.